Pirtûka duyemîn a Tûrikê Çîrokan derket

Pirtûka “Tûrikê Çîrokan” a duyemîn a nivîskar Mihemed Henîfî Çelîk ji Weşanxaneya Sîdarê derket.

​Pirtûka ku ji 133 rûpelan pêk tê, 8 çîrokan di nav xwe de dihewîne. Ji van çîrokan 3 jê gelêrî ne û 5 jî çîrokên nivîskar bi xwe ne. Çîrokên di pirtûkê de ev in:

  • ​Belûbanû Kera Boz
  • ​Mihemedê Etar û Keçel Rem
  • ​Elo Newêrek
  • ​Koşkariya Ji Neçariyê
  • ​Guriyê Qazan
  • ​Kislan Kilor Dibarîne

​Sifir û belavkirina pirtûkê ji aliyê Pirtûkxaneya Sîdarê ve tê kirin. Nivîskarî îsal di meha gulanê de cildê yekem ê “Tûrikê Çîrokan” weşandibû ku di wê pirtûkê de jî 6 çîrokên nivîskar û 2 çîrokên gelêrî hebûn.

​Mihemed Henîfî Çelîk kî ye?

Nivîskar Mihemed Henîfî Çelîk di sala 1979an de li gundê Mircanikê yê Rihayê ji dayik bûye. Wî li Zanîngeha Afyonkarahîsarê Beşa Wêjeya Zimanê Tirkî qedandiye û li ser zimanê kurdî kar û xebat kirine. Cara yekem li Rihayê, di encama xebatên wî de, li dibistana ku lê kar dikir pola dersên vebijêrkî yên kurdî hat vekirin.

​(Çavkanî: Rûdaw)

Etîket: Polylang KMR, sernivîs

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Fîlmên Sînemayê

Derî jî westiyayî ne

Çend Pirtûkên Nû

Pirtûka “Rênimaya Zimannasiyê” ya Omitê Mistefê ji Weşanxaneya Hîvdayê Derket

Mehmet Öncü: Pêşî min bi tomarkiriyê ve dest pê kiriye!

ziman

Edîtorê malperê – 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle