Roj û gerestêrkên di rêgeha (yörünge) wê de… (ya herî dûr Pluton e û êdî ew weke gerestêrk nayê qebûlkirin.)
Wek tê zanîn Dinya, li dora xwe dizîvire û bi hevalbendên xwe yên di sîstema Rojê de jî li dora Rojê digere û rojbend bi tevahî jî di Kadizê de di rêgeha xwe de digere. Yanî sîstema Rojê bi xwe jî rêgeheke taybetî xwe di galaksîya me de heye û roj bi gerestêrkên xwe ve di wê rêgehê de bi lezeke mezin diçe. Dinya li dora xwe bi 1670km/saet lez dizîvire û li dora Rojê bi 108 hezar km/saet dizîvire û rojbend jî di rêgeha xwe de bi 720 hezar km/saet lez diçe herçiqas leza rojbendê di Kadizê de ewqasî zêde ye jî tê pêşbînîkirin ku ew ê zîvirîna xwe di 230 milyon salan de temam bike. Yanî dema em vê nivîsê dixwînin û haya me ji tiştekê nîn e; em hem li dora dinyayê hem li dora Rojê hem jî di rêgeha rojbendê de bi lezeke mezin diçin…
bijî Xalidê ezîz, te her tişt pir xweş şirove kirîye û min jê sûd wergirt. spas birayê min. bidomîne 😉
xebata te xweş dilê me pê geş…li ser înstagramê serekê mi jî bidin û ji kerema xwe mi bişopînin jî
@gerdun.cosmos