Guh organa bihîstinê ye. Bi alîkariya wî em dikarin dengê dora xwe bibihîzin.
Guh ji sê perçeyan pêk tê: 1. Guhê derve 2. Guhê navîn 3. Guhê hundirin.
Guhe derve ji kevçika guh, memika guh û ji kerika guh pêk tê. Deng û behs tên digi hîjin kevçika guh û bi riya kerika guh digihîje perdeya guh. Perdeya guh bi zora deng dilerize. Ev lerizandin hestiyê bihîstinê dileqîne. Hestiyên guh jî, (çakûç sindan û zengû) wê lerizê digihîjîne birika bihîstinê. Birik jî wana digihîjine meju dikare ji me re bi taybetî bibêje ku em çi dibihîzin.
Organeke din ku di guh de cih digire şeytanok û labîrenta guh e. Wazîfeya wan ew e ku em çawe bisekinin, biçin û bilivin jî her tim bizanin jêr û jor ku ye da ku hişê mirov neçe ango ew organ ji bo muwazeneya me berpirsiyar e.
Borik bi navê borika ostak di navbera poz û guhê navîn de heye. Wezîfeya wê jî ev e ku li guhê navîn her tim pestoya (tazyîq) hewayê û yê derve wek hev bigire. Ger ew pesto bilind be mirov nikare rind bibihîze.
Çavkanî: Salnameya Nûbiharê