Ziman û Erkê Ziman

Xwendevanên hêja û heskiriyên nivîsîn, xwendin û peyva Zimanê Kurdî! Ev gotara kû ez ji bo Malpera Tevn beşa Zimanê Kurdî  di nivîsînim, bi kurtî be jî dixwazim nêrîn û çavxişînekî gîştî di derbarê erk, heyîn, girîngî, peywendî û wateya ziman di nava gelan de bikim. Bi taybetî neteweyek mîna Netewa Kurd kû ji hemû heyînên xwe yên çandî, ramyarî, aborî, wêjeyî û civakî hatî dûrxistin û bêpar hiştin dikar bikim û bînim ziman. Lê ez dizanim di derbarê zimanê neteweyek ev çend berbelav û parçebûyî de dikar kirin karekî hêsan nîne.
Di mijara danasîna ziman û têgihiştina li peywendî wate û heyîna peyva ziman de, bi dehan nêrîn û dîtinên cûr bi cûr hene. Ev dîtin û nêrîn ji bo pênasekirin û wate dayîna ziman dûr û nêzîk di nava bazinek hevgirtî yê watedayînê de hev temam dikin. Di astek cihanî de zimanzan li pey danasîn û wate dayîna zanista ziman ketîne, nêrîn û dîtinên bikêr derxistîne nav cihana zanista ziman de.

Ziman heyîneke bi nêrînên heyî  bi nakûke, ji bo pênase kirinê jî karekî hêsan nîne. Ev yek bê gumane kû pênaseyên zanayên derûn nasî, endazyarên deng û zimanzanan wekû yek nabin. Ji ber kû her yek ji van zanayan li gorî hizir, nêrîn û dîtinên xweyên taybet di aliyê beşa xwe de dibîne û dinirxine.
Ziman pêktê ji deng û wate, berhev kirina wê jî sîstemekî nakûk di afirine, ev sîstem di çend astan de pêk tê.
Wek: dengsazî (phonetics) dengsazî giştî (phonetic), dengsazî taybet (phonology).
Rêziman (grammar) û watesazî (symantic) ji bo danasîn û şîrovekirina zanista ziman ev hersê beşane bi serê xwe terîm û beşên taybetin, lê  emê niha rênedin danasîn û  şîroveya van hersê beşan.
– Bi giştî nêrîna kû bi bandor derdikeve pêş wihaye, “ziman amrazeke ji bo  li hev têgihiştinê bi kartê, ew jî bi rêya endamên axaftin û bihîstinê di nav komekî diyarkirî de, dengên wan nîşan û wateyên taybet di nava xwe de digire”.
– “Ziman heyînek jibo jihev tê gihiştinê bi kar tê , wê jî dikin çend yekeyên hur kû jêre dibêjin peyvsazî (morphîn) kû her yek ji wan xwediyê wate û heyînek taybetin.” Martîn
– “Ziman ew hevokin kû rêziman derdixe.”  Noam chomsky
Ji aliyê mirovan ve ji bo peywendî kirina li gel hev ziman amraza sereke ya bi karanînêye, despêkê bi rêya axaftinê bi kartîne. Di gel vê yekê jî dibe kû ziman biguhere serbarên medyayî yên din, wek: nivîsîn û hêmayên cuda cuda. Eger amraza peywendiya axaftinê bikêr nebû, wek ji aliyê kesên guhgiran an qet nabihîsinve di karin amrazên dîtinê yên din bikar bînin. Weke zimanê amaje (simge) karekterek diyar yê ziman eveye kû peywendiya di navbera hêmayên zimanan û wateyan de peywendiyekî navçeyiye. Ev hêma, wate û peywendî dikarin ji dem û zemînê xwe derbaz û berbelav bibin bêy kû çi sedem û asteng derkeve pêşiyê. Di hemû ziman û şêwezaran de li gorî dewlimendiya peyv û navan ji bo hemû heyînên heyberî û rewanî di mejiyê mirovan de roxsar û navek dane bi cih kirin. Her zimanekê li gorî hêza xwe nav ji bo heyînan destnîşan kirine. Em di karin bi vê mînaka li jêr vê yekê baştir raxînin berçavan.

Bi zimanê Îngilîzî ji se (kuçik) re dibêjin (dog) bi Îspanî dibêjin (pîro) bi Rosî dibêjin (sobaka) bi Japanî dibêjin (îno). Dibe kû ziman ji bo giftogokirinê hêjmarek babetên gelek cuda bikar bîne, ev jî taybetmendiyek ya zimanê mirove. Lê çaxê kû navê se tê bihîstin di mejiyê her kesê de navê tebayek kedî û nîv dirinde derbaz dibe. Ev  jî xwe dispesêre nêrina kû dibêje; “ziman hêma, wate û denge”. Ev taybetiyek ya zimanê mirove kû xwe ji şêwazê peywendi kirina candarên din cuda dike. Mînak: bizav, lîvîn givgiv û dengê mêşa hingivîn tenê ji bo agahdarkirina cihê çavkaniya xwarinê bikartê. Em ji vê mînaka li jor tê di gihêjîn kû ziman neçariyek ya jiyanêye.
Rêberê  gelê Kurd Abdulah OCALAN di pirtûka xwe ya bi navê “Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk, rûpelê pêncemîn, Parastina Kurdên Dinava Pencê Qirkirina Çandî de”, li ser ziman wiha dibêje: “Têgîna ziman têkiliya xwe xwirt bi têgîna çandê re heye. Di çarçoveyek teng de ziman bi awayek bingehîn têgîna sereke ya qada çandêye. Di çarçûveyek teng de mirov dikare ziman weke çandê jî bide naskirin. Ziman daneheva civakî ya zêhniyet, exlaq, his û fikra estetîke kû civakekê bi dest xistiye; ziman hebûna nasnameyî û zêhnî ya mane û hisê ya serwextbûyiye kû bûyî xwedî îfadeyê. Civaka xwe gihandibe ziman, bûye xwediyê sedema bi hêz a jiyanê. Asta pêşketinê ya ziman asta pêşketibûnê ya jiyanêye. Civakekê zimanê xwe yê dayîkê çiqas pêşde biribe, ew tê wê wateyê kû asta xwe ya jiyanê jî pêşde dibe. Dîsa çiqasî zimanê xwe ji dest dabe û ketî be bin hegemonya zimanên din, ev jî tê wê wateyê ewqasî hatiye mêtin, qirkirin û asîmîlekirin…”
Ji bo neteweyek ji netewa xwe hes bike û biparêze, divê destpêkê ji zimanê netewa xwe hes bike û biparêze, ji ber kû ziman mergê parastina netewyetêye. Kurd neteweyek pîr kevnar yê Rojhilata Navînin, xwedî zimanek resen û bi bingeh yê koma zimanê Aryene. Di dîrokê de her çende ji aliyên neteweyên dinve, zext, talan, koçberî, komkujî û dagirkerî li ser netewa Kurd de hatiye meşandin jî, nekarîn natewa Kurd ji navrakin. Ji ber kû netewa Kurd dest ji ziman û çanda xwe bernedan karîn heyîna xwe bigihînin serdema me ya îro jî. Lê îro bi qirkirina çandî, bişaftin û ji nav birina zimanê Kurdî, li çar aliyê cihanê dagirkerên Kurdistanê di nava hewildan û têkûşînekî bê sekin dene. Ji bo xwedîderketîna li ziman û çanda xwe Kurdistanî bi diruşmên “zimanê me rûmeta me ye, bê ziman jiyan nabe” di nava parastin û pêşxistina zimanê xwe dene.

tevn.com

Hecî Demir

Derbar Çand Name

Check Also

Binyada zimanê Kurdî

Di vê dersê de armanca me ev e ku em zimanê Kurdî nas bikin. Yanî zimanê kurdî, ji aliyê binyadê ve dikeve nava kîjan komê û beşê de?

Leave a Reply