Di hundirê tasika serî de bi cî dibe û organa herî tevlihev a laşê mirov e. Dişibe gwîzê (gûz). Giraniya mejî her çi qas li gora kesan biguhere jî kêm zêde 1,4-1,5 kîlo ye. Mirov dikare mejî wekî rêveberê laş bi nav bike. Mejiyê mirov, bi saya rehikên serî (cranial nerves, sînirên kranial) û mejîpiştê (spinal cord, omurilik) sîstema rehikan …