1-Hûn nikarin min li ser çokan bixînin; çimkî ez li ser lingan hatim dinyayê, dixwazim li sere lingan dinê biterîkinim. Min ji kal û pîrên xwe da wiha dît, dixwazim ji zar û zêçên xwe re –li ser lingan jîyan û mirin- bihêlim. Hûn avên di çokên min da diherîkin nabînin. Hûn çiyayên di çokên min da bilind dibin nabînin. …