Ey Hevalo De Were

Ey Hevalo De Were

Îşev dilê min li ba işqê  mest û serxweş e

Roj, heyv, asîman  av û erd pir xweş e

Dilê min li derdora kêf û îşqê wek çerxê dizîvîre geş e

Ger tu hat mehvandariya min  tev li şerbikê şarabê were

Bila bide dora te çend mitrib tev li ney û ribabê

Avek sarî cemîdî ji bîr neke haa  ji bo vî dilê şewitîye mina kebabê

Emê heyanî destê sibê re vexun şarabê

Xwe kil bikin li ber dengê ney û ribabê

Ta ku em ji xwe derbas bibin û hay nebin ji banga melê a berbangê

Ey hevalo agrê eşqê şewitandiye sing û qesafa dilê  min

Mîna dar mazîyan di  agir de bi şewite dişewîte gurçik û hinavê min

Mîna beroşa vala liser agir dikele mejîyê min

Ne şaraba  safî û  cemîdî be

Ne reng û rûyê  karxezala  binê deşta mêrdînê be

Ne şewq û şemala  fatîmoka nav çavên dar û berên Xursê be

Ne hilm û bêhna  gul çîçek, beybûn, solîn û rihana li derdora beytûl heremê be

Ne heybet u muhbeta ji hevçûna heyva li asîmana be

Ne li hevbanandina Yusifê biyan û Yaqubê bi giryan

Ku Ji ber işqê dil li wan bu agir û  bûryan

Ne evîna Şêxê Sen’an be ku ji Yemen derbas bû çû ta bi Ermenîstan

Ava Kewserê bikêr nayê ji bo vemirine ev agirê dilê min

De were hevalo dilê min îro xweş û serxweş e

Dinya tarî û şev reş e

Dilê min mîna pezên biyanok ji nava civakê der e

Ronkayiya işqê daye dilê min

Ji ber ronkayî yê tiştekî ne dibhîze gûhên min

Nema dibîne her du çavên min

 

ŞOREŞ XURSÎ

 

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Mesele | Binehişa Welat

Çi ferq di nabêna însên û heyîneyên din de heye? Wesfê însanan ku naşibe heyîneyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *