Ji devê Beko Çîroka Mem û Zînê

Ya rast min dixwest Mem bigehîje Zînê. Wilehî min xwe avête ber piyê Mîr jî, min deh caran, na na belkî bîst caran got “Zînê bide Mem.” Lê gotina min nekir. Ma qet hatiye sehkirin heta niha Mîr gotina xulamê xwe kiriye? Nizanim milet çima dibêje min “ewan.” Min fesadî nekir. Çi be min jî wisa digote mîr. Karê min ew bû. Ma derew bû, Tajdîn piştî Sitî ji xwe re anî, negote Mem “Ezê ji te re jî Zînê bixwazim.” Destên xwe bidanin ser wijdana xwe. Yan Mem piştî daweta Tajdîn hefteyeke ber derê wî dima? Wilehî nedima. Seba çi ma? Ji bo soza Tajdîn. Ê, min jî wê soza Tajdîn seh kir, gote mîr. Ma min derew kir? Ma min ewantî kir?

Xelk jî maşalah tûrikê fesadiyê ye. Çendîn sal in ji ser derbas bû, hê jî navê min fesad e, Ewan e, derewker e. Ez heqê xwe li wan kesan helal nakim, Xwedê şahid e. Ez yekî bêguneh im. Temam, ez jî wekî her kesî evd im, gunehên min jî henin lê min ew gunehê ku xelkê wek îftira davêjite ser min nekir.

Niha hûnê bibêjin, “Beko xwe diparêze, kesên xirab jixwe nabêjin ez xirab im” filan bêhvan. Lê ez bi wijdana xwe xeber didim. Ka werin ez ji we re behsa Mem û Zînê bikim. Ehmedê Xanî nivîsand lê Xanî ez nas dikirim? Ji devê min vê bûyerê bihîst? Ma ji min pirsî “Beko Beg, ev bûyer çawa bû?” Na. Tu kesî nepirsî. Xanî çi nivîsîbe haşa haşa haşa wekî ayeta Xwedê hate qebûlkirin. Ma hûn dikarin bibin kefîlê Xanî? Bibêjin Xanî sedî sed rast behsa vê bûyerê kiriye? Nikarin. Tu kes nikare. Ha! tenê sûcê wî jî nîne. Xwedê Tajdîn nehêle, hat bi derba xençerê ez kuştim, pişti ez mirim jî hemû sûc xiste stûyê min. Ez rebenê Xwedê jî bûm gunehkar, qatil. Xelkino, werin ji min seh bikin vê bûyerê.

Ez naxwazim dûr û dirêj behsa vê bûyerê bikim, serê we yê eziz delal biêşînim. Hemû mesele bi hîle û nedirîstiya Tajdîn dest pê kir. Ê bê bêbav, bêşeref Tajdîn, kurê nizanim çi. Ez wiha dibêjim lê birastî jî Tajdîn bêbav bû. Ehmedê Xanî jî hema çîrok serûbin kiriye. Tajdîn wek esilzadeyekî nîşan daye. Ne bavê min, ne. Tajdîn bêbav bû. Jixwe tu kesî nedizanî bavê wî, diya wi kî bû. Danîbûne ber medreseyekê û pişta xwe zivirîbûn û çûbûn. Li medreseyê Seyda Evdilhemîd hebû, wî xweyî kir, mezin kir. Nizanim, Ehmedê Xanî ji gotiye, Tajdîn kurê katib bû filan bêvan. Hemû derew.

Sitî û Tajdîn hêj hev kirin. Tajdîn bi Mela Evdilhemîd re hat, keç xwestin û çûn. Tişta camêrî be ez dibêjim camêrî ye. Paşê dema Tajdîn, Sitî xwest tiştê hanê raste, Tajdîn qatil e. Qatilê Mem e û mîrê mîran ji xwişka xwe da, Tajdînê bêbav, kurê nizanim çi, çû soz da Mem. Got; “Te dit, ez yekî sêwî bûm, êtîm bûm, min Sitî ji xwe re xwest û ezê bînim jî. Piştî min daweta xwe kir ezê herim Zînê jî ji te ra binim.” Min jî vê gotinê seh kir, gote mîr. Mîr bû barût, mîr bû agir. Got; “Ez Sitîyê nadime wî.” Min got “Mîrê min, ew bêbav e, nizane. Haşa hizûrê jixwe însan jî nîne, lê te êdî xwişka xwe daye. We Fatiheya xwe xwendiye, qelen biriye. Êdî tu bêjî ez xwîşka xwe nadim, nabe.” Mîr jî fikirî, hate ser gotina min. Welhasil Tajdîn daweta xwe kir. Cara ewil e min behsa vê bûyerê kir, tu kes nedizanî jixwe.

