“ Ji bo bibîrxistina Şêx Mehşuq Xeznewî û yên mîna wî re dîyarî ye.”
“Ey ehmeqên bê taştê.! Em dibên em ferdên ûmmetê ne em ne kerên ûmmetê ne.”
Mele Mitor serê wî di ber wî de darik di destan de ber xwe vedida. Mîna mecnûnekî tikî tenê li bayê banekî bê ser û ber xwe winda bike haya wî ji derdorê tunebû. Wisa bi darik erd vedida dê wê bihata gotin ku li bayê banan erdê dikole û ji bo avê ji binê erdê derxe; ger çiqasî ne ji bo derxistina avê bû jî bi wî darikê ku erd dikola fikr û raman tev dida ji bo pêşî roja gelê xwe.
Ji nişkave Kemo Rûto li ber radiweste û bi dengê xwe yê fismirandî Mele Mitor cifiland.
Kemo Rûto:
- Xêr e tu çerdikî lo Mele Mitor (bi kenekî mîna kenê qehpikekê) hey tu ber xwe vedidî. Tirsa min ji wê tirsê ye ku carekê tu çal bibe di wan kortikê ku tu dikolî.
Mele Mitor serê xwe radike tîrojên rojê dikeve çavan ji ber vî yekê destê xwe dide ber çavên xwe, çavek girtî û yek vekirî Kemo Rûto dibersivîne.
Mele Mitor:
- Li te xêr e, tu çi dibêjî Kemo Ruto? Her di serî de li xwe mêzeke. Ji dêleva ku tê xema min bixwî tu xema xwe bixwe. Navê te badî hewa nehatiye gotin ku ji te re dibêjin Kemo Rûto. Bi ser wereqakê de fisekekê tu dikî û ne heft cara heftê hezar car jî tu bîhn dikî. A baş ew e; ku mirov nekeve gora kesekî; ku mirov têkeve gora xwe.
Kemo Rûto:
- Çima te xwe wanî aciz kir. Min tiştek negot; min fam nekir çima te xwe aciz kir.
Mele Mitor:
– Ji xwe yê wek we haya wan ji tiştekî tine û bi tiştekî nizanin. Haya wan ji bayê felekê nîne lê her tim û her gav gewza wan fireh e û xwe dişibînin Mîra.
Kemo Rûto:
-Te xêr e hewqas dirêj dikî. Min henek kir û min got kanî bêje tu çi dikî. Lê te me li pirsa me poşman kir.
Mele Mitor:
-Na Kemo Rûto wer nebêje, ez ne zarokim ez zanim tu çi qest dikî. Lê tu baş bizanibe ê mîna min ji yek û diduwa xwe danayên. Emê her tim û her gav wek xwe bin kî çi dike bila bike em ji ser fikr û ramanên xwe venagerin. Ya din jî eger birastî meqseda te ne ev yek bûya tê beriya her tiştî wek mirovan û camêran te yê silava Xwedê bidaya.
Kemo Rûto navê wî yê rastî Bekir bû. Cîranê Mele Mitor bû. Ji bo xatirê bîrdoziyê ew û Mele Mitor li hev nedikirin. Wata navê Kemo yanî hatiye kem kirin (kesên gûh jê kiriye). Ji ber kirinek wî yên şermendebûyî gûhê wî hatibû çerpandin. Wata Rûto kesên ku tazî, birçî bê mecal e. Kemo Rûto yanî Bekir bi xwe stêrkekî wî jî li izman tune bû. Yekî her tîm û daîm qirika wî bi qûl û gewriya wî vekirî bû.
Li ser vê niqaşê bû niçe niça Kemo Rûto, serê xwe kuta ber xwe û bi rêya xwe ve çû.
Mele Mitor navê wî yên rastîn Mele Mehşûq bû. Ji ber ku tim û dayim li ser mitorê kar û barên rêxistin û tevgera netewî dikir gundiya bernavka Mele Mitor lê kiribûn. Lebelê ew ji ber vê bernavkê aciz nedibû.
Mele Mitor ji ber ku kesekî welat parêz bû gelek sofî jê aciz dibûn ji hevre digotin “Qaşo şêx e mele ye doza Kurdayetiyê diajo. Em tevda misilmana biranin Kurd çi ye Ereb çi ye; Tirk û Faris çi ye em tevde misilmanin, biranin.” Dema ev yek li ber mele dihat gotin çav di serî de dilîst; tirma sere wî bîst û pênç metroyan bi hewa diket û wisa wan dibersivand:
-Ey sofîyên cahil û bê mejî, hûn çima bibextiyê dikin li dînê Îslamê. Çima hûn koletî û biratiyê tev li hev dikin. Min kengî gotiye mafên Tirk, Ereb û Farisan tune ye, bê rûmet û bê şeref bijîn; zilm û zordariyê li wan bikin. Bi şev bi roj çi gavê çi demê min wisa gotiye? Ez dibêm em jî wek wan; ew çawa li ser xaka xwe mîna netew dijîn, em Kurd jî li ser xaka xwe wisa bijîn. Mafê kesî li ser me tune ye ku çi li ser navê olê çi li ser felsefeyên din me bixapînin. Îro gelê me li ser navê Îslamê û ronahiya herdu dinya; li ser navê cenabê pêxember tên xapandin. Ez vêya dibêm; bi Kurd û Kurmancî êdî bese, em jî wek gelên ser rukarê cihanê li ser xaka xwe azad û ser bixwe bijîn. Em doza dagirgeriya welatê tu kesî nakin em mafên tu netewan bin pê nakin hew em mafên xwe dixwazin. Ey ehmeqên bê taştê! Em dibên em ferdên ûmmetê ne em ne kerên ûmmetê ne.
Lê Mele Mitor wan nerazîbûnan û wan galgal û gotinên li dij xwe dixist vî gûhî di gûhê din re derdixist; ji yek û diduwa xwe dane diket. Her roj li ser mitorê vir de û wir de diçû civîna, ciwan li hev kom dikir; kovar, rojname agahiyên li cihanê qewimîne, agahiyên eniyên şer yên di nava pêşmerga û dagirkeran de radigehand gel. Carna bi alimên welatparêz re diket nava dan û stendinê carna jî bi melê ku propaganda dagirkeran dikirin li ser navê din pozê wan difirkand. Ha li vir û ha li wir, ji bo gelê xwe dixebitî. Heyanî nîvê şevan ewê li ber find û lokizan di derbarên tekoşîna gelê xwe de ji dîrokê bigre hetanî erdnîgarî, felsefe, ziman, ol, çandê hwd. de gelek tişt dinivîsî û gelê xwe şiyar dikir.
Mele Mitor û mele yên dewleta dagirker Mele Feteh ku dihatin ba hev gelekî diketin qirika hevudu. Mele Mitor mafên gelê xwe diparast; melê dewleta dagirker jî dewleta dagirker meth dikir û diparast. Ji ber ku Mele Feteh gelekî li xweş û kêfa xwe digeriya, heçê kesê ku wî nas dikir dema li ba wan behsa navê Mele Feteh dibû kesekî jê re ne digot Mele Feteh tim û daîm bi bernaviya Mele Merteh dihat gotin.
Dema havînê dinya germ dibû tevdeka zilamên gund; ciwan û kal tev de li ser mêrga Bilbilê kom dibûn. Mêrga Bilbilê mêrgek fireh heyanî dilê mirova bixwesta fireh bû, li hêla jor rex mêrgê cihoka avê ku tevdeka gundiya pê avdaniyê xwe dikirin û derbas dibû. Cihok bi qandî navekê kur û li der dora sê mitroyan fireh bû. Li jêra mêrgê jî ava çem bi qandî ava pênc aşa çem diherikî. Di nava mêrgê jî de kanî diherikî ava jê dihat wek ava qeşê cemidî û mîna çavên kewa zelal bû; şijikên di bin avê de dihat jimartin. Firêza ser mêrgê sê tilî bilind bû. Der dora mêrgê jî ji gulên cûca bigre heyanî gulên sor yên herê bi bêhn, ji gulên Muhemedkî bigre heyanî rihana Qids û meknesên Hecê hatibûn çandin. Ji ber darên gûzan û yên tuya bilind û fireh ku deqa tavê derbasî erdê nedibû ser mêrgê sî digirt.
Piştî Mele Mitor nimêja xwe ya nivro kir û firavîna xwe xwar û pêve ji malê derket û berê xwe da ser Mêrga Bilbilê. Mîna mêş û gêrîkên ku xwe li şêranî bigrin an jî mîna marên ku xwe ji qûlê berde zilamên gund yeko yek xwe ji malen xwe berdan û berê xwe dan ser Mêrga Bilbilê.
Her ku dem diçû li ser mêrgê gundî zêdebûn. Jixwe ne gundî bi tenê tevdeka bajêr jî bihatana li ser mêrgê cihê vala wê hebûya. Di heman demê de jî Mêrga Bilbilê cihê odeya gund digirt, wezifeya odeya gund didît. Ji bo vê yekê gûmgûmê qehwê û fincanên qehwê jî ji serê havînê heyanî dawiya meha payizê ya navîn jî li ser mêrgê bû.
Li ser Mêrga Bilbilê gelek gundî li hev hewiyabûn. Mele Feteh jî tizbiya sed û yekê di desta de riha wî mîna tûrekî bergila li ber dev li se rêya Mêrga Bilbilê teker mekerî serberjêr dibû. Dema Mele Feteh hat ser mêrgê dît ku Mele Mitor jî li ser mêrgê yê rûçkê Mele Feteh bû mîna ziqûmê mîna tupişka ku lê bê tif kirin rû lê tirş bû. Mele Mitor di rûyê Mele Feteh derxist ku ji bona wî wanî mirûz lê dahilya bû. Mele Feteh bi me’dekî tirş silav da civatê.
Mele Feteh:
-Selamûn Eleykum ceme’et.
Gundiya jî û Mele Mitor jî silava wî lê vegerandin. Mele Feteh çû li hember Mele Mitor rûnişt. Piştî ku Mele Feteh hat û pêve li civatê behsa debara gundiya behsa sewalan û çandiniyê bû, li ser pirsgirêk û teşqeleyên gund civat geriya bû. Ta ku heyanî nûçeyên navarojê ya nûçeyên radyo destpêkir. Di nûçan de behsa alozî û şerên di navbera şervanên Kurd pêşmergeyan û leşkerên dewleta dagirker bû. Piştî nûçe qediya û pêve peyvek ji vir de û yek ji wir de Mele Feteh peyv anî ser şer û pevçûnên ku di navbera dewleta dagirger û pêşmergeyan de qewimiye.
Mele Feteh bi awayekî ji xwe razî di destek de tizbî, destek wî jî di nava riha wî de, her mûyek riha wî jî ku şeytanek di bin de ku bi her mûyekî sazekî lê dixe wê riha xwe ya ku ji bo xapandin û fitnebaziyê berda bû tev dida. Merev digot her ku riha xwe tev dide mîna bişkulê pez fitne û fesadî ji nav riha wî di weşiya. Tev li vê yekê dest bi axaftinê kir:
Mele Feteh:
-Ya Rebî tu çêke. Tu vê fitneya di navbera me Mûsilmanan de derxîn. Ev fitneya ku kafir bera nav me dane tu me li hember vê feq û kemînê şiyar bike. Kanî evanê cahil, nizanin gûnehkar ku bûne destik ji kafiran re çi dozê li vê dewleta reben dikin. Ma dewletê çi bi me kiriye. Heçê kesên ku di nava vî şerî de ne wê çawa Xwedê wan îflah bike. Heçê kesên ku bêje ez Misilmanim çawa xwîna birayê xwe misilman dirijînin.
Mele Feteh devê xwe vekir û bê firên pê de çû. Mele Feteh dema dipeyivî di bin çavan re li Mele Mitor mêze dikir. Mele Mitor qûrte qûrt lê ket firnikê poza lê fireh bû reş û şîn bû. Mîna kesên ku ketibe ber pêlên deryayê û bi zorê xwe li ber pêla bigre Mele Mitor di ber halê xwe dida ji bo ku nepeyive. Na weleh a dawî Mele Mitor hew xwe girt mîna bimba ku biteqe rabû ser çong û nîvê birmîn pê ket.
Mele Mitor:
-Mele Merteh tu ji me re behsa çi dikî. Biratiya çi û halê çi. Peşmerga kafir û cahil in; pêlîstoka nav desta ne yan dewleta dagirker zalim û zordar û Xwedê nenas e. Çi karê wan li ser xaka me heye. Pêşmerge heyanî nûha êrîş ser malê kê kirine dest avêtine namûsa kê. Doza ax û welatê kê kirine? Bese bes ji Xwedê bitirse. Ji bo du kurtêlên ku mîna davêjin ji kuçika re davêjin ber we; tu û ê mîna te ji bo xatirê wan kurtêlana xwe ji rêya Xwedê davêjin. Mirin heye mirin. Bila ne çar kurtêl bila tevda dinyê bidin we. Ê mîna we xwedyê kujûlan e. Kujûlkoo! Dawiya dawiyê du metro kefen û gora hişkî teng û tarî li pêş me heye. Sibê çar rojên din ne tê têkevî navbera du kevira, têkevî bin zikê erdê wê xelk le’netê li gora we bibarînin.
Mele Feteh:
-Xêr e Mele Mitor? Çima tu wisa xwe aciz dikî, tiştê rast bi zora te diçe. Tu mele yî tu zana û xwenda yî. Divê tu bibî mînak ji bo ciwanan lê tu û ê wek te dibe sebeba xerabiyê. Tu baş dizanî ku kesek, kesekî ji agrê dojehê xelas nake. Ji bo min ola min di pêşiya netew û qewmiyetê de ye. Netewa min; min ji agrê dojehê xelas nake, ol û baweriya min wê min ji agir xelas ke. Tu jî baş dizanî ku di deheqên nijadperestiyê de hedîsa pêxemeber Eleyhûsselam heye ‘’Heçê kesên ku nijadperstiyê bikin ne ji ûmmetta min e.’’ gotiye.
Mele Mitor:
-Mele Merteh dibêjî heçê nijadperestiyê bike yanî heçê kesên ku zilm û zorê li qewmên cûda bikin tu vê ya rast dibêjî; çima tu hedîsa ku dibêje; kesên înkara qewmê xwe bikin ne ji me ye tu vêya nabêjî.
-Di kîjan ayet û hedîsê de di kîjan emr û fermana Xwedê de dibêje ol û netew li dij hevin. De ji min re bêje ol û netew li pêş hevudu asteng e? Melayê Cizîrî, Şêx Ehmedê Xanê, Şêx Se’îd û niha jî Mele Mistefa qey ne oldar bûn ku ji bo doz û mafên gelê xwe bi şev û roj dixebitîn?
-Derdê we û mesela we ne oldarîbûne; pirsgirêka we, ji dema ku çavên we li darê dinyê vebûye we tim û daîm darê zilm û zorê li ser serê xwe dîtîye; koledarî û bendebûn ketiye nava mejiyê hestiyê we û bûye mîna nexweşiyê di canê we de. Heya ku hûn xwe ji vê nexweşiyê xelaskin mesele ye.
-Îca hela dev ji her tiştî bigere, çima te birazyên xwe yê sêwî ji mîratê mehrûm kiriye. Birazyên te ji nêza (birçîbûn) dimrin tu li ser para bavên wan runiştiyî û te dehl, rez, erd û xanî dest daniye ser. Tu hewqas misilman, biwijdan û biîman î?
Mele Feteh:
-Mele Mitor çima min ji wan sitendiye, bavê min ji birayê min aciz bû, malê xwe neda wî û mal anî ser navê min. A didiwa jî ev pirsgirêk bi serê te neketiye ev mesela nav mala me ye, te eleqeder nake.
Mele Mitor:
-Tiştê neyê hisabê te tu yê wisa bibêjî. Ne te digot em misilman birayê hevin em tevdek wek hevin. Qey birayê te û zarwê xwe ne misilman in û hûn ne ji yek dê û bavî ne.
Hîn herdu mele wisa ku ketibûn qirka hevdu Lawîno û Reso kef bi ser devê wan ketiye şirte şirta xwêdanê ji enya wan tê, hatin ser mêrgê bêyî ku herdu jî silavê bidin. Lawîno peyivî:
-Reso, Reso hela bes bipeyve va ye du mele li vir hazirin emê mesela xwe ji wan re bibêjin bila ew derbarê mesela me de qerarekê bidin. Baş e?
Reso:
-Baş e. Ew çi bibêjin min qebûle.
Li ser vê axaftinên Lawîno û Reso, civata ser mêrgê sekinîne ji xwe re li devê wan mêze dikin hewl didin ku mesela wan fam bikin bêje ka mesele çi ye. Wek hercar Mele Feteh jîrik di pêşiyê de bazda û xwe avêt nava peyvê.
Mele Feteh:
-Camêrno hela bêhna xwe vekin, kanî mesela xwe ji me re bêjin tiştê ji dest me bê em ji bo we bikin.
Lawîno:
-Seyda min pere bi zêdayî ji 25ê meha 6a daye Reso heyanî 1ê meha 8a. Ew jî dibêje na ne heyanî 1ê meha 8a ye; heya 8ê meha 10a ye.
Reso:
-Seyda dema me vê bazara kir kesek li ba me ne hazir bû. Tu jî dizanî dema dozek çê bibe an sond an jî şahid divê. Li ba me şahid tune bû; ez jî jê re dibêjim ku ezê ji te re sond bixwûm ku wextê min û te heyanî 8ê meha 10a bû. Ji vê yekê û pêve tiştekî din heye ku em bikin.
Lawîno, Reso û Mele Feteh bi hevre wisa dipeyîvîn Mele Mitor bê deng ji xwe re li wan mêze dikir. Her carê jî Mele Feteh di bin çavan re li Mele Mitor temaşe dikir. Hem ji ber meraqê hem jî ji tirsa nedizanî bû ku wê Mele Mitor çawa bertek nişan bide.
Mele Feteh:
-Lawîno tiştê Reso dibêje rast e. Ya şahid û ya jî sond e. Li gor ku şahid tune ye divê hûnê sond bixwin.
Lawîno berê wî li Mele Feteh pişta wî li Mele Mitor bû. Dema Mele Feteh wisa got û pêve, Lawîno li ser milê xwe li hêla Mele Mitor dizîvire û ji Mele Mitor dipirse:
Lawîno:
-Apê Seyda tu çi dibêjî?
Li ser vê pirsa Lawîno hêsir ji çavan herikî û kela girî ket qirikê.
Mele Mitor:
-Wax li min wax! Mirovên me ketine çi halî. Niç niç niç!
Lawîno:
-Çer bû apê seyda çima tu dikî niçe niç.
Mele Mitor:
-Çawa ezê nekim niçe niç. Hûn dibêjin me pere bi zêdayî daye hev û hûn li ser wextê dana wê li hev nakin, li ser vê yekê hûn hevdu dibin ber sondê. Yanî hûn navê Xwedê û pêxember dikin şahidê selef û faîza xwe û ê vê rêyê dide ber we qaşo mele yî, warisê Pêxember Eleyhêselatûselam e. Xwedêyo em ketin çi rewşê ketine çi dewrê. Êdî tiştekî ku ez bibêjim nema, sekna min a li vê derê heram e.
Piştî Mele Mitor wisa got û pêve bi kerb rabû ser xwe û ji ser mêrgê da ket rê û hat mala xwe.
Mele Mitor wisa got û pêve ji nava civatê berê xwe da malê civat jî wek miriyê ku serê wan li kevrê gorê keve hîn nû li xwe haybûn, yek li qûlê çavên ê din mêze kir. Heçê kesên li wir hazir vine vin bi wan ket. Hinek ji wan digot weleh em gelekî nizanin; hineka digot ji îro û pêve ez nema li pê Mele Feteh nimêj dikim, hineka jî digot mele ye ku wisa bi axive belkî heya vê gavê di pêşya me de bê desmêj nimêj dikir. Civat bû mîna pezê gûr têkeva nava wan her yek bi derekê ve teriqîn. Bi derbekê civat bela bû û li ser mêrgê kesek nema.
Çend roj derbas bû ceme’eta li dûv Mele Feteh kêm bû. Her çû êdî kesek li dûv Mele Feteh nimêj ne dikirin. Ji ber vê yekê Mele Feteh hew tune bû ku mîna hût biteqe ji kerba. Mîna mirîşka hêk pêre be vir de û wir de diçû û dihat, dikir qareqar fort li Mele Mitor dikir. Lê êdî kesekî rû nedida wî. Poz bi wî nedixistin.
Mele Mitor mirovekî dirêj esmer û diranê wî jî sipî bûn. Kincên li xwe dikir her tim tirmak sipî a meletiyê û kirasek dirêj yek perçe heya ser gwîzika çongê xwe berdide, qûtikek reş jî bi ser fîstanê xwe yê sipî li xwe dikir. Ji ber vê yekê hin kesan li ser Mele Mitor ev qinik gotibûn.
“ Hor hor hor Apê Mele Mitor
Gava bi hêrs dibe
Bejna ziravî dirêj li erdê digendire mîna gindor
Hor hor hor Apê Mele Mitor
Daw û delinga li bake
Dawa xwe tije xwelî û ka ke
Wê ka û xweliyê bi serê xerab û nepaka ve dake.
Hor hor Apê Mele Mitor.”
Ji ber ku Mele Mitor bejin dirêj û kincên sipî ( gewr) li xwe dikir gundiya dema çav li leglegan dikirin ji hevre li ser leglega digotin awa ye Apê Mele Mitor.
Heta carekê Mele Mitor dema xwe bera ser pehnava çem dide li ber gûmeyekî mezin desmêj digre; çend zarokên gundî jî di ser wî re ji xwe re li rex çem masî digirtin û awira wan zarokan bi komek legleg dikeve û zarok qîrê leglega dikin û deng bi hev dixin:
“Hor hor hor Apê Mele Mitor
Gava bi hêrs dibe, bejna ziravî dirêj li erdê digendire mîna gindor
Hor hor hor Apê Mele Mitor
Daw û delinga li bake
Dawa xwe tije xwelî û ka ke
Wê ka û xweliyê bi serê xerab û nepaka ve dake.
Hor hor Apê Mele Mitor.”
Dema zarok wisa deng bi hev dixin û qîrînê leglega dikin Mele Mitor hêdîka ji ber gûmê ji jêra zarokan radibe ser xwe û bangî zarokan dike.
Mele Mitor: “Belê xortên delal kerem kin hûn çi dibêjin?”
Dema wisa ji nişkave Mele Mitor di ber wan de derdikeve wan rebenkê zarokan ji fediya soro moro dibin êdî nema dizanin wê çi bibêjin devê wan dikeve tev.
Li ser vê rewşê Mele Mitor bi ken ji zarokan re wisa dibêje: “Gelî xwarz û birazyan divê ne xweliyê bi tenê teniya bi dohn a Helebê emê bi serê wan ve da kin.”
Mele Mitor ji bo ku wan ji ber fedyê derxe diçe ba wan li masiyê zarokan yê ku ji çem girtibûn mêze kir. Hinekî bi wan re axivî û pêve destê xwe di serê wan da û dilê wan xweş kir.
Rojekê serê sibehînê hîn roj xûya nedikir carekê terpe repek tê guhên Mele Mitor. Mele Mitor derdikeve hewşê ku mêzeke bêje çi qewimiye bi derketina xwe re qûrpîn ji ber çavan tê û li dora xwe tewş dibe û dikeve erdê. Hatina ku bi ser hişê xwe ve tê dibîne çawa leşkerên dagirker mîna qeflên berazan dora wî û gund tevde pêçane û ji ber ku wî jî bi erdê re kaş kirine anîne rasta gund, kincên wî tevde bûye herî û laşê wî tevde bûye birîn.
Leşkerên dagirker dema dibînin ku Mele Mitor biser hişê xwe ve tê ser fermandarên wan radihêje çewalên kovar, rojname û pirtukan li ser çavên mele dixe û jê re dibêje “Tu alîkariya xayinan dikî. Tu dizanî ji bo van tiştan tê çi cezayê bixwî. Tev li vê yekê bi pihîna li Mele dixin. Dema hevjîna wî Gewrê xwe bi ser Mele ve davêje radihêjin Mele û hevjîna wî tevde wan dixin maşîneyên leşkeran Mele û hevjîna wî tevde desteser dikin. Ji wê rojê û pêve kesekî tu xeber ne ji mele û ne ji hevjîna wî hat girtin.
Sal mîna avê derbas dibin. Hema bêje mirov çavên xwe bigre û vekî dibîne ku emir xelas bûye. Di ser desteser kirina mele û hevjîna melê re panzdeh- bîst sal derbas bibûn.
Destpêka biharê ye. Bêhna ax û gihayan û hewayê wek bêhna bihûştê bela dibû. Vê carê herkes li ser karê xwe di nava baxçeyan de li ber dengê bilbil û balîndeyan hwd. dixebitîn. Gundî dibînin ku maşîneyên leşkeriyê wek keriyê pezên reş rêzbûne û ber bi gund ve hildikşên. Tevda gundiyan bi kêf û heyecan çûn wan pêşwazî bikin. Dema gundî hatin wan pêşwazî bikin dîtin fermandar ji maşînê da dikeve û keserek kur ji kezebê ve dikşîne. Bayê biharê bayekî hênik li ser çavên fermandar dixist her ku bayê biharê lê dida der mîna pêlên deryayê gûrme gûrma dilê wî bû û hestê wî gah radibû gah dadibû. Keyayê gund û gundiyan bi kêf û şanazî wî fermandarî pêşwazî kirin. Şahî hatin li darxistin xwarin hat rêz kirin.
Piştî xwarina xwe xwarin û pêve fermandar ji civakê re axivî:
-Gelî gundiya! Ez îro gelekî kêf xweş û şanazim ku di rojekî wisa de di nava gelê xwe de cejna xwe ya vejînê cejna Newrozê pîroz dikim. Îro ji ber ku ez gelekî şad û bextewarim ez divêm qeynê navbera min û Xwedê çar tilî nema ye. Îro bi berdêla gelek komkujî û berdelên gelek giran pênc perçê welat azad û serxwe bûye.
-Êdî tixubên bi mayin û têlên dirik ku welat hatibû pêçan bi destê dagirkeran îro azad û serbixwe ye. Êdî tu cûdahî û dûrbûnî di navbera rojava û rojhilat, bakur û başûr de nemaya. Her çar perçê welat azad e. Lê êdî divê bûhayê vê rewşê em dizanibin û vê rewşê êdî bes ji destê xwe berdin. Em şev û roja xwe bikin yek kar û xebatê bikin. Êdî birakujî, îxanet, şîn û hizin, xizanî û neçarî û bêkesîyê li ser vê axê konê wê ji bin ve xera bikin û ji bo carek din ev yek pêk neye; emê ev toqa naletê bişkînin. De êdî emê bixebitin ku heya roja qiyametê bila welatê me bibe bax û bîstan, ji dêleva xwendina pepûk û bûma; şarûn û bilbil bixwîne. Ji dêleva dêrandin û lorandinê bila stranên kêf û eşqê lê bidin. Bila tovên evîna Mem û Zîn, mêrxasiya Dewrêş û Edûlê zîl bidin. Bila rihê Ehmedê Xanê, Melayê Cizîrî û Şêx Ebdilqadirê Koyê di nava me de azad û serfiraz bigerin.
-Em rabirdûyên xwe jî ji bîr nekin û ji bo pêşî roja xwe jî her tim di nava kar û xebatê de bin. Pêşmêrî û şêrgeleyên me pêşmergeyên leheng bi tanq û top û çek, ciwanên me bi pênûs û pirtukên xwe, hûnermend bi hûnera xwe cotkar bi cotên xwe kal û pîr jî bi tecrûbe û diayên xwe ji bo welat û vî gelî di nava xebatê debin. Herkes ji ber xwe ve divê kevirekî li ser vî diwarî zêde bike.
-Min bibexşin hindirê me tevda tije ye ez dixwazim gelekî biaxivim lê ez zêde demê ji ber we zeft nekim gotinên xwe bi dawî dikim û ji bo gûhdar kirina we, we tevda sipas dikim, her tim şad û bextewar bin.
Kal û pîran rahiştin destmalên xwe hêsrên çavên xwe paqij kirin. Ciwanan dûrişme û halan berz kirin. Keç û bûkan deng bi hevxistin û lîlandin.
Serfermandar piştî vê qise kirinê heçî kesê li wir amade bûn heyanî ji wan hat li çepika xistin. Serfermandar piştî xwarina xwe xwarin û pêve zivirî ser kalekî rih sipî û ser bi koloz.
Fermandar:
-Xalê delal dilê min gelekî perwaz dide ku ez ala me ya ji xwîna bav û kalan ez di serê wî girê hanê de biçikînim. Dê wê kesek karibe ji me re rêbertiyê bike ji bona çûna rêya wî girê hanê.
Kalepîr:
– Tişt nabe berxê min ez dikarim bêm. Ezê bi xwe ji bo we rêbertiyê bikim.
Fermandar:
-Na xalê delal tu zehmet neke. An ciwanek bila bê an jî rêka wî girî şanî me bike bese.
Li ser vê yekê ew kale pîrî bangî ciwanekî gundî kir û ji fermandar re rêbertî kir.
Serfermandar her ku hildikşiya gûrme gûrma dengê dilê wî hîn zêdetir dibû. Dema gihaştin serê gir serfermandar hilmek kûr veda, paşê dema darê alê di erdê da çikand û got:
-Ax bavo ax dayê, hûn çer dikin çima deng ji we nayê!
Bi vê gotinê re hêsir ji çavan berda. Kesên li derdorê fam nekirin ji bo çi wisa rondik ji çavan herîkî. Heçê kesên li derdorê di cih de cemidîbûn.
Leşkerê ku li ba serfermandar bû got ser fermandarê min bi rastî jî li ser vî girî ev al çiqas xweşik difilfile û li ba dibe. Bi gotina wî leşkerî ew kesên ku di cih de cemidibûn cemîdandina wan û bêdengiya wan xera dike. Dema leşker wisa dibêje dibîne şivanekî kal ji dûw wan ve ji paş kendal derdikeve; xwe davêje nav peyvê û wisa dibêje:
– Belê xwarzê çawa wê ev al wisa xweş li ba nebe û ne filfile. Ev der girê bangê ye warê Mele Mitor e. Ku Mele Mitor her roj dihat vir; li vir ji van kevir û kuça re dixwend, li vê dera şivan, gavan û ciwanên gund lê vedihewiyan û ewî jî mîna çirê mejyê wan ronî dikir. Di meha rojiyê de jî ji bo ku gundê derdorê fitara xwe veke dihat li vira agir dadida. Eger ev al li vir xweş ne filfile lê wê li ku der wisa nazik û nazenîn bifilfile? Hîn û hîn sewt û awaza Mele li vir li ev kevir û kuçana li hev vedigere.
Lê şivanê kal kela girî ket gewriya wî jî êdî ew jî hew dikarîbû dewam bikira.
Serfermandar li wî şivanê kal mêze kir û bang wî kir ku Apê Hiso, tu Apê Hiso yî min te naskir. Kalê şivan li fermandar mêze kir û got:
– Gelo tu kî yî?
Fermandar:
-Ez kurê Mele Mitor Elî me. Te min naskir?
Apê Hiso:
– Çawa min te nasnekir.
Apê Hiso çû serfermandar himbêz kir û wî bêhn kir bêhn kir ‘’ Xwedêyo! Çi bêhnek xweş bêhna Mele jê tê’’ got.
Apê Hiso:
-Maşaallah mala Xwedê ava çi mirovekî bedew ji te derketiye. Tu û van devera.
Fermandar Elî:
-Apê Hiso çawa qey ev der ax û welatê min e, ku ez neyêm vir dê ezê herim ku?
Apê Hiso:
-Tu rast dibêjî. Gelo xwişk û birayên te li ku derê ne haya te ji wan heye yan na? Li ku derê ne li ser çi karî ne?
Fermandar Elî:
-Apê delal tu dizanî kekê min Şêrko li gundê deştê kare giştukalê dike. Kekê min Dilbirîn jî bûye dozger, xwişka min Zînê bûye mamoste, xwişka min Kurdê bûye bijîjk, Heta min Zozanê bûye pîlot, eta me ya mezin jî ew û hevserê xwe li bajêr karê bazirganiyê dikin. Ez jî vaye tu dibînî bûme pêşmerge. Apê Hiso:
-Mala Xwedê ava. Hûn tevde bûne mirovên qenc. Bila ax di çavên min keta û îro Mele hebûya we divê rewşê de bidîta û gelekî bi we şanaz bûya.
Fermandar Elî:
-Apê delal tu baş dibêjî. Lê dê û bavê min bi tenê nehatine kuştin ji bo vî welatî, bi deh, sed hezaran gelê me bûye cangorî. Tiştê ku em ji bo wan dikarin bikin; em ji hemî cangoriyan re du’a bikin û li doza wan xwedî derkevin.
Serfermandar Elî hilmekê deng jê derneket û ji serê çiyê li der dora xwe li best û newalan mêze kir. Zaroktiya wî, dê û bavê wî mîna sira bayê şevên havînê hênik hênik li ber çavan çû û hat.
Fermandar Elî:
-Apê delal, gelo Mele Feteh çer bû; ew li ku derê ye çer dike?
Apê Hiso:
-Ax birazyê ax!
-Dema mal bê sermiyan be, gel jî bê dewlet be halê malê û gel xerab e. Wijdan bi zaliman re tune ye; hem zinê dikin hem jî qetlê dikin. Dema leşkeran dê û bavê te girtin û birin; Mele Feteh erê Mele merteh di dilê wî de def lê dixist.
Fermandar Elî:
-Çima def di dilê wî de lê dixist çi zora bavê min lê bibû?
Apê Hiso:
-Birazyê tu neheqiya bavê te lê nehatibû lê bavê te welat parêz û hevalê peşmergeyan bû, Mele Merteh jî alîkarê dagirkeran bû. Ji ber vê yekê rojekê bavê te û ew dikevin qirka hev û bavê te wî rezîl dike ji kuçikê nava gunda xeraptir rezîl dike. Ew jî diçe ba dagirkeran li bavê te mikur tê. Li ser vê yekê leşkerên dagirker tên dê û bavê te digrin û wan dibin.
Fermandar Elî:
-Îca niha çer dike? Li ku derê ye?
Apê Hiso:
-Birazyê bise ezê ji te re mîna libên tizbiyê yeko yek darvekim. Mîna qalkên pîvaza tevde biqeşêrim.
-Piştî bavê te hat girtin û pêve şûr simbêlê Mele Merteh ango Mele Feteh nedibirî. Ji ber ku tu zêde li gund nemayî tu baş gundiya nasnakî. Lawkî Mele Feteh hebû; navê wî Çemo bû.
Fermandar Elî:
-Belê min wî dîtibû çend caran.
Apê Hiso:
-Belê birazyê bejna wî du metre bû. Mirov hema ji xwe re dixwest ku li bejn û balê temaşeke. Di gund de tevdeka xorta xwezya xwe pê dianîn û dilê xwe di bijandin bejn û bala wî. Hema bêje çavên keç bûkên gund li bejn û bala wî bû. Nava girdikên milan bi qandî hêta merivekî stur bû. Ji hirçekê xurtir bû û merivekî zor wêrek bû. Deverên ku mirov newêrîbû bi roj herinê ew bi şev tikî tenê bi sere xwe û dest vala diçû. Lê tebîetek wî nexweş hebû. Sibê heyanî êvarî li kuça û li ber deriyan digeriya. Çavên wî li destê xelkê bû û ku xelk kurtêla bavêjin ber. Merivekî kurtêlxwûr çav sayil bû.
Carna wê dayka wî serê xwe di pacê re derdixist derve û wê bi gota ‘’Kuç, kuç, kuç, kuç’’ bi qandî nîv saetê wê ev gotinên xwe dirêj bikra. Kesên ku deng diket guhên wan hew ji wan bangî kuçikê xwe dike. Heyanî digot: “Looooo kuçekoooo tu nema ji nava kuça ve hewî.’’ Dema wisa digot kesên ku deng diket guhê wan hîn nû tê digihîştin ku ban kurê xwe Çemo dike.
Îca Çemoyê kurê Mele Feteh bi tengala leşkerên dagirker ket û lê çû. Paşê rahişt çeka dijmin û bû çehş. Kê ji Mele Feteh re digot lewê xwe vegerîne bila dev ji vî karî berde; Mele Feteh digot zora wî li kê hatiye ew ji bo berjewendiyê xwe û ji bo pêşîroja xwe bi leşkeran re radibû û rûdinişt.
