Zimanê Zikmakî û Roja Dayikan

Wek tê zanîn gelê Kurd ev demek dirêje bê dewlet e. Lê dîsa jî bi sax û selametî zimanê Kurdî hetanî vê rojê ser piya maye. Gelo zimanê Kurdî çawa bê dewlet û bi kîjan sedeman hetanî vê rojê li ser piya maye ?

Em dikarin hinek sedeman wisa diyar bikin : 
1- Perwerdehiya medreseyên Kurdistanê.
2- Kevneşopiya dengbêjan.
3- Dayêkên me yê ku Tirkî nizanin.
Meriv dikare van sedeman zêde bike lê nehewceye. Ez divê nivîsa xwe de dixwazim rola dayikan a li ser zimanê Kurdî qal bikim.
Zimanê ku meriv bê xebat û bê hewldan hîn dibe jê re zimanê zikmakî tê gotin. Çima jê re zimanê zikmakî hatiye gotin ? Lewra meriv ewil di zikê dayika xwe de ziman ango vî zimanê hîn dibe.
Zimanê Kurdî demek pir dirêj e nebûye zimanê fermî û yê perwerdehiyê ye. Dewletên zalim li ser zimanê Kurdî pir zêde polîtîqayên qirêj çê kirine. Dayikên Kurd li hember zext û zorên li ser zimanê Kurdî, herdem bi zarokên xwe re Kurdî axivîne bi saya dayikên me zimanê Kurdî asîmîle nebûye. Îro heger dayikên ku naxwazin zimanê Kurdî asîmîle bibe divê mûheqqek bi Kurdî axaftina xwe li her derê berdewam bikin.
Bi munasebeta roja dayikan de dayikên me yê ku parastvanê zimanê me yê şêrîn û delalin roja wan jî ji dil û can pîroz dikim.

Abdullah Bozkuş

www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Gelo divê ku em her tiştên ku zarok dixwaze bikirin?

Ger em her tiştê ku ew dixwaze bidin zarokê xwe, em ê xêrê jê re …

Leave a Reply