Li gor îstatîstîkan, ji kesên ku ji ber apandîsîtê serî li nexweşxanan dixin, ji sedî 40ê wan zarok in. Bûyerên apandîsîtê bi piranî rastî demsala havînê tên.
Zarok gelek caran ji êşa navê gazindar in. Ji bo vê jî meriv zêde guh li wan nake û dibê qey tiştekî normal e. Lê divê em bizanibin ku ji du salan û pê ve her zarok dikare êşa apandîsîtê bikişîne.
Apandîsît hem berfireh û hem jî bi tirs e. Piştî êşa wê bi 1236 saetan ku operasyon çênebe, apandîsît dikare biteqe û di xavka zik de înfeksiyonê belav bike, Ev bûyer ku jê re “perîtonît” tê gotin, dikare bibe sedema mirinê. Kesê ku apandîsîta wî biteqe xwîna wî jehrî dibe û mirina wî an wê ne dûr e.
Apandîsît wekî tiliyekê di serê roviya qalind de çêdibe û tu erkek wê ya taybetî tune ye. Sedema çêbûna wê nayê zanîn. Tê texmînkirin ku piçek xwarin di apandîsîtê de dimîne, ew dibe sedema înfeksiyonê (îltîhabê). Zarokên ku nava wan dêşê û qevzî bûbin, tu dermanê qevzîbûnê nedin wan.
Dibe ku apandîsît bi wan re hebe û ev derman li wan neyê.
Ji salnameya Nûbiharê
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…