Şertên teyemumgirtinê:
- Bi sedem seferê yan nexweşiyê ku nikaribe avê bi kar bîne.
- Wextê nimêjê hatibe û av tune be.
- Li avê gerîyabe.
- Pişti ku av dît hewceyiyeke jiyanî pê çêbûbe. Mîna ku eger bi avê desmêj bigire ew yan jî heywana wî dê ji têhna bimirin.
- Lazime ku teyemum bi axeke xalis, paqij ku xwedan toz be û ne xweliya agir be.
Riknên teyemmumê:
- Niyet e.
- Mesha temamê rû ye.
- Mesha herdu destan heyanî qeftikan.
- Tertîb û lipeyhevî ye.
Tiştên ku teyemumê betal dikin:
- Yên ku desmêjê betal dikin teyemumê jî betal dikin.
- Dîtina avê ye eger ku ji ber tunebûna avê teyemum girtibe.
- Şertên ku teyemum caiz didêrin ku ji holê rabin. Mîna ku bi sedema nexweşiyê teyemum girtibe vêca ku rehet bibe teyemum betal dibe.
Şeklê teyemumgirtinê: Pêşî niyeta teyemumê tîne; ew ê bibêje: Farza nimêjê li xwe helal dikim. Paşê besmelê tîne û yek carê kefa destê xwe li axê dixe, paşê bi kefa destê xwe ruyê xwe mesih dike (bi herdu kefa destê xwe rûyê xwe û riha xwe vedimale). Piştî wê bi kefa destê çepê ruyê destê rastê û bi kefa destê rastê ruyê destê çepê mesih dike.
Hüseyin Gündüz-Bingehên Baweriya Îslamê