Xutbe | BI ‘IBRET LI RABIRDÛ BI FERASET LI PAŞEROJÊ MÊZEBIKINN

 

Gelî Musulmana!

            Em nika di nav wê meha Muherremê da ne ku Cenabê Pêxember salixê wê daye biweku “Mehekî liyaqê hurmetê ye…”[1]. Sibe deheyê Muherremê roja ‘Aşûrayê ye. Cenabê Pêxember difermê: “Piştî Remezanê rojiya tewrî bi xêr, rojiya meha Xwedê meha Muherremê ye.”[2] Li me şîret kiriye biweku bi roja ‘Aşûrayê ra yan rokî beriya wê yan rokî pey wê ra rojiyê bigrin.[3]

Gelî Musulmana!

Bi meha Muherrema ku serê sala Hîcrî ye; em carek din dîsan ‘emelkirina bi fermanê Xweda û çuyina li pey sûnneta Pêxember bi bîrtînin. Pêxemberê me, qasidê rehmetê ye bona hemî beşeriyetê hatiye hinartinê. Xûyên pakên wek hurmetê û hezkirinê û naziktiyê ji xwe ra bixin şî’ar û ji fikr û hestên xirawên wek jêdagirtinê û dijminatiyê û çavnebariyê xwe paqij bikin em ji wî Pêxemberê Ekrem hînbûn. Wi ravayê beşeriyetê da bê hela çawa ji însanan ra hurmetkar bin, pîroziyan bin pê nekin, di nav civakê da fitnan tevra nekin, fesadiyan dernexînin; sêwiyan şakin, mezlûman kêfxweşkin, çawa liyaq in wer qedr û qîmet nîşanê jinan bidin û miqateyê zar û zêçan bin.

Gelî Musulmana!

İro ya li me ew e; xwe bi sûnneta Cenabê Pêxember va bigrin, ji her kesî û ji her tiştî bêhtir ji wî hezkin, him ji bîr nekin ku jê ra bi hurmetbûn fermana Xweda ye û îcaba îmana me ye, him ji dil û can pabendî ayeta hanê bin ku difermê: وَاعْتَصِمُوا بِحَبْلِ اللَّهِ جَمِيعًا وَلَا تَفَرَّقُوا ۚ  “Tev bi hev ra zexm bi werisê Xwedê bigrin, ji hev belav nebin.”[4] Tiştên ku ziyana wan li yekdestî û yekrêziya me hebin jê dûrkevin. Ha li der bin ha li hundir kesên ziman dirêjî baweriya me kin, êrişî nirxên me kin, hurmeta pîroziyê me binpê bikin; li hemberî wan timî hişyarbin!

Gelî Musulmana!

Ew bobelata Kerbelayê ya ku têda Hezretî  Huseynê ku Cenabê Pêxember şikra wî ra difermê: “Huseyn gul û rihana min a vê dunê ye.”[5] Digel heftê musulmanî hatin şehîdkirin; roja Aşûrayê wê tîne bîra me. Mixabin hîna jî musulmanan ji wê bûyera xwînî ji xwe ra ‘îbret negirtine, bi hessasiyeta biratiya dînî û bi rihê ummetbûnê va tevnagerin loma zalimên neyarê İslamê û beşeriyetê, serî da li welatê me û li Xezzê û li gelek deverên din zulma xwe dikudînin.

Dewranek ewha da ya li me ew e; ji xwe ra bi ‘îbret li rabirdû mêzekin, bi feraset li paşrojê bifekirin, xwe bi wan prensîb û rêgezên İslamê yên heyatbexş bigrin, li pêşberî wan êrişên bêedebên li Qur’anê û li Cenabê Pêxember tên kirin yekdest bin, vê hedîsa pêxemberî ya ku difermê: “Têkiliya xwe ji hev nebirin, pişta xwe bi hev da mekin, ji hev nexeyidin, ji hev çavnetengiyê nekin. Gelî bendeyên Xweda! Bibin destbirakê hev û din.”[6] Ji xwe ra bixin bingeh û biratiya xwe xurtkin, bi fermana îlahî kin ku difermê: وَاَعِدُّوا لَهُمْ مَا اسْتَطَعْتُمْ مِنْ قُوَّةٍ  “Ji dijmin ra heya ji we tê quwet hazirkin…”[7] û serî da qada zanînê û teknolojiyê da û di hemî qadên maddî û me’newî da xurtbin û jêhatîbin.

Bi vê munasebetê va serî da Hezretî Huseyn peyra jî hemî şehîdên ku di reya heq û heqîqetê da, di oxira hemî nirx û pîroziyan da canê xwe fida kirine tevan bi rêz û hurtmet yad dikim.

Gelî Musulmana!

Mixabin va bû demek e tev bi hev ra bi şewatê daristanan ra rû bi rû mane. Mixabin kezeba me dişewite. Hal û tevgerên dibin sedemên şewata daristanan û ziyanên din gotî jê dûrkevin. Li hişyarî û agahdariyê karbidestan bin gohdar bin. Xweda yê Jorîn, welatê me, milletê me ji hemû bela û bobelatan biparêze.

Xutba xwe bi me’na ayet a 46 ji sûreyê Enfal diqedînim: “Bi ya Xweda û bi ya Qasidê wî kin, nekevin dev hev da. Yan na hûnê qelsbin, hêz û taqeta we ewê here. Sebirkin. Xwedê hevalê sebirdaran e.”[8]

Mela ‘Ebdûsselamê Şadî

[1] Mûslîm, Siyam, 203.

[2] Mûslîm, Siyam, 202.

[3] İbnû Henbel, I, 240.

[4] Alê ‘İmran, 3/103.

[5] Tirmizî, Bîrr, 11.

[6] Tirmizî, Bîrr we Sile, 24.

[7] Enfal, 8/60.

[8] Enfal, 8/46.

 

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Xutbe | Înî û Bireweriya Ummetê

Dîrok:03.04.2026 Gelî Musulmana! İro roja İniyê ye…çawa ku Cenabê Pêxember difermê: “Roja tewrî bi xêr …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *