Taybetmendiyên Bingehîn yên Zanistê

Vedîtinên zanistî, herçuqasî ji bo armancên pratîkî bikevin xizmeta mirovahiyê jî, beravajiya hemû lewnên zanyariyên pratîkî, zanist bi xwe jî cureyeke zanîniya (bilgi, knowledge) teorîk e. Zanist bi xwe jî, ne teknîk yan zeneetek e. Rast e ku di dema pêkanîna toklînan (deney, experiment, ezmûn) de, pêdivîyeke mezin bi hunerweriya teknîkî heye.

Mucîdê (keşifker) ku vedîtineke zanistî vedîtî ye, di heman demê de axlebî mucîdê halet û materyalên zanistî ye jî. Ligel vê yekê, meriv dikare hemû wan îcadên teknîkî û vedîtinên zanistî, ji zanista xwerû (zanista teorîk) cuda bike. Gewhera zanista xwerû, zanîniya teorîk e. Lêbelê her cure zanîniya teorîk jî, ne zanist e. Zanist, cureyeke zanîniya teorîk e. Peyva ‘zanist’ê pirî carê, wekî navê hevpar yên zanistên fizîk, kîmya, botanîk ûhwd. tê bikar anîn. Çinku ev zanist bi wesfên xwe yên cihê, ji zanistên din cuda dibin.

Di vê xalê de, meriv dikare behsa çend taybetmendiyên zanistên reel bike: 

1- Bi awirekî rexneyî, nirxandin û vavêrkirin: Şertê pêşîn ê hemû zanîniyên derbasdar (saxlem), beyî ku di bandûra fikrên xwe yên takekesî de bimîne, ji bo zanyaran xwegihandin û salixdana bûyera (fact, olgu) ye. Ev helwesta zêhnî (hişî), mentalîteya (zîhniyeta) zanistî ye. Bêguman zîhnîyeta zanistî, ji bo hemû zanistan şertekî jêneger û pêşîn e. Kesekê ku tişt çawa bin wan wiha nepejirîne yan nexwaze wan wiha bibîne, ti guman nîne ku ew kes ne xwediyê wesfên zanyariyê ye û ne zanyar e. Awira rexneyî û hêza vavêrkirinê, di zanistê de tiştekê jêneger û bivênevê ye. Meriv dikare vê zîhniyeta zanistî li cem felsefenas û dîroknasan jî bibîne, lêbelê ev yek bi serê tenê tu carî venaguhere zanistekî û têra vê yekê nake.

2- Gelemperîtî û sîstem: Zanist, bala xwe nade nesneyên takekesî. Beriya her tiştî zanist bala xwe dide typeyan (tîp), cureyên nesne û bûyeran. Armanca zanistê, têgihiştina pergala xwezayî (pergala ku di xwezayê de heye) ye. Ji bo gihiştina vê armancê zanist, li taybetmendiyên hevpar yên nesneyan vedikole û dixwaze ku bi şert û qanûnên gelemperî, yên bûyeran bizanibe.

3- Rastandina Empirîk: Zanist bi bûyerên ku derbarê çavdêriyên aktuel de ne, dest pê dike û ji bo venerîna hîpotez û raveyên demdemî, vedigere çavdêriyê (observation). Hîpoteza ku nikare ji ceribandina çavdêriyê derbas bibe, bi tu hawî bi kêrî zanistê nayê. Bi vî wesfê xwe, zanist ji felsefeyê cuda dibe. Hîpotezên ku nikarin ji bêjinga çavdêriyê derbas bibin, di felsefeyê de herdem dikarin werin pêşkêş kirin. Rast e ji bo hîpotezên felsefî jî dibe ku tecrube lazim be, lêbelê ev yek ji rastandina bi çavdêrî û toklînan cihê ye. tr: bilimin temel özellikleri / fr: caractéristiques fondamentaux de la science

Çavkanî:

Ferhenga Felsefeyê – Ali Gurdilî 

Derbar Çand Name

Check Also

Bajar û roman hevdu ava dikin – باژار و رۆمان ھەڤدو ئاڤا دکن

Mirov ti carî neçûbe bajarê Dublînê jî tenê pirtûkên nivîskarê îrlandî James Joyce (1882–1941) bixwîne …

Leave a Reply