Min Bêhna Serxwebûna Kurdistanê ji Zankoya Zaxo Kir

Di roja pêşî de li Zaxo, mamoste Ibrahîm Hesinî (Bavê Ferzende) hat hotêlê serdana min, ez û wî, pêlekê li Zaxoka kevin geriyan, paşê em li çayxaneyek biçûk rûniştin û ketin dabaşa eşîra Hesinan de.. Wî ji min re got; “Ferzendeyê navdar di serhildana Agirî de ew jî ji eşîra Hesina ye û dibêjin ku General Ihsan Nûrî Paşa jî, ji eynî eşîrê ye.. ew li bajarê Bedîsê hatiye dinyê..” Min jî li dor eşîra Hesinên Rojava û gindê (Girê Qeresiyê) ku li Rojava ye, hin agahî jê re gotin; “dibêjin ku ew bi koka xwe ji Qersê ne û navê bajarê xwe li wî gundi kirine.. Dîrok dibêje; ji heyamê ku Hesenê dirêj birayê xwe Qasim paşa kiriye waliyê Mêrdînê, hingê Mêrdîn ji ber êrîşên Timorlikg û zarokên wî ji welatiyan vala bibû, Qasim paşa dor 80000 hezar mal ji devera Tebrîz û Azerbêcanê anîne wilayeta Mêrdînê, 2000 gund bi wan avakirine. Hatina wan di ser çemê Dicle, gundê (Girbalat) re bû. Cihê komkirina wan girê Qeresiyê bû. Ew ji Girê Qeresiyê di Rojava de belav bûn.. Ji wê hingê ve navê Qeresiyê li wî girî hatiye kirin. Ji ber ku piraniya xelkên ku anîn ji herêma Qersê û eşîra Hesinan bûn û ji wî çaxî ev eşîr li herdû peravên çemê Dicle belav bûye, roja îro ji wê deşta di ber çemê Dicle re dibêjin Deşta Hesinan..” Mamoste Ibrahîm Hesinî evîndarekî eşîra Hesina ye.. Min dirêj kir..

Derbar Konê Reş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply