Dayik Jiyan e

     Çîrokek heye. Nizanim hun leqayê wê hatine yan na? Çîrok di navbera jinikek a çavekî wê kor û kurê wê da derbas dibe. Kurik ji ber ku diya wî bi çavekî ye jê aciz dibe, jê şerm dike û bîzê wî ji diya wî diçe. Naxwaze ku hevalên wî diya wî bibînin. Bi rastî ew jî naxwaze diya xwe bibîne û dixwaze ku zûzûka diya wî bimire.

     Dem derbas dibe dewran diguhere. Kurik dixweyne û dibe xwedî kar. Diçe li bajarekî ku dûrî bajarê dayika xwe bicîh dibe. Lewra qet naxwaze diya xwe bibîne. Dizewice û dibe xwedî zarokan. Rojek diya wî bê ku haya wî jê hebe diçe mala wî. Zarokên kurê wê gava wê dibînin pê tinaza dikin. Kurê wê jî pir aciz dibe û bi diya xwe re dixeyde û berdidê. Dayik lêborîn ji wan dixwaze û vedigere mala xwe.

     Demekî dûr û dirêj derbas dibe dayika reben diçe rehmetê. Cîranê dayikê nameyek didine kurê wê û dibêjin vê name yê diya tek ku ji bo em bidine te nivîstibû. Kurik name yê digire û vedike. Dest bi xwendina name yê dike. Di cîhekî name yê da diya wî wiha nivîstiye:

     “… Kurê min! Ez dizanim gava ku ez li dinya yê bûm ez ji bo te rûreşiyekî mezin bûm. Ji ber ku ez bi çavekî bûm te ji min şerm dikir û tu berxwediketî. Belê raste ez pir xweşik xuya nedikirim. Lê divê ku tu zanibî vê rewşê min bi daxwaza xwe pejirandibû.

     Dema ku tu biçûk bûy tifaqek hate serê te û te çavekî xwe winda kir. Ez li ser rewşa te fikirîm û di dawiyê da min biryarek girt û bi emeliyatê çavekî min ji min girtin û dane te. Lewra min nedixwest di vê jiyanê da ne zarokên hevalê te û ne jî kesê li derdora te bi te tinaza bikin û vê jiyana te li te biherimînin. Ekena wê kezeba min biperitiya û ezê pir ber vê rewşê biketima. Min got ji min û ji te bila çavêkî min tune be. Ji ber vî ez bi çavekî bûm. Lê dîsa jî divê tu bizanî ku ez şanaz û serbilindim ku tu di şûna min da jî dibînî.”

     Gava cara yekem min ev çîrok bihîst ez di şûna xwe da bêdeng û mîtmayî mam. Ev çîrok raste an na ez nizanim. Lê bandoreka wisa li min kir ku mûyên canê min bûn wekî şûjina. Tu divêkê hemû xwîna min ji laşê min kişandibûn. Ez biskek fikirîm û min ji xwe van pirsan pirsî:

  • Gelo ku ne dayik be kî dikare vê fedakariyê bike?
  • Gelo di dinya yê da kî hewkasî bifazîlet û birehm e ji bilî dayikan?
  • Gelo ji bilî dayikan kî kesekî dinê ji xwe bêhtir hezdike wiha bêbergînd û bêgerew?
  • Û gelo ev çawanî û hêjayî tenê bi dayikên benîademan ra hene?

     Gava ku em dinêrin çi ajal çi mirov dibe bila bibe hemû dayik wekî vê dayikê ne. Mirîşkek bifikirin ku ji bo zarokên xwe serî li ber şêr jî dikare rabike. Di heman demê da em dibînin ku kîjan dayik dibe bila bibe ji bo zarokên xwe mirinê didin ber çavên xwe. Pirî cara em dibînin ku dayik ji bo zarokên xwe wiha dibêjin: “Ew kezeba min e, parî kî ji canê min e. Canê min jê ra feda û qurban be.”

     Belê bi rastî jî pirî dayik ji bo zarokên xwe dev ji hertiştî  berdidin û destê xwe ji hertiştî dikişênin. Yek daxwazek wan heye ev jî ji bo zarokên xwe jiyanek herî xweş, aram, şad û bextewer dixwazin. Ji bo vî tiştî jî jiyana xwe tê diborin. Daxwaz û xwestekên zarokê xwe datînin pêşiya ê xwe. Tim û tim ji bo zarokên xwe tiştê herî baş dixwazin. Ti carî dilê dayika ji zarokê wan naşikê. Çi di nav wan da diqewime bila biqewime dayik her dem başî û şadiya zarokê xwe dixwazin. Gava ku zarok nexweş dikevin dayik ji wan bêhtir nexweş xuya dikin. Ji bo zarokên wan dilê wan diperite û bişevan dikarin bêxew li ber serê zarokên xwe bimînin.

     Bi rastî peyv têra vegotina dayikan nakin. Ez carna ji xwe re dibêjim aliyekî dayika ê xwedahî heye. Gava Xwedê wan afirandiye perçekî ji rehm û hezdarî ya xwe daye wan. Lewra tê gotin ku hezkirin û rehma Xwedê bêsînore. Em van herdû çawanî ya di dayikan da jî dibînin. Bi rastî rehm û hezkirina dayika jî bêsînore.

     Ez dixwazim vê nivîsê bi çend dubendiyê helbesta Seydayê Tîrêj a bi navê “DAYÊ” biqedînim. Nemir TÎRÊJ dayika xwe wiha bibîrtîne:

     “Di nav  cerg û dil û can de te parastim erê dayê

      Di pey neh meh û neh roj te ez anîme dinyayê

      Te pir şûştim vêşûştim ez dipêçandim bi beşkîrê

      Bi wî şîr û berê paqij dimêjandim ji pêsîrê

      Eger ku ez nexweş bûma digerya tu li dermana

      Te ez her dem diparastim ji ba û berf û barana

      Li ser min her dem û cara bi ax û nalîn û tew bû

      Şevên ewr û reş û tarî tu bê razan û xew bû

      Li ser min tim dibarandin dilop û hêstrên çavan

      Di dîtala mi da bû tim di her çax û dem û gavan.”

     

    Emre MÛHARGÎNÎ

    www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

“Min nekin qurbana teknolojiyê”

Berî her tiştî, ez dixwazim vê yekê bibêjim, ez li hember Instagram, Facebook an torên …

Leave a Reply