Her Tiştekî Wextê Xwe Heye

Demsal bi me dide zanîn ku her tiştekî wext û armanceke xwe heye; ji bo amedehiyê, ji bo berdana reh û rîçalan, ji bo çandinê, ji bo mezinbûnê û ji bo dirûn û palehiyê…

Her tiştekî wextê xwe heye.

Ti tişt tesadufî nîne.

Tu jî ne tesadufek î.

Ji bo armancekê li vir î.

Qedereke te heye; pîvan û wext…

Jiyan mafê te ye. Lê belê kurt e. Wek çivîkekê di nav lepên te de dê bifire û biçe.

Tu berpirsyarê gelek tiştan î.

Divê tu berpirsiyariya xwe ti car jibîr nekî, bi pişt guhê xwe ve neavêjî û bînî cih.

Bi vî awayî tu dê li ser rûyê erdî rê û rêça xwe xêz bikî û li dû xwe bihêlî.

Jiyan te mezintir û kûrtir e. Vî tiştî jî baş bizane.

Hezkirin, hînbûn, xebat, afirandin, destgirtin û bi hev re pêşveçûn…

Ev dergehên xelasbûnê ne.

Heke tu bixwazî zêdetir bijîyî û nemir bî, divê tu van dergehan vekî û tê re bibihurî.

Ji bo paşerojeke mezintir.

Ji bo sedemeke mezintir.

Ji bo armanceke mezintir.

Jiyan dixwaze tu bizanî ku tu perçeyekî tiştekî mezintir î.

Tu di gerdûneke pirr mezin de dijiyî û perçeyek ji wê yî.

Gerdûn jî stranek e. Wateya vê eva ye.

Stran bixwe jî bi tesadufî nayên nivîsîn.

Stran bi reng û awayekî afirîner, bi nota û peywendiya wê ve tê sazkirin.

Ji ber vê yekê her stranek afirînerekî/e xwe heye.

Tu lewn û teşeyekî ji afirineriyê.

Jiyan di derbareyê te de ye!

Di derbareyê hevkarî û alikariya te ya di vê stranê de ye.

Di derbareyê ku lutkeya behreya xwe bikar binî û rola xwe bînî cih.

Di derbareyê balakirina yên din de ye.

Di derbareyê Xwedê û armanca afirandina te de ye.

Derbareyê yekbûna Te, Xwedê û ya di Stranê de ye.

Ya bi karê destê te dê ji te bê pirsîn.

Jibîr neke.

Jiyan çîroka te ye û deftera te dê daynin kefa destê te.

Êdî tu bi kêfa xwe yî ji bo ku tu di vê çîrokê de bibî lehengekî rû-resen.

Ersin Tek

Derbar Ersîn Tek

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply