Li herêma Serhedê Bajarê Muşê, li gundek wê pêk hatiye. Mirovek hebûye, di gun de neçûye nava gel, şîn û şahiyan. Rojek Cejna Meha Remezanê de, Xanima wî di çe bal rûsipî û xizmên xwe. Ji wan re dibêje: “Ka çareserekî ji me re bibînin ; zilamên min mirovek zana ye lê naçe mizgeft û nava mirovên xwe.” Heyet û rûsipî bi hev dişêwirin: “Ka em çi bikin.” Mirovek Temenê wî mezin û rûspî dibêje : “Bila mele û çend kes herin cejna wî û jê re hin nesîhet û şîretan bikin ?” Ev pêşniyar tê pejirandin û dibêjin: “Bila seyda û çend kes herin ziyareta wî.” Mele Qur’ana xwe û hin pirtûkan digre bal xwe, ji bona ji wî camêrî re qala Xweda û heqîqetê bikin. Diçin Mala camêr demsal payîz û hinek berf barî bû. Camêr, seyda û kesên pê re pêşwazî dike. Di avahiya wî de pêxîrik (şomîne) hebûye darên berû avîtiye pêxirî agir gur bûbû. Camêr hinek Pîvaz avîtibûye nava agir ji ber sermayê ku bixwe. Bi xêr hatina wan dike rêz û qedir ji wan re digre û dipirse “Kerem kin gelo we xêr e seyda û rûsipiyên xwe ve hatine cejna min.” Seyda dibêje: ”Birayê delal hûn nayênê bal me û civata me, lê em hatine ditîna te û malbata te. Ger ku destûra te hebe em ê hinek Quran bixwînin, ji bona bereketa mala te û miriyan.” Mebesta seyda jî ew bûye ku hin tesîrek li camêrî bike, ku qelb û dilê wî nerm bibe. Camêr dibêje: “Baş e seyda bixwînin ez ê guhdarî bikim ger ku bikeve çokên min ez ê kêfxweş bibim.” Seyda ji Sûreya Beqerê çend ayet dixwîne û şirove dike. Rûyê seyda jî dirêj û xweşik bûye . Dema seyda dixwîne camêr digrî, seyda bi xwe bi xwe dibêje : “Dilê camêr dişewite.” Piştê girînê vê carê camêr dikene. Seyda Qurana xwe datîne û dipirse: ”Bira tu vê Qur’anê tu çima giriya û dur re çima keniya yî ?” Camêr dibêje: ”Seyda Dema te Qur’anî dixwend rûyê te dihejiya. Min duh bizinê xwe biribû nava daran, ku çilo bixwin. Nêriyek me hebû …