Ne ji bo xêra me ye…

Dewrek hat mîr û axa bûne serdest li Kurdistanê. Xulam û leşkeran girtin, qesr û qonaxan çêkirin ji xwe re. Û milet li pey wan bû yek, bû civak, bû milet…

Dijmin got “gelî miletê Kurd! mîr û axa li we zilm û neheqî dikin, werin alîkarîya me bikin em wan ji holê rakin û em axa wan li we belav bikin” Dibe ku mîr û axayan li milet zilm kiribin, lê derdê dijmin ne qenciya milet bû helbet. Dewrek hat şêx û mela li Kurdistanê bûn serdest. Gotinên wan biqedr bû li ba milet. Wan çi bigota milet bi xeberê wan dikir. Li pey wan diciviya milet, dibû cimeat, dibû civak…

Dijmin got “gelî Kurdan! Ev şêx û mela we dixapînin, li we neheqî dikin. Werin dev ji wan berdin, li pey wan neçin. Alîkarîya me bikin em wan ji holê rakin.” Dibe ku şêx û mela li milet neheqî kiribin û wan xapandibin lê derdê dijmin dîsa ne qenciya milet bû.

Li mixabin milet alîkarîya wan kir, ewan jî yeko yeko mîr, axa, şêx û melayên hêzdar û xwey nufûz tev ji holê rakirin. Ne ku ji kula xelqê ketibûn, ne ku qenciya milet dixwestin. Wê demê milet li pey wan diciviya, li pey wan dibû yek û dijmin vî nedixwest.

Dijmin nedixwest Kurd bibin yek. Lewma jî ji bo yekîtiya Kurdan hêvî ji kê û ji kû hebe êrîşê wir kirin. Êdî dewra mîr û axayan çû, dewra şêx û melayan jî çû. Îro ji bo yekîtiyê, hêviya Kurdan sîyasetmedarên Kurd in û lewma dijmin jî êrîşê sîyasetmedaran dike êdî. Û dîsa dijmin alîkarî ji milet dixwaze ji bo êrîşên xwe…

Yusuf AGAH

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply