Di dirêjahîya şevê de, xuş xuşa barana şilî û şilopeyê, xul xula avên belekîyan, nalenala dayîka wîya rebena li ber mirinê di nav cîyan de, xênjî wî, tu kesî nedibihîst. Xulxulên avan tevê dengên baranê di tarîya şevê de hur hur li havirdorên gundê wan belav dibû. Birûskê vedida, hîmê erdê dihejand û ronahîyek li rûyê ewr û erdên reş …