Bi Çavekî Zanistî Gerdûn û Em

Çi tiştek ecêb e ne wisa? Lê ewqas şaş nebin, hêj ya mezin maye! Li gor lêkolînan galaksî jî ji hev dûr dikevin. Yanî Kadiza me jî di gerdûnê de ber bi alîyekî ve diçe. Dema em ji rojbendê derdikevin û li galaksîya xwe dinêrin mezinahîyeke bêhempa derdikeve holê ku ji alîyekî Kadizê heta alîyê din 150 hezar saletîrêj in û roja me jî ji navenda Kadizê 25 hezar saletîrêjan dûr e.

Galaksîya Kadizê û Rojbend(Sun)

Li gor zanyarîyan çêbûna gerdûnê bi Teqîna Mezin(Big Bang) dest pê kiriye û emrê gerdûnê jî dora 14 milyar salan e. Dîsa li gor lêkolînan piştî teqîna mezin heta niha gerdûn her ku diçe fireh dibe. Di sedsala bîstan de Edwin Hubble, tesbît kir ku galaksî ji hev dûr dikevin û gerdûn fireh dibe. Lê ev nayê wê wateyê ku her tişt ji hev dûr dikeve. Wek mînak em bêjin di rojbenda me de her tişt di bin bandora rakêşa (kütleçekim) rojê de ye û ji wê dûr nakevin. Roj û hemû stêrkên din jî di bin rakêşa galaksîyê de ne û galaksîyên nêzî hev jî di bin bandora hev de dimînin û weke kom tevdigerin lewma ev jî ji hev dûr nakevin, lê belê komên galaksîyan ên cuda ji hev dûr dikevin û firehbûna gerdûnê jî li vir dest pê dike.

Etîket: astronomî, dinya, em, Polylang KMR, zanist, zanistî

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Xalên Pedagojîk ên Girîng

Google çi ye?

Hemû eşq şîrin dest pê dikin

Facebook: Belaya Herî Xweşik

Zarokên We Divê Çi Bixwin/Vexwin

Çand Name

Edîtorê malperê – 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîrove (2)

  1. bijî Xalidê ezîz, te her tişt pir xweş şirove kirîye û min jê sûd wergirt. spas birayê min. bidomîne 😉

  2. xebata te xweş dilê me pê geş…li ser înstagramê serekê mi jî bidin û ji kerema xwe mi bişopînin jî
    @gerdun.cosmos

Şîroveyekê bihêle