Zarokan bi îfadeyên xweşik motîve bikin

Elî di betlana havînê de bû. Bavê wî ji wî re ji bo qerneyê bisêkletek standibû û ajotina bisêklet hînî wî dikir. Elî nedikarî li ser xwe bisekinî û her tim diket xawrê.

Gava ew diket, bavê wî ji wî re gotinên neyînî digotin. “Eman Elî ma tu ehmeq î, tu çawa nikarî li ser xwe bisekinî, yaw li pêşîya xwe binêre, kurê min ma tu min nabihizî?” Û digot, “Na na tu vî karî nikarî bikî. Jixwe tu kêrî tiştekî nayî.”

Ya rast ji bo ku Elî bikaribe bisêklet biajo, lazim bû bavê wî bawer bike û bawerîya xwe jî nîşanê wî bide. Heke bavê wî di her karî de rê û rêbazeke wiha bi kar bîne dîyar e ku Elî wê di pêşerojê de bibe insanekî nebixwebawer. Lewra gotinên bavê wî di hişê wî de fikr û ramanên wiha pêk dianîn. “Ez insanekî ne serkeftî me, ez nikarim tiştekî bibim serî, hêza min tune ye…”

Heke bavê Elî jê re bigota “Kurê min tu dikarî bikî, ez bi te bawer im, tu insanekî jêhatî yî, sibe tu yê baştir bibî…” wê çawa bûbûya? Helbet di hişê Elî de fikr û ramanên erênî wê pêk bihatana. Gotinên wiha wê li ser derûnîya wî bandoreke erênî çêkira.

Lêkolîn û lêgerîn nîşan didin ku, zarokên ku ji alîyê dê û bavên wan ve bi awayekî erênî tên motîvekirin zêdetir serkeftî dibin. Di hiş û dilê wan de daxwaza serkeftinê zêdetir xwe nîşan dide.

Ji ber vê yekê em dibêjin gava zarokên we di karekî de bi ser neket, hêvîyên xwe yên erênî bi wî re parve bikin. Ji zarokên xwe re her tim gotinên baş û xweş bêjin. Wan motîve bikin û ji bo serkeftinê cesaretê bidin wan. Ji bîr nekin ku di heyama kamilbûnê de hewcedarîya zarokên me zêdetir bi motîvasyoneke wiha he ye.

Derbar Çand Name

Check Also

7 Celeb Malbat

Gotara jêrîn, 7 celeb celebên malbatê vedibêje. Pêşî gotarê bixwînin û fêr bibin ka hûn …

Leave a Reply