Bi navê sofî Bengî pîremêrekî gundî li perê gund, li hêla rohilata jorîn, bi qasî ses werisan ji kaniyê dûr, li ber dîwarê goristanê rûnistiye û eniya xwe daye taveke pasnîvroya payizî. Carina serê xwe dixe ber xwe, gopalê xwe di erdê re dide û dikeve ramanên kwîr. Di careke wusa de bi dengê pîrejinekê ji wan ramanên xwe dibe: …