Gelo Bi Derziyekê Diranên Nû Pêkane?

Piştî temenekî ku diranê mirov bikeve êdî dernakeve ne wisa? Heta îro bersiva vê pirsê erê bû lê wisa xuyadike ku bersiv hêdî hêdi diguhere. Zanyarên Japonî teknolojiyek nû  bi pêşxistin. Werin ka em bihevre binêrin bê van zanyarên Japonî dîsa çi dîtine.

Keşfa Zanistî: Dermanê TRG035

Di bingeha vê xebatê de genek bi navê USAG-1 heye. Zanyaran kifş kir ku proteîna USAG-1 di laşê mirovan de wekî frêna erebeya tevdigere û ew nahêle ku diranên nû çêbibin. Lêkolîneran dermanek (antîkorek) bi navê TRG035 çêkirine. Ev derman, proteîna USAG-1 di sekinîne (blok dike). Gava ev proteîn tê sekinandin, sînyalên mezinbûnê  çalak dibin û dihêlin ku diranên nû çêbin.

Pêvajoya Ceribandina Derman

Helbet ji bo derxistina vî dermanî divê pêşî li ser hin zindîyan werê ceribandin û bandora derman were îspatkirin. Weke ku hûn jî dikarin texmîn bikin derman pêşî li ser mişkan piştre jî ji ber ku  diranên wan dişibin mirovan li ser kûzeyan (bi Tirkî dibêjin gelincik) hat ceribandin. Di encamê de hat dîtin ku diranên nû li wan heywanan derketin.

Aniha Derman Li Ser Mirovan Tê Ceribandin

Li Japonya’yê li bajarê Osakayê di qonaxa (aşama) yekem de, derman li ser 30 mêrên tendurist (di navbera 30-64 salî de) tê ceribandin da ku ewlehiya derman bê kontrolkirin. Piştî ku ewlehiya derman hat piştrastkirin, ew ê li ser zarokên (2-7 salî)ku nexweşê anodontî ne (nexweşiyeke genetîkî ye, ji dayikbûnê ve diran tune ne) dê were ceribandin.

Paşê jî armanc ewe ku li ser her kesê ku diranên wan tune ne were bikaranîn. Zanyar dixwazin ku ev rêbaz bibe vebijarka sêyemîn li kêleka diranên çêkirî (protez) û implantan.

Heke ceribandinên klînîkî baş derbas bibin, tê plankirin ku ev derman di sala 2030î de bikeve bazara giştî û ji bo herkesî were bikaranîn

Bi Kurtasî

Belê me ewqasî behsa dermanê TRG035 kir. Bi kurtasî em dikarin bibêjin bi saya vî dermanî, biderziyekê mirov dikare  diranên xwe bi şiklekî xwezayî derxe.

Nivîskar: Mahmut Yagmahan

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Li gorî Bediuzzaman: Hişmendiya Miletbûnê

Li gorî Seîdê Kurdî di şiyarbûna Kurdan de qonaxek girîng şiyarbûna di hişmendiya miletbûnê de …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *