Evîn bi zimanê zikmakî xweştir e

Wezareta perwerdehîyê ji bo 5 rojan biryara konferansa pergala nû dabû, mamoste ji bo vê pir eciz dibû lê tu çare jî tune bû ku neçûya. Mamoste roja ewil ket hêwana konferansê, li ber derî li keçikekê rast hat û germîyek di nav dilê mamoste de çêbû. Mamoste keçik pir tatêl dikir lê tu tiştek ji destê mamoste nedihat.

Mamoste biryar da ku keçikê nas bike û ji bo vê jî derdê xwe yê evînê ji hevala xwe yê semimî Dilevînê re vegot. Dixwest ku ji xwe re rê û rêbazekê ji bo vê evîna delal bibîne. Dûvre hate fêhmkirin ku evîna mamoste, hevalê Dilevînê ye.

Mamoste ji kêfa re firiya û tavilê navê keçikê hîn bû. Navê keçikê jî Dilnarîn bû. Çer çavê mamoste li Dilnarînê ketibû hestên dilê wî yê evînê bilind bûbû û mamoste evîndarê Dilnarînê bûbû. Dilnarîn jî bejna wê bilind çavên hişîn û gir bû. Dilnarîn wek heyveronê bû, dilnarîn wek stêrkên evînê yên asîmanan bû, dilnarîn ev qas spehî bû ku ji xweşikbûna wê mamoste sermest bûbû.

Dilevînê rabû mamoste bi Dilnarînê da naskirin. Bi hev re çay vexwarin. Mamoste gelekî kêfxweş bû lewra êdî nêzikî Dilnarînê bûbû û bi kêfa dilê xwe li çavên Dilnarînê mêze dikir. Di navbera wan de sohpetek germ çêbûbû, piçekî hevdû naskiribûn.
Roj jî êdî wek avê derbas dibûn. Wext pir teng bû.

Lewra dawîya konferansê jî hêdî hêdî dihat. Sohpeta Dilnarînê û mamoste di navbera konferansê de berdewam dikir. Her du xortan jî dixwest hevdû nasbikin, ji bo vê jî navbera konferansê bi keys bi kar dianîn.Tiştê mamoste fêhmkiribû ku Dilnarîn gelekî ji zimanê xwe hezdikir û dixwest di pêşerojê de zarokên wê bi zimanê xwe biaxive.

Dilnarîn jî wek mamoste bala wê li ser çand û wêjeya welêt bû. Ev jî kêfa mamoste dianî. Ji ber vê yekê mamoste hîn zêde evîndarê Dilnarîna delal bû. Êdî jîyan ji mamoste re bûbû evîna Dilnarînê û evîna welêt. Lewra ji Dilnarînê bêhneke çandeke kevn û mejîyekî kevn dihat. Dema mamoste diçû malê tim di bîra wî de Dilnarîna delal hebû. Dilnarîn şox û şeng bû û wek daylanekê bû.

Her ku roj derbas dibû qaxûya mamoste zêde dibû. Lewra êdî konferans bi dawî dibû. Rojek ji konferansê re mabû ku biqeda.Heke konferans biqedîya dê dibistan têketana betlanê û kêm 2 mehan mamoste nikaribû Dilnarîn bidîta. Mamoste dixwest evîna dilê xwe bi Dilnarînê re parve bikira. Mamoste, Dilnarîn di wexteke teng de naskiribû. Mamoste bi şev fikirî gelo wê sibê ji Dilnarînê re çi bigota? Hevok wê çawa saz bikira ?

Bi şev ji bo evîna Dilnarînê xew neket çawê mamoste. Dilnarîna delal tim li ber çavê mamoste bû. Kelecaneke mezin bi mamoste girtibû. Mamoste çi qas jîr û jêhatî bû jî, lê li hember evînê xwe wenda kiribû.

Sibe bû û mamoste berê xwe da cihê konferansê. Dema mamoste gihîşt cihê konferansê dît ku hîn Dilnarîn nehatîye. Ji ber vê yekê mamoste ji konferansê derket û çû ber derîyê avahîyê sekinî. Hemû kes hatibûn konferansê lê hîn Dilnarîn nehatibû. Ji bo vê nakokî ketibû dilê mamoste. Mamoste hîn li ser vê rewşê difikirî ku Dilnarîn ji dûr de xuya kir. Dilnarînê kincê sor li xwe kiribû û xwe xemilandibû.

Dilnarîn ev qas xweşik dihat xuyarkirin ku te digot qey ji evinîstanê hatibû. Mamoste pêrgî Dilnarînê çû, xwest ku piçekî bi Dilnarînê re biaxive.Herdu bi tenê derbasî holê bûn û tu kesek li wir tune bû. Herdu çav li hember hevdû bûn û te digot qey jiyan sekinî bû. Mamoste bi kelecan dest bi axaftinê kir û hestên xwe yê evînê bi Dilnarînê re parve kir. Lê tiştê li vir ya herî balkêş Kurdîya Dilnarînê qels bû û Tirkîya mamoste jî qesl bû.

Mamoste ewilî bi Tirkî axivî lê Dilnarîn qanî nebû. Dûvre jî bi Kurdî axivî û mamoste xwe zimanê xwe hîn xweş îfade kir. Mamoste her ku diaxivî çavên Dilnarînê vedibû û hestên Dilnarînê bilind dibûn. Êdî Dilnarînê mamoste hîn xweş fêhm dikir. Mamoste jî cara ewil bû ku hestên xwe yên evînê bi zimanê zikmakî îfade kiribû. Mamoste ji bo îfadadekirana evînê ya bi zimanê zikmakî bi xwe şanaz dibû û kêfxweşîyeke bêhempa hîs dikir.

Bi rastî jî evîn bi zimanê zikmakî were jîyîn hîn xweş e. Ji bo vê yekê ji fîlozofekî pirsîne, heke tu careke din were dinyayê tu yê çi bikî? Fîlozof wiha bersiv daye: “Heke careke din ez werim dinyayê ji bo ku mirov bi zimanê xwe yê zikmakî xweş biaxivin ezê bixebitim. Lewra mirovên dinyayê heke zimanê xwe xweş biaxivin pirsgirêkên nav mirovan dê were çareserkirin. Vêca herb jî di nav mirovan da çênabe.

Ji bo vê yekê, heke em dixwazin di rastîya xwe de bijîn, heke em dixwazin em wek mirovan bijîn, heke em dixwazin em evînê xwe bi dilên xwe bijîn pêwîst e ku em jîyana xwe bi zimanê xwe bijîn…

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply