Hunermendê şêwekar û peykersaz Seywan Saeedian pêşangeha peykerên hesinî ya taybet li gundê Yuvacik- Amedê vekir.
Peykersazê kurd Seywan Saeedian li gundê Yuvacik yê Amedê vekir. Saeedian li ser pêşengeha peykerên hesînî ji Dengê Amerîka re axivî û got, “Huner ne tenê di nav galîriyan de ye û ne tenê kesê li bajaran dikarin hunerê temaşe bikin, divê ku huner azad be ji ber wê ez hatim gund û min li ser sînga suriştê berhemên xwe belav kir.”
Seywan Saeedian di dewama axaftina xwe de anî ziman ku şer li gundê kurdan her dibe û hestin bi şer re derbasî gundan dibe, çi ji perçên tang, firoke û mûşikan jî, ji ber wê min xwest ku ez hestin bi astatîk û ciwanî bibim gund.”
Peykesazê kurd beriya niha li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî pêşangeh vekiribûn.
Basnuce.com