Niha were ez behsa xeletiyên di Mem û Zînê de bikim. Mem hatiye setrenç lîstiye, Mem ketiye zindanê, Tajdîn mala xwe şewitandiye… Wey babo, wey babo. Ev çi derew in yaw. Bav ji bo kurê xwe mala xwe naşewitîne, ma ew bêbavê hanê dê bişewitîne. Hûn çawa baweriya wan gotinan dikin.

Mem nekete zindanê, Tajdîn ji bo tu kesî mala xwe neşewitand. Ya bi rastî Mem nehat carekî tenê jî be Zînê ji xwe re nexwest. Babê min, edet heye, usûl heye divê tu bê, bi camêrî bixwazî. Çima nehat, nexwest hûn dizanin? Ji ber soza Tajdîn. Tajdîn got ezê ji te re Zînê bînim, ew bêeqil ji baweriya wî kir. Ser Qurana ser çokan hatiye xwendin ez sondê dixwim, mir gote min “Bila Mem bi camerî bê, ezê xwîşka xwe bidim.” Min çû gote Mem, mîr wiha wiha gotîye. “Mîr wisa gotibe, ezê bêm bixwazim.” Mem xwe hazir kir, de hatiba. Tajdîn got nabe, nehîşt. Ew bêbav bû sebebî wan her du aşiqan.

Welhasil Mem gotina min nekir, gotina Tajdîn kir. Mîr ji gote Mem “Mem, wileh, bileh, tileh. Eger ez bizanim, Xwedê dê canê min jî ji min bistîne, ez edî xwuşka xwe nadime te. Çimkî te gotina min nekir, te gotina Tajdîn kir. Her kes li Cizîrê dizane, gotin ser gotina min tune. Here rexê wî tûleyê bêje, tu bûyî sebebê qedera min.” Welhasil dirêj nakim. Mem çû rexê Tajdîn, şer kirin. Lê şerekî ecêb. Min bi çavê xwe nedît lê dibêjin nêzî 2-3 saetan şer kirine. Tajdîn pehniyekî lêdaye, Mem ketiye erdê û serê wi şikestiye. Wilehî Hecî Cume gote min, xwîna serê Mem heta erşê çû. Edi rast-derew ez nizanim. Lê ev tiştê hanê rast e, Tajdîn qatil e. Qatilên Mem e.

Zînê dema seh kir Mem miriye, ez û Zîn bilez em çûn cihê şer. Mem li erdê, erd ji xwînê sor bûye. Xwedê wekîle, li wê derê her kes digirîya Zîn hema xwe avête ser cesedê Mem. Dîn bû, willehî dîn bû porê xwe dikêşa, qêr dikir, serê xwe lêdida erdê. Hûnê bêjin Tajdîn kuderê bû. Tajdîn reviya. Çawa ku se direvin, ew se jî reviya. Sebave, sebav!

Pişti Mem hate definkirin, Zîn ji jixwe zêde li vê dinyayê nema. Dîn bibû, digirîya, Rojekê me dit, xwe xeniqandiye. Xwedê wê efû bike. Me qebra wê jî danî rexê qebra Mem. Me got li dinyayê nebû, belkî li axretê.

Paşê rojekê li sûkê min Tajdîn dît. Hema min çawa dît, min êrîş li wî kir. Kurê kerê çawa dît ez hatim bi xençera xwe ez kuştim. Dîsa reviya. Hişê min hêj li serê min bû. Mîr hate ser serê min. Helaliya xwe ji min xwest. Min heqê xwe lê helal kir. Got “Bila qebra wî rexê qebrên Mem û Zîn bibe. Ew seba tola Mem û Zînê mir, şehîdê eşqê ye.”

Ma hûn êdî dizanin çima qebra min li cem wan e? Ehmedê Xanî seh bike, eslê meseleye wiha ye. Edi bila tu kes nebeje min Ewan, derewker. Ez dirûst bûm, dirûst. Ma îro qebrekê wî kurê kerê, kurê seyê, sebavê heye? Tune. Çima? Çimkî qebra seyan tune ye. Mezinên me çi gotine? Ga dimire çerm dimîne, mêr dimire nav dimîne.

Nivîskar: Omer Faruk Feyat

Kovara Nûbihar ê, Hejmara 163an, Rûpel 12-13

 

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply