Bêjin Gulêya “kil û hine nete”

Berken Bereh

Yeqîn H. piştî pirtûkên xwe Beytik û Elîfbêtkê niha jî bi Kil û Hine Netê’yê silavek da cima eta şair û şi’ra Kurdî û xwendevanên wê. Digel ku derheqê şêwaz, deng, reng û vegêrana wî ya taybet de agahdar im jî min rûpelên Kil û Hine Netê’yê bi heyecan û meraqekê qulipandin û bi her şi’rekê re tê giham ku şairê me yê bi reng û dirûv û vegêrana xwe hewl dide bibe xwe, bi vê pirtûka xwe cihê xwe di wargeha şi’ra Kurdî de qayîm lê kiriye û xweserî û reseniya xwe bi tapû kiriye.

Helbet bo helbestvanekî ev resenî êdî nasna meya şairiya wî ye. Em şi’ra wî li ku derê bibînin an jî pêjna wî li ku derê bê me, em dê bizanibin ku ew Yeqîn H. ye; bêyî ku em wî bibînin. Yanî kengî navê wî li ber guhê me bikeve, dê yekser şi’ra wî ya bûyî wekî cil û bergê li ser mankenekî yê dilbijian dinê dê bête ber çav û guhê me.

Bêguman ez van gotinan ne ji ber hestyarî yan balkêşandinê lê ji ber qedirdayîna şi’ra Kurdî di bêjim. Lew di roja îroyîn de, êdî pêjna şi’ra Kurdî gelekî ji dûr û ji kûrahiyekê tê. Û bi min divê em êdî fêkî û sebzeyên li baxçeyê şi’ra xwe bi gorî reng, deng, bejn û bal, kulîlk û sûdewariya wan bi senifînin da ku bikaribin wê zincîreya rabirdûya şi’ra xwe bi hev ve girêbidin û hem jî bo nifşên nû û ciwanên dest bi şi’rê bikin bibine alîkar.

Helbet bo şairek bikaribe bibe endamekî beloq ê vî baxçeyî, divê xwedî çend wesfên cuda bin; ke sayet, resenî, xwebûn û hwd…

Kesayet ew tişt e ku mirov xwe wekî xwe bibîne û cudahiya xwe ya ji her kesekî din qebûl bike, ango bipejirîne. Lê ev bi tena serê xwe jî têra xwebûneke taybet nake. Divê tu digel çêyî û kêmayiyên xwe bi şikl û dirûv bigirî û jiyanê bi gorî van xislet û tay betmendiyên xwe bi mane bikî. Û ev bibe nihêrin û rêbaza te ya bi jiyanê re.

Di şi’ra “bêjine gulê” de, hîs û hîsiyata kesekî ya li hemberî gulê bi awayek jidil, ango bi qewlê şair fesîh, hatiye vegotin. Em baş zanin gul di şi’rê de hem wekî kulîlk û hem jî wekî sembol li beram berî xoşewîst an fikr û ramanê tê bi kar anîn. Di vê şi’rê de, bi risteya “li darê dinyê fer e gul -ne zo” li me dide teqezkirin ku gul her yek e; çi wekî gul, çi wekî yar û çi wekî idea. Du gulên wekî hev nîn in. Helbet bi awayek felsefîk jî ev rast e. Her wiha her kes bi awayekî û bi çavekî din li gula xwe dinê re. Lew hatiye gotin “însan e, dil dide gulê jî û dil dide bişkulê jî” û her kes bi yarka xwe dilxweş e, bextewar e. Yeqîn H. bi gotina “misk ew e ember w’ezo” gula ku jê qest e ji me re aşkere dike ku ew gul jineke, ne gula gul e.

Hin caran mirov xwe neçar hîs dike ku êş û jan an jî coş û peroşa xwe bi hinên din re parve bike da ku hem êşa xwe kêmtir bike û hem jî bête zanîn bê çendîn dilsoz, hestyar, jidil, bi vîn û daxwazkar e. Yeqîn jî tam vê dike: “fesîh vebêjinê, û kin -ne dirêj! /li vir va’y ez wê kat dikim bi kurmancî -bêerêna”, digel ku dilê xwe ji yara xwe re vekiriye û evîna xwe jê re bi ber firehî vegotiye jî, dixwaze me jî bike parçeyekî vê evînê û pîrozî û mezinahiya wê ragihîne. Kiraseke mît û mîstîzmê lê bike. Jixwe di risteya dî de “bi miske mista wê, sertaser porê Leylê.” Qest ji vê ristê ew Leylaya Mecnûn e.

Ew xezal, ew delal, ew banûya xemrevîn a Yeqîn, diyar e hê neha tiye rayê, dudil e. Lê negotiye na jî. Weku lazim e qewl û wext guncav be. Lê ew ji me re dibêje: “betal e qewlê wê û zemên /helal e helbet şîrê wê… çima? Lew danûs tendinek çêbûye/heye di navbera wan de. Ji hev hay dar û agahdar in: “û destên wê ax, destên wê germtirin ji axê.” Nabe ku ev neçe serî, ji bilî mirinê. Sedem jî ev e: “destên wê germtirin ji axê.”

Ax, wekî element bingeh û avakara jiyanê ye, kana vejîn û bereketê ye. Bêyî axê tu giyanewer nikare bijî. Yeqîn jî wê dike sedem û bingeha jiyana xwe.

Ev gotin û lihevanînên hunerî û jidil têrê nake, berdewam vedibêje, ranaweste, hê kêm e divê bête gotin. Divê tu tiştek di dil de nemîne, da ew bizane û bigihê wê rastiyê ku Mem û Mecnûn e:

“bêjinê, ne firek av e navê wê

ne hetav e ne xwê

hebe nebe oxma nanekî bi nişa ye

Xwe dispêre çand û kelepora xwe, bi gorî îmaj û sembolên wê neçariya xwe vedibêje: “ne firek av e…” û bi diyariyeke taybet a hêmayî “oxma nanekî bi nişa” hem mebest û armanca xwe û hem jî li hê maya Kurdî zêde dike.

Di dawiyê de wê gula “wî jê qest e” cihê xwe dide “gul”ek din ku her kes evîndar, daxwazkar û birîn darê wê ye:

Û jê re bêjin, ey gul, ey gula ku sortir e ji devê birînê

bêhna kîjan heyamê ji te tê, yarka kê?

Ev gul, guleke wisa ye ku fer e, misk e, şîrîn e, nişa ye û ji devê birînê sortir e. Heyam ne diyar e, yar ne diyar… Ev wesf û taybetiyên gula Yeqîn ew tişt in ku bi pêjn û hestkirinê tên hîs kirin. Ev awayê hîskirinê jî bi xûy û xisletê şair ve girêdayî ye. Dibin berdevkê kesayet û ruh û giyanê wî.

Ji xwe bi giştî dema pirtûk tê xwendin, ew dilzîzî, hestyarî, neçari ya li hember hin qewimînan (mirina birayî, qereçî, A.A., mîro, alya aşiq…) tê dîtin:

Ket zimanê zemên, nema hiltê

dev kavil e

bêhavil e… ku berê rîwayetek bû… bi devê te navê min nema hiltê…

Ne mêvan im, ne malxwê

Ne nan im,ne xwê… û her dereng e, dereng mayîn e, birîn e.

Yeqîn bi zimanê xwe yê rewan, sade û havênê xwe yê ji dengbêjiya Kurdî meyandî û li ser norm, pîvan û hişekî modern ava kirî giha ye asta kamilbûnê û bûye xwe; bi silavdayîna Den gbêj Şakiro, Arjen Arî, İlhamî Özer, Berken Bereh, Serhat Hemdem, Miradê Miradan. Dixwaze bibêje: Ez ji vê axê me û li ser vê axê şîn bûme û bi şîrê wê mezin bûme. Bi vê jî ew dibe stûnek û pireke qayîm bo şi’ra me ya Kurdî.

Birîna Yeqîn H. bi qasî ya takekesî ye, ya mi rovahiyê ye jî. Yeqîn im, ewê bi dengê xwe yî zîz, bi dilê xwe yî henûn û tijî kul û keser û bi hêviya xwe ya xurt, bi her zimanî û li her we latî bi hogirî, bi biratî û dostane bê pêşwazî kirin. Ev yek jî serbilindiyeke şi’ra me ye. “kil û hine netê”yê bixwînin û hembêz bikin!

Jimara 172an a Nûbiharê, r: 18-19

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Macirê – Ji Deftera Kurmancî | 1

Macirê, destê wê li ser trabzanên şaneşînê ku berê wê li çiyê bû, bi porê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *