Kesên yarîker û tinazker xweşbêj in, zar şîrîn in, sohbeta wan xweşe û gel jî hej wan dikê. Hema bejê li her gund û her bajarî keseke halê yarîker, heneker û nûktedan hene. Gelî caran serpêhatiyên van kesên di nava gelde cihê xwe digrin û gotinên wan weke qalibek vegotinê dikevê nava axaftina gel de.
Yek ji wan jî li gundê Eynê ya Dihê ji berî sed salî jiya ye û navê wî Mistê ye û weke Mamê Mistê jî tê nasîn û hêca jî gotin û serpêhatiyên wî nava gelde dijîn. Yek-dido ji wan evin:
DEMA SEG BIREYÊ EZ Ê BER VE BAVÊJIM
Mamê Mistê heywanan xwedî nake; ne pez heye, ne jî dewar. Baxçeyêke wî yê piçûk heye û ew jî ji bo qûtê salê kiriye direh. Her roj diçê baxçe û gurzek gîya didrû û tînê malê. Cîranê wî dehlika xwe de xiyar çandine, lê tiştek xerîb heye. Sibehan xiyar pê ve hene û êvaran dema herin biçinin tine û an jî hindikin. Rojek, dido, sisê… dişopînin ka gelo zarok marok diçin nav xiyaran an na, tiştekî nabînin.
Rojekî êvarî re Mamê Mistê dîsa gurzika giyayî bin çengê wî de û ji dehlikê tê. Biraziya wî jî cerê avê daniye ser mile xwe, da herê kehniyê, dibêjê:
“Qewet bê Mamê Mistê”
Ew jî dibêjê: “Erê…”
“Mamo tê çi ji wî giyayî bikî?”
Mamistê Mistê dienirê û gurzika giyayî vedihejînê û dibêjê:
“Dema seg bireyê, ez ê halê bi ber ve bavêjim!!!”
Dema gurzika giyê vedihejê xiyar jê dipekin zikakê. Jinik hema ecele û bêdeng baz dide û diçê.
Ev gotin, li heremê bûye weke biwêjekî. Dema kesek pirsa tiştekî bikê û ne karê wî/wê bê yê pirs jê hatî kirin dibêjê: “Dema se bireyê ez ê ber ve bavêjim.”
SED KÊ HENE LI DINYAYÊ
Payîz derenge, tirî zehf kêm bûye. Mêwek ya cîranê wî hilkişiyaye ser dara mazî, tiryê qetilnefs pê ve sor û reş dike. Mamê Mistê hildikişê ser darê û tirî diçinê. Wê hînê re xwediyê tîrî tê nava dehlikê û Mamê Mistê li ser darê dibînê. Ji fihêtiyê xwe vedişêrê û bang dike:
“Ew kî ye? Ew kî ye li ser darê?”
Sê çar dengan bang dikê, lê Mamê Mistê xwe ker dike û deng nake. zelam jî ka çi karê wî heye dikê û diçê. Çend rojek diborin, zelam Mistê dibînê û dibêjê:
“Mamê Mistê, wê rojê ew qas min gazî te kir, ji çi re te deng nekir?”
“Li kû derê?”
“Li dehlikê.”
Mistê meselê fêhm dikê û dipirsê:
“Te gazi min kir?”
“Belê.”
“Te çi got?”
“Min got; ‘ew kî ye?’”
“Ew ki ye! Sed kê hene li dinyayê. Te gotibûya ‘Mamê Mistê’ min ê bersiv dabûya.”
Ev gotin jî li heremê bûye weke biwêjekî. Dema kesek gotinê xwe babidê û eşkere nebêjê û gotinên wî neyên fêhmkirin hingê kesên guhdarî dikin dibêjin: “De bêje Mamê Mistê!”
KOPAL
Rojekî mezinekî yê gund, wî dibînê û dibêjê:
“Mistê tu van rojan naxweyî, ez te li mizgeftê jî nabînim.”
Mistê dibêjê:
“Wekîlellah nimêja vê sibehê jî ez li pişt melê bûm.”
“Ka nexwe kopaleke min yê e’ynzeran hebû û windaye. Gelo te nedîtiye?”
Bersiva Mamê Mistê hazire:
“Wekîlellah vayê şeş heyvin jî ez nehatîm mizgeftê.”
MA DINYA EVQAS DIN HEYE?
Weke tê zanîn zemanê berê weke îro erebe û amûrên ragihandinê tinebûn. Mirov bi rê ve an jî bi ker û hesp û hêstiran ji deverekî diçûn devereke din. Dewarên barkirî didan pêşiya xwe û li yên bêbar siwar dibûn û bi karwanî diketin ser rêyan.
Rojekî karwanek ji Eynê derdikevê, ber bi Sêrtê ve diçê. Mistê jî bi wan re diçê. Heta wê rojê, ji derdora Mişarê derneketiye. Karwan -deh dazdeh kilometran- ber rojava ve tê, digihijê ber Ava Mezin(çemê Botanê), Mistê li derdorê, li asoya ezmanan dinêrê û dibêjê:
“weehh! Qey evqas din dinya heye? Wekilillah êdî piyê min nehat.”
Ji wê derê vedigerê û tê malê.
XWEDÊ KIR KU ÇAROX NE LINGÊ MIN DE BÛ
Rojekî Mamê mistê diçê, da herê rezan. Rez dûrin û rêya diçê rezan jî nava çiyayan de dibore, dar û devî û kuç û ber in. Wê demê jî tengiye, tineyiye. Dema Mamê Mistê ji gund dûr dikevê weke her car çaroxa xwe ji piyê xwe derdixê, têxê nava kerxekî de û pêxas dikevê rê û diçê. Xortek bi navê Gurî heye û ew jî ne ji Mamê Mistê kêmtire û wî dişopînê. Dema ew dûr dikevê Gurî, çaroxa wî hildidê û dibê diçê pişt kerxeke din, li wê derê dirî û çaroxê têxê nav guyê xwe de û rêya xwe didomînê.
Êvarî re Mamê Mistê vedigerê û dinêrê ku çarox ne li cihê xwe ye. Ji xwe re dibêjê; “êdî hişê min kêm bûne, Çi bûye?” li wan deran di nav deviyên din de digerê, lê nabînê. Gurî, wî dişopînê û tê balê û dibêjê:
“Mamê Mistê tu li çi digerî?”
“Min vê sibehê çaroxa xwe êxistibû nav vê deviyê de, lê niha ne li cihê xwe ye.”
Gurî dibêjê: “Ka ez jî arî te lê bigerim.” li nava wan deviya ve diçê û tê paşê dibêjê:
“Mamê Mistê vaye li vir e.” lê çaroxê jê re naynê û bi rê dikevê.
Mamê Miste jî Gurî nas dikê, dibêjê:
“İclafê iclaf! bi Xwedê te biriye li wê dere veşartiye.”
Diçê, dest tavêjê çaroxê, dinêrê wê destê wî dikevê nava gû de. Li Gurî dinêrê, dibînê piçekî dûr ketiye. Bang dikiyê, dibêjê:
“Haa Gurî! Bisekine, ezê çavê te maçû bikim.”
Gurî, pêşîyê şuphêdeye, lê paşê Mamê Mistê carî din bang dikîyê û dibêjê:
“Gurî wilehî ti kesî newêriya xwe li bela min bidê, lê te ev kiriye, helal be ji te re. Bisekine, bi xwedê ez dê çavên te maçû bikim.” Bi van sondan Gurî ikna dibê û dimînê hêviya Mamê Mistê. Çaroxa bi gû, destê Mistê de ye û dimeşê; beşerek xweş û rûyek bi ken cem Gurî ve tê. Dest stûyê wî re wertînê û herdu çavên wî maçû dikê. Lê wê navê rê gûyê ji çaroxê mayî destê wî ve hemûyê diheşînê devê Gurî de. Gurî nû bi xwe dihesê, lê berdêla tinaza wî giran e.
Tên ser kehniyê; Gurî dev û rûyê xwe, Mamê Mistê çaroxa xwe dişû. Paşê destnimêj digrin, nimêj dikin. Gurî dibêjê: “Mamê Mistê tu bi xwedê bikî tu ji kesekî re nebêjî!” ew jî dibêjê erê û tên gund.
Roja din dîsa herkes diçê kolana rezê xwe. Mamê Mistê weke her car çaroxa xwe êxistiye û pêxas dimeşê. Êvarî dema vedigerê, pê li hejekî dikê, şêlek ê giwîjan binê lingê wî re diçê û pişta lingê wî re re têvêjê. Xwîn jê diherikê û ji êşa birînê kezeba wî dişewitê. Li ser kevirekî rûdinê û Gûrî digijiyê. Alîkariya wî dikê, kelemî ji lingê wî dertînê, birîna wî dipêçê û dibêjê:
“Mamê Mistê tu dizanî ji bo çi ew kelem li lingê te ket? Hemû ji gunehê min bû. Çû ji ber hev ve.”
“Çire çû ji ber hev ve? Te gûyê xwe xwariye kuro, Heke te gûyê min xaribûya yê çûbûya ji ber ve lê…”
“Vaye em bûn weke hev.”
Mamê Mistê, xwe li milê Gurî girtiye li ser lingekî kulî kulî dimeşê û dibêjê:
“Kuro Guro, çawa em dibin weke hev? Te bûyî virekê gûxwer, lê ez birîndar bûme û êdî ez pehlewan û qehreman im!”
Gurî, êdî hew dengê xwe derdixê. Mamê Mistê dibêjê:
“Gurî, xwedê kiriye ku çarox ne lingê min de bû, hey ne ez ê bê çarox jî mabûma!”
(Gurî, ev serpêhatiya xwe û Mamê Mistê piştî mirina wî vegotiye.)
Kurdjan SORÎ
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…