EPÎLOGA HESENÊ METÊ

Bêguman jiyan ji kesî ra nabe yar. Ew bayek bêxwedî, bêalî û bêdawiye. Em îro paşeroja xwe dizanin lê pêşerojê qet nizanin. Di navbera hebûn û hêviyan de hemû tişt mîna tayê pembo ye. Pir sihêl, pir sivik û nêzî qetandinê. Beriya pandemiyê dîsa me dikaribû hewkî tişta bavêjin navê, Lê êdî rêstina me vala ye. Jiyanê text û temaşaya xwe guherand, xû, xeyal û xizmên nû danî pêşiya me. Êdî qet tu tişt mîna berê nema.

 

Bêguman ev nemabûn nayê meneya do tune, em xwe bêsitar, bêsedem bibînin. Lê rastî jî nayê veşartin, jiyana berê mir. Hinik guherandin nişkave  peyda dibin, hinik jî ji tişt û hebûnên heyî derdikevin. Dikarim bêjim; hinik guherandin di nav guherandinê da çêdibin û çareseriyê tînin.Wêje jî guherandin û çareseriya di nav xweyî da ye. Pir cara kes bi derd û belayê wê nahese û eslê ruhê wê hilnaşê. Pîvanê wêje yê paşeroj, bala wî pêşeroje. Em dikarin bibêjin klasîkbûna wêjeyê ji vê derê tê. Hertim, hertişt jî bona wêjeyê toximê klasîzîmê ye. Ev pêvajo di wêjeyê bi sê dema bi nav dibe. Dema berhêmên klasîk, dema berhemên klasîkên modernizma endustriyê û dema klasîkên postmodern. Bêguman ev hersê pêvajo him li nav xwe him li derveyî xwe gelek nakokiya jî tîne pêşiya wêje û niviskar, lê di encamê da serkeftin mal û milkê nivîskar e.

 

Hesenê Metê yek ji van niviskarê serkeftî û postmodern e. Ew bi aksiyona nivîskariya xwe post modern e. ji xwe tu nivîskar di dema destpêka xwe da namîne. Aqîl û ehsana niviskaran bîst sî sal ji niviskar mezintir e. Belê aniha li Kurdistanê  wêje û huner bê sistem û ekola wan pir zelal nine. Lê em dikarin cîhê nivîskar, di berhem û stîla ekola wan da bibînin. Ew çi dibêjin, çi dixwazin, çi dihêlin, çi zêde dikin? Ev krîter ji bo me Kurda krîterên sor in. Em zanin ku dewlemendiya çand û hunera me; li dijî êrişen colonyalizma çar alî, perçe bûye, westiya ye, hatiye dizîn û hemû rê û rewşa wan asîmîle bûne. Tenê dendik maye. Ev dendik jî mirovên Kurd û jiyana wî ye. Şer, polîtika, koçberî , asîmlasyona bêdil-bi dil, li Kurdistanê gelek tişt daye ber zefta xwe. Lê dîsa jî çarînek Cizîrî, Baba Tahir, an jî lorîna dayikek, feryada çavrilêyek, sitema bûkek serbixêlî ji bûye destan û dewlemendiyek nejibîr. Hewce ye ku Kurd ji mîna civakên rojavayî wêje û çanda xwe bigîhijin zemanê global. Ev vîn di wêje û wêjenivîsên Kurda da heye.

Pirtûka Hesene Metê  ya bi navê Epîlog wek gilokek vîn ê yedi weje ya Kurdî de. Epîlog mîna navê xwe epîlogek e ji jiyana Kurda. Ne tenê gotina dawiyê ye, bereketa jiyan û problema, xeyal û xemgîniya kurda ji karekterize dike. Hesenê Metê, Epîloga xwe bi derdê Darînê Daryo vedike.

‘ Darîn leheng e’

Epîloga Hesenê Metê me mest dike, hêrs dike. jiyana rojane û daxwazên intellektuelî bi nefsa monologê dide berhev. Darîn lehengek ji rêzê ye, lê sêra wi sêra intellektuela ye. Darîn, di mêjû da nivîskare lê ji masê ra bêdeste. Him tirsonek e him nerihete. Darînê Daryo intellektuelek nexweş e . Nexweşiya wî ji zanebûyînê ye. Bi xwendinê destpê dike xwe digihîne encama nenivîsandinê. Portra Darîn potrekî aktuel e çimkî Darîn bi taya nivîskariyê ketiye û afîrandina wî bi vê şîretê kûr dibe.

 

Lê me got Darîn niviskarek neçar û dudil e. Darîn ‘ lehengê ve bûyerê xwe li êşa hundirê xwe germ dike.’ ji vê gavê şunda êşa Darîn êşekî nîhîliîstîk e. Her çiqas ev halê Darîn kêfa me birevîne ji Darîn nihîlîstê xwe ye. Tu zirara wî ji derdora wî ra tune. Ew bêdest û bêbawer e xu ye. Li dijî ketina Darîn peyamên ji xizmên Darîn tên me kêfxweş dikin. Malbata Darîn her çiqas ji bona navê dinê xwesteka nivîsa nivîskariyê, pirtûka ji Darîn bikin jî binê vê paradoksê vala nîne. Hesenê Metê li vir rê dide xwendevanên xwe. Darîn, dide ber destê wan ‘ Darîn lehengê vê çîrok e’ nihîlîstê bêtewş dimîne di nav fitlêmê da. Metê, li eksê protokola nivîskar, rewşenbir û zanyaran tevdigere. Ev peyam ji bona rewşenbirî û wêjaya Kurdî gelek wêrek e.

Epîloga Hesenê Metê bi çîroka navê Nakokî, Xoce  Xizir, Madam et Monsieur N. Panorama, welle, Evinek Melodramik, Kubarname û ya Star xilas dibe. jenerasyona Hesenê Meté intellektuellê îro ne. Nivîs û berhemên wan demografya nivîskariya Kurdistanê ye.

 

Em pê agahdarê modela intellektueliya Kurda dibin. Jiyana welatek tenê ji fraksiyon û fe’lên politik qaîm nîne.

 

‘Ling bidin ser Darîn û jê re bibêjin bila pirtûkekê lêke.’

 

Behice Feride Demir

2020 -Decembre

 

Derbar ziman

Check Also

AGIR DI BAWERÎ Û ZARGOTINA KURDAN DE

Destpêk Bêguman em dikarin hilbêrîna êgir, destkeftîyên mirovan ya herî giring û pêwîst bihesibînin. Li …

Leave a Reply