Zikrê Piştî Desmêjê

Piştî desmêja xwe temamkir wê bibêje:

أَشْهَدُ أَنْ لاَ إِلٰهَ إِلاَّ اللهُ وَحْدَهُ لاَ شَرِيكَ لَهُ وَأَشْهَدُ أَنَّ مَُمَّداً عَبْدُهُ وَرَسُولُهُ

“Ez şehdeyiyê didim ku ji Xwedê pê ve tu mabûdê heq tun in û ez şehdeyiyê didim ku Muhemmed evdê Xwedê û qasidê Wî ye.”

اَللَّهُمَّ اجْعَلْنيِ مِنَ التَّوَّابِينَ وَاجْعَلْنيِ مِنَ الْمُتَطَهِّرِينَ

“Xwedayê min! Tu min bigerîne ji yên pirtobedar û tu min bigerîne ji yên ku xwe pir paqij dikin.”

سُبْحَانَكَ اللَّهُمَّ وَبَِمْدِكَ، أَشْهَدُ أَنْ لاَ إِلٰهَ إِلاَّ أَنْتَ، أَسْتَغْفِرُكَ وَأَتُوبُ إِلَيْكَ

  1. “Xwedayê min! Ez, digel pesindayina te, te pak didêrim. Ez şehdeyî didim ku ji te pê ve tu mabûdê heq tun in. Ez bexşandina te dixwazim û li ber te tobe dikim. “

Tiştên ku destmêjê dişikinin:

  • Çi tişta ku ji pêş û paşiya însên derkeve desmêjê dişikîne. Çi tahir be mîna menî û tirr û fisan; çi jî necis be mîna mîz û meziyê.
  • Xewa ku ne li ser rewşa çarmêrkî be. Razana hindik, ya ku li ser binê xwe rûniştî (çarmêrkî) yan ji piyan razabe desmêj naşike.
  • Bêhişbûna bi sedem serxweşbûn, jihişçûn û nexweşîyê.
  • Jin bihungive zilam yan zilam bihungive jinê ku nemehrem be û bê perde be.
  • Bi kefe dest yan bi tilîyan bê perde dest bide ewretê (şermegeha) xwe yan ewretê xeynê xwe. Ewret, pêşî û paşî ya însên e.

Li ser yê bêdesmêj destdana Qur’anê, nimêj û tewafa Beytê heram e.

Hüseyin Gündüz-Bingehên Baweriya Îslamê

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply