Yadê zilam li ku ne?

Berî teknolojî têkeve nav jiyana me. Em Kurd ji hevdu û ji deverên hevdû bê xeber bûn. Li gundekî nêzikî gundê me bûyerek çêbûya em ji bûyerê bê hay bûn û xeberê me ji hevdu çênedibû. Li gundekî cîran yek bimira piştî çend hefteyan gundê din bi mirina wî dihesîyan. Helbet ev yek tesîr li ziman jî dikir.

Televîzyon tune bû, înternet ji xwe ev bîst sal in heye. Radyo li ber destê her kesî tune bû. Ji xwe weşana radyoyê jî rojê tenê pazdeh deqîqe bûn guhdarên ezîz. Dema em di radyoyê de bi zaravayên din ê Kurdî an jî bi zimanên nêzikî Kurdî wek Farsi û Afxanî rastî weşanekê dihatin, me digot bi zimanê Boranî ye. Me ji xeynî Kurmancî ji hemû zimanên Îranî re digot Boranî.
Devoka herêma me ji gundekî heta gundekî din ferq dikir. Li gundekî navê hirmîyê karçîn be, li gundekî din dibû soranî, li gundê din beranî, alîsor, alesork..  Heger wê demê yek bihata gundê me ji karçînan re bigota hirmî, dê gundî tev ji xwe re bi wî kesî bikenîna.
Devera me Geliyê Kêsanê dikeve navbera herdu navçeyên Bilîsê, Tetwan û Hîzanê. Gundê me Çangês ser bi Tetwanê ve ye. Hemberî gundê me çiyayekî bilind û serî tûj bi navê Girê Tîjik heye. Li paş çiyê gundên Hîzanê hene. Serê girê wêdetir Zozanên Heştê Kehnî heye ku ew jî warê gundekî Hîzanê bi navê Kulatê ye. Gundê Kulatê malxalên me ne, devokeke wan taybet heye. Her peyva ku herfa “e” têde hebe, di wê peyvê de ew herfa “e” ya pêşî dibe “i”.
Li wî gundî ji pez re dibêjin piz, ji rez re dibêjin riz, ji ker re dibêjin kir. Carekê me kerek firotibû wan. Mêrik digot “pirê me bînin kirê xwe bibin.” Çerçîyek ji Sêrtê dihat gundê me, li şûna bigota “babêje” digot “bahvêje” (bavêje) me bi zorî jê fêm dikir.
Dawiya salên heştêyan e, Kulatî li zozanên Heştê Kanî li waran in. Mêrên gund ji bo cot û cotkariyê li gund diman, jin û zarok, pîr, şivan û gavan jî diçûn waran. Hevalên me yên çîyê nû dest bi belavbûna li çiyan kiribûn. Êvarekê yekî xerîb di dest de rext û sîleh tê ber deriyê konê dapîra me Medîneyê, bang li nav kon dike, dibêje yadê! Yadê!
Li ba me nabêjin yadê, dibêjin dadê. Dapîr tê ber deriyê kon dibêje çi ye dadê qurbanê. Mêrik dibêje: “Yadê zilam li ku ne?” Yadê ji peyva “zilam” fêm nake. Em li şûna peyva zilam peyva mêr bikartînin. Dapîr dibêje; “hûn kî ne birê min, ji ku ne, ji ku ve tên?”
Mêrik dibêje: “yadê em heval in, ji gundên pişt wî çiyayî tên. Em dixwazin zilaman bibînin” Wê demê kesî nizanibû heval kî ne û çi dikin. Mişterîyên pez û dewaran li gund û zozanan digeriyan, kirîn û firotina pez û dewaran dikirin. Dadê Medîne jî dibêje qey ew jî hatine bazara kirîn û firotinê bikin.
Ji ber ji peyva zilam fêm nekiriye, careke din pirs dike. Dîsa jî jê re dibêjin “em dixwazin zilaman bibînin.” Dapîr dibêje qey ew jî navê ajalekî ye. Li deverekê dibêjin kavir, li devereke din dibêjin beyindî, li hin cihan dibêjin mih li hin cihan dibêjin mêşin. Dibêje qey zilam jî tiştekî wisa ye.
Dapîr bi milê heval dikeve dibe ser girekî bilind û destê xwe dirêj dike dibêje: “Eha dadê qurbanê, pezê me yê taxa xarê li wî milî ye, yê taxa jorê li milê jûrtir in, dewarê me yê stewr li wî rastî ne, yê şîr jî li binê van konan in. Kavir û gîskên me jî li pesarên wê alîyê ne. Lê ez nizam hûn ji kîjan ji wan re dibêjin zilam.
Arif Tamtaş

Derbar Çand Name

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply