Di gerdûnê de bi giştî em li Gakaksîya Kadizê(samanyolu) ne û di vê galaksîyê de li Rojbend anku Sîstema Rojê, di gerestêrka (gezegen) Dinyayê de dijîn. Rojbend, navê xwe ji rojê digire û 8 gerestêrk di vê sîstemê de li dora rojê digerin. Gerstêrka herî nêzî Rojê, Zawe (Merkûr) ye û piştî wê Gelawêj/Venûs, Dinya, Merîx/Mars, Berçîs/Jupiter, Astan/Satûrn, Ûranûs û Neptûn hene. Li dora van gerestêrkan bi qasî tê zanîn 166 peyk(uydu) hene. Peyka dinyayê ya yekane û xwezayî Hîv/Heyîv e. Hîv, hem li dora xwe û hem li dora dinyayê dizîvire û her du zivirînan jî di 27,3 rojan de temam dike, lewma em her dem rûyekî hîvê dibînin.
Rojbend/Sîstema Rojê
Di gerdûnê de galaksî ewqas ji hev dûr in ku mesafe bi saletîrêjan(sala ronahiyê) tên pîvan. Leza ronahîyê di valahîyê de 300000km/sanîye ye(di sanîyekê de sêsed hezar kîlometre), yanî di salekê de ronahî 9,5 trîlyon km mesafe diçe û bi vê yekê saletîrêjek dibe 9,5 trîlyon kîlometre. Roj, ji me 150 mîlyon kîlometre dûr e û ronahîya Rojê di nêzî 8 deqîqeyan de digihê me. Yanî ew tava dinyayê ronî dike û laşê me germ dike, dema em li ser laşê xwe pê dihesin, ew ji berîya 8 deqîqeyan ji rojê derketiye û hêj nû gihêştiye dinyayê…
bijî Xalidê ezîz, te her tişt pir xweş şirove kirîye û min jê sûd wergirt. spas birayê min. bidomîne 😉
xebata te xweş dilê me pê geş…li ser înstagramê serekê mi jî bidin û ji kerema xwe mi bişopînin jî
@gerdun.cosmos