Berê mezinên me digotin “Ma em wek we bûn? Ji bo ku em tiştekî hîn bibin em diçûn pirtukxaneyan û me bi seetan lêkolîn dikir.” Bi rastî jî mezinên me di van gotinên xwe de mafdar bûn. Di wextê me de Google bi pêşket û êdî her tişt bi qasî tikandinekê nêzî me bû. Piştî dîtina înternetê (ya rastî bikaranîna wê) ji bo hînbûnê deriyeke nû vebû û li gorî berê gelek hêsantir bû. Dewr û dewran guherî û tişteke nû derket holê: Hişê Çêkirî (Artificial Intelligence)!
Filan û bêvan em werin ser mijara xwe, ez ê di vê nivîsa xwe de hinekî behsa hişeke çêkirî bikim. Navê wê NotebookLM e. Hişeke çêkirî ya Googleê ye. Bi kurtasî ji 3 beşa pêk tê: Çavkanî, sohbet û studyo. Hûn dikarin çavkanîyên xwe (wek PDF, deng, wêne, malper, youtube û nivîsên ku we kopî kiriye) li vê sepanê zêde bikin. Piştre jî hûnê feydeya NotebookLMê bibînin.

Piştî ku we çavkanî yên xwe li sepanê zêdekir hûn dikarin di derheqê van çavkaniyan de, di studio de, kurtasîya bi deng (wekî podcast), vîdeo, test, infografîk, slayt û hwd. çêbikin. Ji xeynî wê di beşa sohbetê de hûn dikarin li ser çavkanî yen xwe de pirsa bipirsin. Bi vî rengî dê pêvajoya hînbûnê zûtir bibe.
Çavkanî yên we bi kîjan zimanî bin jî ferq nake. Zimanê sepana we kîjan be dê bersiva pirsên we û tiştên ku we di studyo de çêkir jî dê bi wî zimanî be. Mixabin niha NotebookLM piştgirî nade zimanê Kurdî.

Çi ferqa NotebookLMê ji ChatGpt û Gemînî heye?
Sepanên weke ChatGpt, Gemini û DeepSeek gelekî berfirehin û car caran agahiyên ku em naxwazin dide lê NotebookLM ne wisa ye. Tu kîjan çavkaniyê bidî, ew ê derbarê wê de agahî bide te. Yanî em dikarin bibêjin NotebookLM hinekî bi taybet e. Ji ber vê yekê heger hûn bixwazin di derheqê tiştekî de lêkolîn bikin tiştê ku divê hûn bikin tenê dîtina çavkaniyan û komkirina wa ye.
Mahmut Yagmahan
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…