Kêfa Mele Feteh jê re dihat û pê dibahi. Rojek dido; şeş meh, salek; rojekê Çemo bi leşkeran re digrin ser gund dest bi lêgerînê dikin. Bûka mala Mîro dema çav li Çemo dike û ew jî bi leşkeran re lêgerînê dike û mala wan serûbinê hev dike li zora jinikê diçe. Jinik ne kin û ne dirêj dike ‘’ Lo kuçeko tu jî bûyî zilam û tê mala me serûbinê hev dikî. Heyanî nûha kurtêlê me di zikê te de ye.’’ Ji Çemo re got.
Dema wisa bi Çemo re peyvên çors dike li ser vê yekê Çemo xwe nagre bi qondaxa bi jinikê dikeve. Jinik ducanî bû. Dergûş û jinik dimre ji ber derbên qondaxê çekê. Heyanî berî vê bûyerê bi panzdeh sala Mala Mîro û malbata Mele Feteh dijminê hevbûn û sêzdeh mêr ji hev kuştibûn.
Mala Mîro şandin ji Mala Mele Feteh ku ji îro û pêve ev doz ne doza siyasî ye ev bû doza eşîrtiyê. Êdî hisabê me û xwe bikin. Merivê Mele Feteh çûn ser serê Mele Feteh jê re gotin vê dozê divê tu safî bikî. Wisa nabe. Mele Feteh dibêje ez dikarim çi bikim? Ew zilamê dewletê ye êdî nema tê malê di biryargeha leşkeran de radibû û rudine. Ezê Çawa xwe bighînimê? Hûn dikarin herin bikujin. Merivên Mele Feteh ‘’ Doh bû sêzdeh mêr ji hev kuşt qey cardin em hevdu qir bikin. Tu bi devê lawê xwe ve çû yî, de îca safî bike. Eger ew neyê kuştin tu û malabata xwe di serê sedê dene’’ gotin.
Mala Mîro jî haha dişînin ser wan “Divê çi dibe bila bibe divê Çemo bê kuştin eger ew neyê kuştin emê li ber hevkevin.”
Mele Feteh famkir xelasî tuneye û wê gelekî êşandin çê bibe; şevekê bang kurê xwe Çemo dike wî diezimîne şîvê. Kurê wî Çemo tê mala bavê xwe şîva xwe dixwe şevbihêrka xwe dikin. Haya kesekî jê çênabe jî. Piştî şevbihêrka xwe dikin û Çemo radibe tê biryargeha dijmina bavê wî Mele Feteh radihêje devançi ji paş de bera serê Çemo dide kurê xwe Çemo dikuje. Êdî ev Mele Feteh çû û yekî din hat. Hema radihêje bêjingê û dikeve nav ava çem û bêjingê di binê avê de da dike û dibêje “Çêkiro ji xwe re kiro; xerakiro ji xwe re kiro.’’
Fermander Elî:
-Niç niç niç. Ev dijminê bê exlaq çi bi serê mirovên me de anîye
Apê Hiso:
-Birazyê êşa Mele Feteh ne ev bi tenê ye.
Fermandar Elî:
-Apê delal wekî din çi bû ji veya hin zehmettir heye bav bibe kujerê kezebê?
ApêHiso:
-Birazyê piştî dagirker têk çûn û pêşmerge beriya ku bighêjin vêderê dagirkeran du kevirên li ser hev didîtin lingên xwe lê dixistin bi ser hevde xera dikirin. Xanî dişewitandin ajal dikuştin. Bi kurt û kurmancî welat talan û wêran dikirin. Îca dema dagirker paşve dikişiyan xanyê Mele Feteh jî şewitandin hevjîna Mele Feteh Reşê û bûka wî ya navîn di xanî de şewitandin. Li ser vê bûyerê Mele Feteh yekcarî aqil berda. Êdî li ser tenûra li kuça radiziyan.
– Erê birazyê ez behs bikim sed salî bi şev û roj xelas nabe.
Fermandar Elî:
-Tu rast dibêjî apê delal tu rast dibêjî. Çi tê sere mirov ji bêxwedîtî tê serê mirov. Mixabin dijminê me û dagirkerên axa me ji wijdan û exlaq mehrûm bûn. Çi bi dest wan dihat texsîrî nedixistinê. Êdî dem dema me ye welat welatê me ye. Ew ji bo me ser berjorek bû lê êdî em gihaştin rastiyê.
Apê Hiso û kurê Mele Mitor gelekî bi hev re axivîn. Paşê li vegerê kurê Mele Mitor Fermandar Elî li ala rengîn mêzekir û got:
-Erê ji bo ev al li ba bibe gelek can û berdêl hat dayîn lê ji bo ku êdî tu hew bê daxistin jî dê emê amade bin her gav û can fedayê te bin. Wê tim û tim hemî cangorî bi rengê te bijîn. Her ku tu bifilfile emê jî azad û bextewar bijîn.
Kurê Mele Mitor Fermandar Elî û tev li kesên ku li ba wî amade bûn êdî bi serfirazî xwe ji çiyayên azad û serbixwe serberjêr bûn û ala rengîn li dûv wan hîn û hîn difilfile û li ba dibe, dê ewê hertim û hergav li ser xaka xwe li ba bibe.
ŞOREŞ XURSÎ
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…