
Gorbihîşt Mehmed Uzun nivîskarekî kurd ê hêja bû. Berhemên wî ên edebî û herweha hemû romanên wî dewlemendîya edebîyata kurdî ye. Romana wî a bi nave “Tu” li bakurê Kurdistanê romana kurdî a yekem bû. Dema ev romana yekem li Swêdê hate weşandin, digel ku keyfa gelek xwendevanên kurd hate jî, hinek kesên hesûd li ser nave rexnegiriyê, rexnekujî kirin û gelek rexneyên ne di cî de, rexneyên puç û vala li romana Mehmed Uzun kirin û li sexsîyeta wî nehekî kirin, heqaret kirin.
Di dema çûyî de, gelek nivîsên rexneyî ên neheq di kovara”Dugir”û “Nûdem”ê de û di rojnama “Armanc”ê de hatin weşandin. Du sîyasetvanên ku di sîyasetê de bi ser neketibû û têk çûbûn, bela xwe di Mehmed Uzun de dan û rexneyên nebaş lê kirin. Helbet Mehmed Uzun bersîva wan da û li dij rexneyên wan ên neheq derket. Tiştên ecêb jî hinek kesên ku bi tirkî dinivîsandin û xwedêgiravî xwe rexnegir dihesibandin wan jî li Mehmed Uzun rexne digirtin.
Sîyasetvanekî teorîsyen ê sîyaseteka kurd (ku her tim bi tirkî dinivîsî û fêrê swêdî û îngilîzî bubû lê fêrê kurdî nebûbû) li Mehmed Uzun rexne digirt. Ev siyasetvan bi tirkî helbest jî nivîsîbû û weşandibû. Tirkî nivîsîn ji edebiyata tirkan re xizmet e. Werhasil ez dirêj nekim, ew dem gelek neheqî li Mehmed Uzun hate kirin.
Ez di vê nivîsa xwe de dixwazim derbarê romana Mehmed Uzun a yekem “Tu” de binivîsim. Ev roman paşê li tirkî jî hate wergerandin. Piraniya romanên M.Uzun romanên biyografîk in. Di romana wî a bi nave ”Bîra Qederê” de Celadet Bedirxan heye. Di ”Sîya Evînê” de Memduh Selîm beg heye. Di rojek ji rojên Evdalê Zeynikê de Evdalê Zeynikê heye. Di ”Ronî mîna evînê Tarî mîna mirinê” de Cem Ersever heye. Û di ”Tu” de jî Mehmed Uzun bi xwe heye. Romana wî a dawî ”Hawara Dîjlê” romaneke postmodern e. Heger wî ji ber nexweşiya penceşêrê zû koç nekira û neçûna ser heqiya xwe, wî dê hêj gelek romanên hêja û serketî binivîsandana.
Romana Mehmed Uzun ”Tu” di sala 1985ê de derketibû. Romana ”Tu” a bi kurdî du car hate çap kirin, lê wergera wê a bi tirkî panzdeh car hate çap kirin. Wergêrê romana ”Tu” Selîm Temo ye. Selîm Temo nivîskarekî kurd e û gelek berhemên wî ên bi kurdî û tirkî hene.
Naveroka romanê derbarê girtîyekî kurd(ku ew girtî Mehmed Uzun bi xwe ye) û tenêtîyê de ye. Ji xwe sedî nodên kurdan ji ber sedemên cuda piranî jî ji ber sedemên sîyasî ji alî dewleta dagirker a tirkan ve hatine girtin û ketine hepis û zîndanê. Gelek sîyasetvan, rojnamevan, edebîyatvan, rewşenbîr û nivîskarên kurd hatine girtin, di hepis û zîndanan de razane. Mehmed Uzun jî hêj di xortanîya xwe de ji ber sedemên sîyasî tê girtin û di hepisxaneya Amedê de radize. Lehengê romanê di zîndanê de, bi tenê ye. Kêzxatunek dibe hevala wî. Ew ji xwe re bi Kêzxatunê re diaxife.
Girtîyê zîndanê ji kêzxatunê re dibêje : ”Ez êsîr/dîl/ketime, di zîndanê de me. Lê tu ne êsîrî. Tu mêvanê min î. Tu di tenêtiya min de buyî dost û hevala min. Erê Kêzxatuna delal, tenêtî zor e, zahmet e.”
Romana ”Tu” ji yazdeh beşan pêk tê. Di beşa yekê de li zîndanê û dîtina kêzxatunê û pê re hevaltî tê qalkirin. Di beşa duyem de bi zimanekî edebî taswîra meh û demsalan û bi taybetî jî demsalên havîn û zivistanê û di zivistanê de girtina lehengê romanê tê rave kirin. Di beşa sêyem de jî axaftina lehengê romanê ê girtî ku di zîndanê de ye, bi kêzxatunê re didome. Beşa çaran de rave kirina qomser û polîsan a li ser mala leheng, sehkirina malê, girtina leheng û minaqeşeyên di nav leheng û qomserê nezan ê zircahîl de hene.
Lehengê romanê anku girtiyê di zîndanê de, serpêhatiyên xwe, bûyerên ku hatine serê wî, ji kêzxatunê re qal dike, ew bi xwe bi kêzêkê re diaxife. Vebêjê romanê, di beşa pênc de, ji kêzxatunê re destana Memê Alan dinirxîne. Ew herî pir ji çîroka ”Mem û Zîn”ê hez dike. Di beşa şeşan de lêpirsîn û lêdan, şkenceyên ku li lehengê romanê hatine kirin bi teferuat ango bi berferehî tê qal kirin. Beşa heftan de dîmenên ji bajarê Diyarbekirê, darvekirina Şêx Saîdê nemir û taswîra bajarê Amedê hene.
Xwendevanên Ezîz, min derbarê heft beşan de, agahdarî da we. Min bi kurtahî behsa heft beşan kir. Ez ê behsa naveroka beşên din nekim. Bila ew jî wek meraq bimîne, xwendevan meraq bike, ka gelo di wan beşan de çi hene û pirtûkê bikire û bixwîne. Lêbelê derbarê wan beşan de ez vê bibêjim; di wan beşan de tiştên baş û xweş hene, nivîskar û rewşenbîrên kurd hene. Hêja Mehmed Emîn Bozarslan, Îsmaîl Beşîkçî û gelekên din hene.
Romanên Mehmed Uzun û hemû romanên romannivîserên kurd serbilindîya romana kurdî û dewlemendîya wêjeya kurdî ne. Romana hêja Mehmed Uzun a bi navê ”Tu” digel ku romana wî a yekeme, romaneke serketîye û hêjayê xwendinê ye.
Loman Polat
Gotara berê: Yilmaz Gûney û Hişmendiya wî ya Kurdistanî
Gotara piştî: “Soryaz” di jimara -2- de dosyaya sedsaliya Qamişlo temam dike
Gotarên Têkildar
Nasname û Ziman – Mela Huseyn Êsî

