Danasîna lehengan
Temûrê Fasiq
Li gor gel mirovekî Xwedê nenas, serxweş, beredayî û jidîn derketî; li gor Xanî kesayeteke rîndane, mirovê kêf û eşqê…
Miroveke bi eslê xwe Gurcî ye û meynoşekîbêzerar e. Qasî ku ji meyê hez dike dizane ku Xanî jî ew qas ji hibrê hez dike. Xanî, di sohbetek xwe da, şûşa hibrê bi wî dide behn kirin û bi dileke pak wiha dibêje: “Ka hela bîn bike! Ma ji bîna wê meya ku tu dinoşî ne xweştir e.”Derheqê meyê û serxweşîyê da ew û Xanî dikevin nav sohbetên kûr lê bêguman fêhma wan a ji serxweşîyê û ji eşqê ne heman tişt e. Fehma Temûr eşqa beşerî ya Xanî îlahî ye. Xanî ji Mem û Zînê çend malikên ku behsaişqê û meynoşîyê dike dixwîne û dîyalogekî wiha di navbera wan da derbas dibe:
–… Ev ne hibr e Temo. Ev hêsrên dilekî suhtî û aware ye. Ka bêje min, mey çi tîne serê te?..
– … Seyda, mey kilîda ziman e. Ew dihêle ziman bêperwa bide cirîdê.
– … Temo, di ferhenga we meyxuran da mirin çi ye?
– … Mirin şîyarîya mezin e…
Nivîskar ji bo ku mijara eşqa îlahî baş bê fêmkirin,vebêjeke ehlê kêf û rîndanehilbijartîye. Bi vî awayî eşqa beşerî û îlahî daye ber hev. Temûrê fasiq,bi kesayet û sohbeta xwe ya rîndane derfeta axaftinêdide Xanî û Xanî turikê xwe vala dike.
Di vê beşê da problemeke vegêranîyê heye.Mixabin ji hevokên Temûrê fasiq, bêhna Xanîyê Jan Dost tê. Ev jî tê wê maneyê ku nivîskar mudaxilê karê vebêj bûye.Her çi qas di warê vegêrana beşê da qelsîyekî bi vî rengî hebe jî Temûrê fasiq pêywira ku nîvîskar daye wî bi cih anîye.
Emerê Xezînedar
Mirovekî kore lê her tiştî bi çavê dil dibîne. Rêberê hestên neteweyî yên Xanî…
Xezînedar mirovekî dilovan e, alimekî ji dil e, hafizquran e û xezînedarê mîrê Bedlîsê ye. Ji malê ye, hevalê Mele Qasimê birayê Xanî ye. Bi taybetî behsa zaroktîya Xanî û destpêka perwerdehîya wî dike. Xezînedar mamosteyê Xanî ye, wî weke ronahîya çavên xwe diparêz e û li ser perwerdehîya wî dileriz e. Dema ku Xanî kamildibe,Xezînedar serpêhatîyên kurmancan jê ra vedibêje. Bahsa dîrok û têkilîyên tevlihev û birakûjîyê dike. Ji bo hînbûna dîroka kurmancan xwendina Şerefnameyê pêşnîyazî Xanî dike. Bi taybetî li ser nirxên dîrokî, şaîr û edibên bi zimanê zikmakî nivîsandine disekine, hest û ramanên wan nirxan dide Xanî. Ango ji bo Xanî, Xezînedar rêberê hest û hişmendîya neteweyî ye. Hevoka Xezînedara: “Xeman nexwebirazê, tu çavê min î.” mifteya têkilîyên Xanî û Xezînedare.
Di vê beşê da jî ji hin hevokan bêhna şêweya Xanîyê nivîskar tê, wek nimûne: “Ê ku kulîlkên xeyalê te dizîne, hibra ku te pê ew kulîlkên xwe avdidan jî dizîne.”lê ev şêwe mîna axaftina Temûrê fasiq dev bi çîq nasekine lewra meşreba Xanî û Xeznedar nêzî hev e.
Şengê
Evînek têkçûyî û evîndarek şikestî; zewacek bêdil û ne bixêr;keçikek bêçare û dil bikul…
Şengê evina xwe û Xanî wiha vedibêje: “Ez hivdesalî bûm. Berbext bûm. Bavê min ji hecê nû hatibû, giregir û mezinên Bazidê hemî dawetî malê kiribûn. Bala min li ser delalîyê dilê min bû. Ew di zarotîya min da seydayê min bû. Min li ber destê wî çend sûretên Quranê jiber kiribûn… Hîn bîna ku ji ber hûçikê ebayê wî radibû tê min. Wî çend caran ez dîtîbûm û bi xuşka xwe ya biçûk Ketan ra çend nameyên li ser pelê çinarê hatinenivîsin ji min ra şandibûn. Hezkirina me jî ev bû.Wî ji min hezkiribû min jî ji wî.”
Evîna wan dibe benîştê devê fesadan û li Bazîdê bela dibe. Dibêjin hemî xezelên Xanî li ser Şengê ne. Xeberên bi vî rengî, li xweşa Şengê diçe û hêvî dike ku Xanî were wê ji bavê wê bixwaze. Çavê Şengê li rêya Xanî ye; yê bavê Şengê li çerm û eyarên Xoce Ellahqulî ye.
Şengê,roja xebera zevaca xwe û Ellahqulî digire, xemgîn dibe û wê rojê mîna rojeke reş pênase dike. Tiştek ji destê wê nayê.Xanî di nîyeta nivîsandina kîtabeke evîndarîyê da ye û dixwaze vê kitêbê bi hibra henasên Şengê tevlêbûyî binivîsîne. Xanî bi vê nîyetê ji Şengê ra nameyekê dişîne û daxwaza amedekirina hibrê jê dike. Wê demê bawerîyeke wisa di nav keçikên Bazîdê da heye.Dibêjin “meşqên bi hibra keçikan werin nivîsin tu carî ji bîra feqeyan naçin.” Ser vê daxwazê ew jî ji delalîkê dilê xwe ra hibrê amade dike. Hibra amedekirî bi hêsirên çavênxwe tevdide û bi suxteyê ku name ji Şengê ra anîye ji Xanî ra dişîne û xebera reş dide Xanî.
Şengê di halêkî xirab da hazirîya bukanîyê dike. Tu tîşt ji destê wê nayê, mîna tirafa êgir di hundirê xwe da dişewite. Dixwaze ev tiştên diqewimin xewn û xeyal bin û delalîyê dilê wê,mîna ku di efsane û çîrokên kurmancan da pêk tê li ser hespeke boz bi hewara wê were. Lê jin û berbûk li ber çavê wê stranên mirina wê bi azerî û farisî distrên; Şengê bi kurmancî digîrê û bi salan şunva, şeva bukanîya xwe wiha bibîr tîne“Wê şevê ne tenê bedena min lewitî; rihê min, giyanê min, jîyana mina mayî jî hemî lewitî.”
Şengê him vebêj e him jî fîgureke ji jîyana Xanî ya taybet e.Ji bo vegêrana beşa evînê hilbijartina navê Şengê jî balkêş e û ne tesadufî ye. Em dizanin ku Xanî, heyranê Mela ye û ev rengdêrdi xezela Melayê Cizîrî ya binavê “dil ji min bir” da wek wesfeke yarê tê bikaranîn.
Di vê beşê da jî hin gotinên ku em ji devê Şengêdibihîsin neli gor keseyeta wê ne. Wek “Evîn roj e lê naçe ava.” Her çi qas hin kêmahîyên vegêranê hebin jîvê beşê jî perçeyeke ji pazila jîyana Xanîtemam kirîye.
Hecî Zuhdîyê Bazirgan
Bazirganeke ziktêr lê çav birçî û qurnaz; cahil, decal, li dijî îlmê û hunerê…
Hecî Zuhdî jî weke vebêjên din di merasima binaxkirina Xanî da ye lê ne di xema mirina Wî da ye.Baraneke reş dibare û ew di tatêla lewitandina cilên xwe yên nû da ye. Ji Emerê xeznedarhez nake, wî weke parsekê li ber derîyê xelkê dibînê. Li gor wî korbûn, bi serê xwe sedema cirnexweşîyê ye. Mirovekî pereperest e, loma têkilîyên wî bi alim û zanayan ra nîne bi dewlemendan ra ye. Bavê Şengê ye.Dizane ku hayaXeznedar ji evîna Şengê û Xanî heyê û hin cihan da behsa vê evîna ne bi dilê Hecî Zuhdî dike, loma dixwaze ku Xeznedar ji Bazîdê biqewirîne.
Dema ku mijar berjewendî be Hecî Zuhdî bavê xwe jî nasnake, pîvanên exlaqî bi hêsanî binpê dike. Sedema ku Xanî layîqî Şengê nabîne viha vedibêje “Tiştekî nebû. Dijminê rizqê xwe bû û heta wexta kukatibê mîr bû jî guh nedida mal û milkan û tiştek neda ser hev. Ku perê yekî nebin ew ne hêjayî tişyekî ye. Bila îlmê dinyayê hemî di singa wî da be jî… Ma yekî mîna wî dibe mêr ji keça tacirekî mîna min ra. Qencîya rast, çinginîya florî û axçeyan û dînar û diravan e, ne xiştexişta kaxezan û sîrkesîrka qeleman li ser wan e.”
Dewlemendîya Ellahqulî hiş ji serê Hecî Zuhdî dibe. Tercîha di navbera çerm û kaxezê da kesayeta Hecî Zuhdî dîyar dike. Li gor wî dewlemendîya rasteqîn dewlemendîya mal û milk e lê dewlemendîya Xanî tiştekî bêhavil e û Xanî li pêy xwe tu mîrate nehiştîye.
Vebêj lehengê vê beşê Hecî Zuhdî, bi kesayeta xwe,bi nêrîn û axaftinên xwe bi hal û tevgerên xwe bi awayekî serkeftî pêywira xwe bikar tîne.
Buharî
Helbestvanekî nîvco, miroveke bexîl, hesûd û çavnebar…
Ji ber ku mijarabeşê helbest e,lehengvebêjjî li gor mijarê hatîye hilbijartin. Belê Buharîderheqê Xanî da pêşdaraz e, şaîrekê qure û bexîl e lê bexilîya wî bexilîya hunerî ye. Di warê helbestê da xeyalên mezin dibîne, pozbilind û parsû qalind e. Dema ku mirina Xanî dibihîse kêfxweş dibe lê dû ra li xwe diwerqile û bi reng û ruyekî tal diçe merasima binaxkirina Xanî.
Buharî, helbestên xwe bi tirkî dinivîse û dixwaze wek şaîrên mezin di dîvanên mîr û padîşahan da runê û her kes jê ra rêzdar be. Dema ku dibîne Xanî bi kurmancî dinivîse tinazên xwe pê dike. Buharî, qedr ûqîmeta ku Xanî dibîne, bi helbest û bi zimanê helbestên wî va têkildar nabîne, bi mijar û pêyamên wî ra têkildar dibîne. Dû ra têdigêhije ku Xanî têra xwe jîr û zana ye, hêdî hêdî nêzî Xanî dibe û ji Xanî ra hin methîyeyên xwe dixwîne. Xanî di warê teknîka helbestê da rê dide ber Buharî û şîretên wiha li Buharî dike:“Buharî, ma heta kengê dê tu bi zimanê romîyan binivîsî? Tu ji kê ra dinivîsî keko? Sifrê xwe qela bike, ji zêrê xelqê çêtir e. Welleh bîlleh dengê te nagihije Asitanê! Eger gihişt jî dê guhdarî nekin. Bi kurmanci du beytan yan qasîdeyekî bihûne qenctir e jikitêbeke weke Selîmnameyê…” Buharî di bandora van şîretanda dimîne, bi gotina wî îlhamek nazil dibe, pişta xwe dide zêrê romîyan, berê xwe dide sifrê kurmancan.
Xanî dema ku “Mem û Zînê” diqedînê hin fasilan ji Buharî ra dixwîne, devê Buharî ji hev diçê. Êdî ew jî heyranê Xanî ye lê hesûdîya hunerî heta mirinê dewam dike.
Vebêjê vê beşêjî bi awayekî serkeftî peywira xwe bi cih tîne.
Mele Ferîd
Mirovekî bêbiryar, paleyê Mîr lê di dil da ji Xanî ra rêzdar û ji kiryarên xwe poşman…
Mele Ferît kesayetekî zaîf e, di kiryar û biryarên xwe da biguman e. Fikir û ramanên wî di navbera hêza Mîr û aliman da terin û tên. Li hember hin bûyer û kiryaran du dil e, li hember bûyeran sekneke wî ya resen nîne. Di encama hin têkilîyên bi Xanî ra poşman e lê dizane ku poşmanî têra bexşandinê nake, wijdanê wî ne rihat e.
Poşmanîya Mele Ferîd a herî mezin, wek qasidê Mîr çûyîna hucreya Xanî ye. Dema ku ev zîyaretabiguman tê tertîpkirin, Mele Ferîd dîsan du dilî ye lê mecbûre ku fermana mîr li erdê nehêle.Em ji devê Mele Ferîd dibîhîsin ku ev sê kes wek qasidê Mîr çûne hucra Xanî û Xanî bi hewandina şeytan, bi helalkirina zînayê, bi bêîtîbarkirina pêxamberê ometê û bi bêîtîatîya wî ya li hember Mîr tewanbar dikin. Mele Ferîd paşê têdigihêje ku yek ji armanca vê zîyaretê jî jehrkirina Xanî yê lê mebest hasil bûye, nebûye nizane. Mele Ferîd, bi keseyeta xwe ya bêbiryar dibe şirîkê vê plansazî yê û poşmanîya xwe bi wê hevoka hunerî tîne ziman “Hibra poşmanîyê ziha nabe.”Her çi qas bêhna Xanîyê nivîskar ji vê hevokê were jî Mele Ferîd jîperçeyekî ji pazila jîyan û fikrîyata Xanî temam dike.
Mîrza Sebrî
Bekoyê Mîrnameyê, berdevkê Mîr, kurmê darê, cahşê li ser sergoyê Mîr, mirovekî bidek û dolab…
Mîrza Sebrî, hîn destpêka beşê da Bekotîya xwe dike û Xanî mîna mirovekî bêwefa, qedr û qencî nezan dide nasîn. Li gor wî Xanî ji mîrê Bazîdê tevekan qencî dîtîye lê mixabin layiqî hîmaye û hîmeta wan nîne. Di xutbeyên xwe de berî ku pesnê mîrê xwe bide, rexne dike, bi gotinên xwe di navbera me û birayên me yên romî da tovên dijminatîyê direşîne.
Li gor Mîrza Sebrî, desthilatdarê vê serdemê,çi heremî çi navendî kitêb û fikrên Xanî wek “reşmarekî” pênase dikin û belavbûna wan fikranji bo aramî û berjewenndîyên xwe û osmanîyan xeternak dibînin.Xanî, Mîr û malbata wî di hin malikên xwe da rexne dike; waz û xutbeyan da bahsa kurmancan û kurmancî dike. Dixwaze di vê mijarê da Mîr çalaktir be. Ev kiryar û daxwazên Xanî bi rêya neyaran digêhije paşayê Wanê û xanê Tebrîzê. Ev her du rêveber gefan li mîrê Bazîdê dikin û daxwaza devjêberdana vî zimanê jehrkirî ji Mîr dikin.Ji bo çareserkirina vê meselê Mîr û Mîrza Sebrî mitale dikin û Mîr ji bo çareserîyê vê meselê Bekoyê xwe peywirdar dike. Mîrza Sebrî berê li sernavê Mîr hin şîretan li Xanî dike.Xanî ji ya xwe venagere, berdevkên Mîr bi cehaletê tewanbar dike û ji şelafîyên wî dilê wî li hev dikeve. Dûra berdevkê Mîr û hevalbendê wî radibin, rûdinin behsa Xanî û murtedîya wî dikin, îdîa dikin ku Xanîbi fikir û ramanên xwe ji dîn derketîye û loma lazimê ku bi rê û rêbazeke biguman û nepen ji holê were rakirin.
Piştî hin teşebusan,Beko Bekotîya xwe dike û bi plana jehrkirina Xanî ra mijûl dibe. Ji bo vî karî mirovekî diwarê qetla însan da şareza lê di heman demê da xetat û kîmyager pêyda dike û dixwaze bi destê vî mirovî Xanî jehr bide û Xanî hêdî hêdî bimire. Ev qatil di hîmaya Mîrza Sebrî da ye û binavê mirovê rûgirtî tê zanîn.
Şarezayê entrîkayan,Bekotîya xwe baş bikar anîye û parçeyekegirîng ji pazila Xanî temam kirîye.
Dengbêj Dostoyê Ormewî
Merivekî diltenik û ziravbihîstîyar, di warê zargotina gelerî da kana îlhama Xanî…
Dosto, dengbêjekî binav û deng e, kilaman distêre ûdestanên gelerî vedibêje. Xanî jî guhdarvanê wî ye û ji zargotinên gelerî gelek hez dike, ji wan sudê werdigre. “Mem û Zîn”a xwe bi îlhama “Memê Alan” dirêse. Bi taybetî destana “Kela Dimdimê“ vedibêje û şarezayê vê destanê ye. Malbata wî jî di nav şer û pevçûnên “Kela Dimdimê” da cih girtine. Di vê mijarê da xwedîyê serpêhatîyên zindî ye.
Dosto, piştî jehrkirina Xanî çend caran diçe zîyereta wî lê li gor Dosto,halê ku Xanî tê da ye netu hal e. Ji guhdarkirina destan û kilaman eciz e. Her diçe nexweşîya wî giran dibe. Xanî ji xwarinê dikeve, bijîya wî naçe tu tiştî. Roj bi roj li ber çavan dihele. Dizane ku Xanî bi navê “Kela Dimdimê”kitêbekê dinivîsîne lê di vê mijarê da derfeta axaftinê ne dîtîye ku bi Xanî ra biaxife. Ji ber vê bêfirsendîyê xwe sucdar dibîne.
Di dawîya beşê da vebêj, bi awayekî hostayene mijarê tîne ser dîyaloga xwe û Xanî ya derheqê “Kela Dimdimê” û dora axaftinê dide Xanîû ew jî kula dilê xwe wiha vedibêje: “… De li qedera me kurmancan binêre! Li vir ecem çi tîne serê me, li wir jî rom wisa dikin. Ku herdu têne beraber yek û du jî dîsa me di bin simên hespên xwe da dipelixînin. Ma ne xebera min e ku dibêjim bila sultanekî me jî yan şahekî me jî hebe û me ji destê leîman derîne?! Ji min fam nakin mamê Dosto! Dibêjin em û seltenet çîyê hev in? Kurmancan layîqê dewletekê nabînin mamê Dosto. Ker in ker. Kerên ji keran in heşa ji huzûra te.”
Ji ber ku Xanîyê dîrokî di berhemên xwe da ji edebîyata gelerî sud wergirtîye ku beşek bi vî rengî di romanê da nebûya perçeyek ji fikrîyata Xanî kêm dima.
Recebê Terzî
Xwedîyê evîneke têkçûyî, kesayetekî bê biryar û li ber bayê, mirovekî maceraperest û reben…
Receb xortekî xama, dilşikestî ûhejarr e. Li Bazîdê terzîtîyê dike û di heman demê da terzîyê Xanî ye.Dildara dilê wî bêdilê wê dane mêr û şandine cihekî dûr. Loma, dilşikastî ye, dilê wî ji Bazîdê sar bûye û di ser da,debara wî jî êdî li Bazidê nabe.Ji ber van sedeman biryara çûyîna Stenbolê digire ûbi Xanî dişêwire.Xanî bahsa zahmetîyên çûyîna Stenbolê dike. Stenbolê dişibîne behreke bêbinî û pêşnîyaza çûyîna ciheke nêziktirdike. Li gor Xanî, zahmetîyên çûyîna Stenbolê ne tenê zahmetîyên rêwîtîyê ne; di heman demê dazahmetîyên çandî û sîyasî ne û di vê mijarê da pêşnîyaza Xanî ev e :“Kî ji roma reş dûr be di nav gul û nûr da ye lê tu berevajî diçî bajarê dek û dolaban. Madem ku te biryara çûyînê daye şîreta min e ji te ra, ha di halê çê da ha yên xirab da keseyeta xwe ji bîr neke lewra tu kurê vê axê yî.”
Terzî,guh nade pêşnîyaza Xanî û diçe Stenbolê lê kesayeta wî ya bêbiryar, pêsîra wî bernade wî mîna pelên li ber bayê ba dike. Geh rêya wî bi dergahên mewlewîyan dikeve gehbi artêşa sîpahîyan. Di vê pêvajoyê da terzî dibe endamê sîpahîyan. Li gor hal û meşreba sîpahîyan tevdigre, zimanê dayîkê ji bîr dike. Xewnên xwe bi tirkî dibîne, ji rastîya xwe ya civakî û ji şîretên Xanî dûrdikeve.Kelecana şer keseyeta Recep dîl digire û êdî aqil û bedena wî di kirê da ye.
Recep,dû ra ji kiryarên xwe fedî dike û li xwe vedigere. Xwe bêqîmet dibîne. Bûhaya xwe û bûhaya kêçeke di nav tilîyên korekî da wek hev dibîne.Bi hesreta welêt dişewite lê piştî ji vegera seferê naçe Bazîdê û li Stenbolê bi cih û war dibe û dîsan dikeve nav refên mewlewîyan. Ew û qelenderekîji Bursayê dibin dostê hev û sohbetên tesewifî dikin.Di van sobetan da ên ku diaxifin Receb û qelenderê Bursayî ne lê mirov jê derdixe ku fikir û nêrîn ên Xanîyê Jan Dost in.
Recebê Terzî, di halekî pêrîşan da vedigere Bazîdê. Êdî kal e û kes wî nas nake. Demekî dirêj di hîmaya Xanî da dimîne û serpêhatîyên xwe yên xerîbîstanê ji Xanî ra vedibêje. Xanî û Mewlana hevsengê hev dibîne. Li gor terzî, Xanî nehatîye jehrkirin ew ji kerban mirîye.
Recebê Terzî, ji bo kesayetên bêbiryar, têkçûyî û mirovên ji hişmendîya neteweyî bêparmayî numûneyeke başe û ew jî perçeyekî ji fikrîyata Xanî pêk hatî temam dike.
Xalidê Çolaq
Mirovekî ji bo kiryarên xwe yên borî poşman…
Xalidê çolaq ji binemaleke hejar e û hemalekî qewî ye. Qasî ku biquwet e ew qas jî hejarr û rizq teng e. Tevlî sefera Rewanê dibe û bi taybetî bahsa serpêhatîyên xwe yên vê seferê dike. Bi temenê xwe yê mezin him şahîdê zaroktîya Xanî ye him jî şahidê xortanîya wî ye û Xanî visa pênase dike : “Xanî mirovekî him biteat û îbadet him jî biîlm û marîfet bû. Ew kurekî li ser xwe ye, ji avê bêtir tîyê îlmê ye.”
Çolaq, bi tan û niçên Mîrza Sebrî beşdarî merasima binaxkirina Xanî dibe. Çolaq dixwaze dest bide binê çardara Xanî lê Mîrza Sebrî nahêle û bi çolaqîya wî tinaz dike. Li gor Xalidê çolaq, bi qasî serê derzîyekê qedrê Xanî li cem Mîrza Sebrî tuneû di civatan da tinazên xwe bi nivîsandina wî ya kurmancî dike û vê helwestaXanî mîna dînîtîyê pênase dike. Bi taybetî helwesta wî ya li hember zimanê zikmakî, nizm têdîtin û dibêjin Xanî bi zimanê serdestan binivîsanda dê çêtir bûya. Lê Çolaq, ji helbestên Xanî hez dike û fêmkirina wan ji helbestên bi erebî û farisî hêsantiir dibîne.
Çolaq, di serpêhatîyeke xwe ya sefera Rewanê da bahsa du birayên di artêşa şahê ecem da pêywirdardike. Rewşa van her du birayan gelek bala Xanî dikişîne. Xanî bi awayekî hêrsbûyî ji kiryarên van her du birayan û derheqê diroka kurmancan da diaxife:”Wêy li me û qedera me ya reş be, çi hatîye serê me kurmancan em pê nizanin, ew şah û sultan in; em jî serbaz û nefer in. Ew agirê şer geş dikin; em jî mîna qitikan dişewitin.”
Di vê beşê da jî lehengvebêj, li gor statuya xwe ya civakî naaxife. Galegalên kûr dikelê em têdigêhijin ku mirovên ji rêzê jî di jîyana Xanî da hene û biqedr û qîmet in.
Sofî Heyderê Qersî
Sofîyekî heqiqî û ji dil, mirovekî xwedî îtîqad û hemrazê Xanî…
Sofî Heyder, hemrazê xanî ye, ew jî wek Xanîehlê tesewifê ye. Ji ber vê yekê lehengvebêjbimetafora “şûştina dilan” dest bi beşê dike û seranserê beşê bi hêmanên tesewifê dixemilîne. Sofî bi nêrîn û dîtinên xwe, Xanî bi me dide nasîn û bi taybetî derheqê eşqa heqiqî da fîkrîyata wî, bi du malikên wî û bi devê wî ji me ra wiha vedibêje:“Aşiqê heqîqî perwane ye, yê mecazî bilbil e. Ax û efxan û bêsebrîya bilbilan, darbulmesel e ji evîndarên xam ra. Lê perwane? Ew, xwe li êgir digire, çû hêz û qewet neşîn wê ji ser êgir vedin. Kabeya işqa perwaneyê mûm e û reqsa wê têwaf e. Heta ku can ji dest nede ew her li dora mûmê ye. Heta di nav êgirê evînê da nebe agir,debara wê hîç nîne. Lê gava ku dimire jî qet deng jê dernayê. Sî sal e ku perwaneya dilê min di tenûra işqê da tê sotin û xwe ji jenga dinyayê pak dike û ez jî bêdeng û hîs im Sofî Heyder.”
Şeva ku Xanî diçe rahmetê çiraxa li ber serê Xanî sê caran vedimire û Sofî Heyder vêbûyerê mîna elameteke nebaş dipejirîne û tê derdixe ku çiraxa emrê Xanî li ber vemirinê ye. Xanî xema vê dinyayê da nîne. Lê xemxûrê gelê xwe ye û di xutbeyên xwe da vê şîretê li cemeata xwe dike: “Xelkino! Berî hûn cilên xwe bişon, dilên xwe bişon… Şûştina dilan jî bi hêsiran dibe… Dilên ku divê herin nimêja pakîyê divê bi ava çavan ne, ya çavîyan destnimêja xwe bigirin.”
Fikir û ramanên Xanî yên tesewifî enceq bi vegêrana karaktereke mîna Sofî Heyder pêkan dibê. Nivîskar,di vê beşê dalehengvebêjê xwe bibaldarî hilbijartîye û di cih da bikaranîye.
Şêx Seyfeddînê Cubbeşîn
Sofî şeytan, sofîyek pozbilind, parsûqalind, ji xwerazî û dînfiroş. Şelafê Mîr. Beko Ewanê di dilqê şêx da, rikberê Xanî, bexîl, çavnebar û gurê di eyarê mihê da…
Cubbeşîn di danasîna xwe da pesnê xwe dide û dibêje di mîrektîya Bazidê da şêxê herî mezin û bibandor ez im, lewra ez li her deverê mîrektîyê têm nasîn û qedr û qîmeta min tê zanîn. Cubbeşîn, bi awayeke eşkere alîgirê apê Mîrza Begê Abdilfettah e. Xanî li dijî vê sîyasetê ye, li gor wî Mîrza beg “durra yêtim” e û layiqê mîrîtîyê ye. Ev helwesta Xanî di dîwana Mîr da tê nîqaşkirin û ev rewş li xweşa Mîr naçe lê bi awayeke eşkere jî nerazîbûna xwe nayne ziman. Lewra destê Mîr, ji alimekî mîna Xanî nabe. Xanî, di meseleya desthilatdarîyê da weke Cubbeşîn ji kesî ra paletîyê nake, bi nêrîneke berfireh li meselan dinêre û lîyaqatê derdixe pêş.Di warê şîrovekirina bawerîyê dajî Xanî û Cubbeşîn rikberî hev in. Xanî zahît e, terkidinya ye; Cubbeşîn mûlhît e. Cubbeyê wî şîn e lê dilê wî reş e.
Cubbeşîn xwe weke şêxê Serhadan dihesibîne û şêxitîya/cahiltîya xwe wiha pênnase dike: “Min çu kitêb nexwendine. Nemin terîqet ji şêxekî wergirtîye û ne jî bav û bapîrên min şêx û ocax bûn. Lê şêxitîya min şêxitîyeke rebbanî ye loma jî kesên mîna rahmetî û meşayixên hevalên wîhevrikîyamin dikirin.”Li gor Cubbeşîn,“Xanî bi xwe şaîr e, ne şêx e.”Şaîrtîyê nizm dibîne û bi awayekî bêperwa xwe dispêre Qurana pîroz û ayeta ku qaşo ji bo şaîran nazil bûye wiha werdigerîne: “Peyrevên şaîran hemû kesên ji rê derketî ne û ew di her gelî û newalê da windayî ne, tiştên ku nakin dibêjin.”
Xanî, berhemên xwe bi kurmancî dinivîse, der û dora xwe teşvîqî nivîsandin û xwendina kurmancî dike. Alimekî dûrbîn e û haya wî him ji ruhê demê him jî ji lîstikên desthilatdaran heye. Dizane ku dahatûya neteweyan bi zimanê zikmakî û bi hişmendîya neteweyî tê avakirin. LomaCubbeşîn, Xanî mîna dijminê tirkan dide nasîn. Cubbeşîn, tirk û eceman wek birayên ometê dibîne û desthilatdarîya van mîna litfa Xwedê dihesibîne. Li gor wî Xanî, ji rê derketîye, pêwist eku kurd heddê xwe bizanin, li hember desthilatdaran serê xwe bitewînin û ziman dirêjîyê nekin.
Esasen Cubbeşîn berîya ku bibe şêx berdestkê Hekîmê fille ye û navê wî Seyfo ye. Hewesa wî bi dermandarîyê ve heye lê mirovek bêsebr e. Bi domana demê ra xelq bahsa şêxekî xwedan keramet dike. Demeke şûn ve derdikeve holê ku Seyfo bixwe ye. Di pêvajoya tedavîya Xanî da Cubbeşîn û Hekîmê fille li hev nakin. Li gor wî dermanê nexweşîya Xanî nivişt û ayet in lê li gor hekimê fille, Xanîhatîye jehrkirin û pêdivî bi çêkirina îlacekî heye. Di vê mijarê da Xanî jî wek Hekîmê fille difikire. Ji ber vê Cubbeşîn, helwesta Xanî ya di vê mijarê da wek murtedîyê pênase dike.Lehengvebêj, peywira xwe bi awayekî serkeftî bikartîne û perçeyeke ji pazilajîyan û fikrîyata Xanî temam dike.
… wê nivîs bidome
Serwet Ornek
Dehê tebaxa 2024an Çêrme/ Kanîreş
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…