Îbn Xelîkan pirtûka li ser Siltan Selahaddînê Eyûbî 800 sal berê nivîsiye. Ev bu 800 sal ku li ser serdema Selaheddînê Eyûbî re derbas bûye, lê hêj jî ew Ango S. Eyûbî ji bo kurdan û ji bo gelê cîhanê aktuel e.
Hêj jî li cîhanê û li ba kurdan behsa wî tê kirin. Ew kesayetiyek/şexsiyetek ne tenê î ji bo dîroka kurd û Kurdistanê, ji bo dîroka cîhanê jî girîng e û girîngiya xwe didomîne.
Pirtûka ku 800 sal berê li ser jînegeriya S. Eyûbî hatiye nivîsîn piştî 800 salan dîsa hatiye weşandinê. Derbarê wî de, di nav 800 salan de kesayetiya ku herî pir derbarê wî de gotar, çîrok, roman, helbest û şano hatine nivîsîn, herî pir lêkîlîn hatiye kirin û fîlm hatine çêkirin Selaheddînê Eyûbî ye.
Îbn Xelîkan nivîskarekî kurd e ku di dema S. Eyûbî de jiyaye û derbarê wî de pirtûk nivîsiye. Di pirtûkê de 16 beş hene û derbarê jiyan û têkoşîna S. Eyûbî de agahdariyên girîng hene. Pirtûk 110 rûpel e. Naveroka wê bi giranî dema serdema û parçeyek ji dîroka kurd û Kurdistanê ye.
Wergerê pirtûkê Emîn Narozî dibêje : ”Gelek pirtûk li ser Selaheddînê Eyûbî hatine nivîsîn lê mixabin bi kurdî kêm in.” Lê baş e ku E. Narozî û hinek wergêr û lêkolînvanên kurd dest avêtine vî karî û bi xebatên xwe beşeke dîroka kurd û Kurdistanê û herweha derbarê siltanê kurd Selahedînê Eyûbî de tarîtiyên ku di dîrokê de ne derxistina ronahiyê.
Rojnameya Swedî ”Dagens Nyheter” ku rojnameya rojane ya herî mezin û herî pir xwendevanên wê hene û herî pir li Swêdê tê firotin, di nûçeyek xwe de Selaheddînê Eyûbî xistiye nav 10 kesên bijare yên hezarsala dawî. Ev ji bo kurdan serbilindiye. Bi rastî jî kurdan bi qasê ku cîhanê bi taybetî jî Ewropiyan girîngî dane Selaheddînê Eyûbî, kurdan ewqas girîngî neda wî.
Pirtûkên ku kurdan li ser S. Eyûbî nivîsîne çend pirtûk in, ji deh tiliyên destan nabûre. Lê yên ku biyaniyan nivîsîne bi sedan in. Kurdan yek fîlmek li ser Selaheddînê Eyûbî çênekirine. Li başurê Kurdistanê Xwedêgiravî dewleteke fermî a federe heye, lê di hêla hilberîna çand, ziman, edebiyat û çêkirina fîlman de gels e. Wan hêj yek fîlmek baş, yek rêzefîlmek ku mirov temaşe bike çênekirine. Televîzyonên kurdên başurî de tije fîlm û rêzefîlmên tirkan in. Li başurê Kurdistanê xwedêgiravî wezereta çandî heye lê ka tu karek, xebatek berbiçav nekirine. Wan hêj li ser Mela Mistefa Barzanî jî yek fîlmek çênekirine.
Min rêzefîlma ku TRT kanala televizyona tirkan derbarê Selahaddînê Eyûbî de çêkiribû bi tevahî, hemû beşên wê temaşe kir. Ew rêzefîlm li ser derewan hatibû çêkirin. Ji bo mirov rastiya dema Selaheddînê Eyûbî û dewleta Eyûbiyan binase divê pirtûkên ku birêz Emîn Narozî û Ziya Avcî wergerandine kurdî bixwîne.
Di derheqê mîrîtiya Zengiyan ku girêdayê Xelîfetiya Abasiyan bûne, dîrokzanên tirkan dibêjin ew tirk bûne. Peyva Zeng, Zengî nepeyveke tirkî ye. Nureddîn Zengî li dijê tirkên Selçukî yên li Anadoliyê şer kiriye. Tu çavkaniyeke berbiçav jî tune ku malbata Zengî, Mîrên Zengîyan tirk in. Du gundên navçeya Licê hene yek navî Zengê ye û ya din jî navî Zengesor/Zengezur e. Di van herdu gundan de yek malbatek tirk tune, hemû jî bi tevahî kurd in.
Birayê Selaheddînê Eyûbî yê navê wî Torinşah e, çûye Sudanê fetih kiriye. Hêj jî hinek kurd li Sudanê dijîn û dibêjin ku ew kurd in, di dema S. Eyûbî Siltanê Misirê, Suriyê, Yemenê û Kurdistanê de Sudanê fetih kirine û ew kurdên ku hatine Sudanê hinek ji wan li wir mane. Li Sudanê paşnavê wan ê fermî jî El Kurdî ye.
Lokman POLAT
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…