Bila ez ji hêsp biketama, ne tu.
(AFRASIAB)
Ji bo hevokên Şertî em bi Kurdî Kurmancî dibêjin, Hekanî. Navê xwe ji peyva hek/heke (heger) disitîne, ku bi wateya ‘if’ e û wek hevok hemberîya bi Îngilîzî ‘conditional’ dide.
Forma bilanî bingeha gelek deman û her wisa hevokên hekanî jî diafirîne. Lewra ji bo Kurmancîyeke têkûz û birêkûpêk divê meriv kanibe hevokên bilanî di hemû deman de rast saz bike. Heke meriv vê yekê bike, wê gavê gelek awayên din ên hevokan û her wisa deman pir hêsan dibin; tenê dimîne ku meriv peyvekê lê zêde bike; heta carinan meriv tiştekî lê zêde nake, lê tenê bi kirpandinê (emphasize, stress) li wateya bilanî zêde dike û wek mînak wê dike hekanî.
Bilanî û Dema Nuha ji bilî pêşpirtikekê (prefix) wekhev in. Ji xwe Bilanî, Dema Nuha, Dema Pêşî (Bihê), Fermanî û Hekanî ji heman rayê (kokê) tên afirandin. Heke meriv fermanîya lêkerekê zanibe yên din hemû bi xwe ber zelal dibin. Ji ber vê yekê ez di ders û pirtûkên xwe de hemû lêkerên Kurmancî li gel fermanîyên wan didim xwendekar an xwendevanan, da ku karê wan hêsan bibe. Bê guman divê meriv li gora kesan kişandina lêkera alîkar a BÛN rast zanibe. Ji ber ku li gora wê li kesan belav dibe.
CÎNAV BÛN Wek Lêkera Alîkar
Piştî Dengdarekê Piştî Dengdêrekê
Ez im me
Tu î yî
Ew e ye
Em in ne
Hun in ne
Ew in ne
Wek ku em dibêjin:
Ez karker im Ez mamoste me
Tu karker î Tu mamoste yî
Ew karker e Ew mamoste ye
Em karker in Em mamoste ne
Hun karker in Hun mamoste ne
Ew karker in Ew mamoste ne
Di hinek demên lêkeran de koma im/î/e/in tê bikaranîn û di hinan de jî ya me/yî/ye/ne; di evên ku em nuha li ser radiwestin de koma im/î/e/in.
Lêker Fermanî Bilanî Dema Bê/Bihêk Dema Nuha
Çûn Biçe! Ez biçim Ez ê biçim Ez diçim
Tu biçî Tu yê biçî Tu diçî
Ew biçe Ew ê biçe Ew diçe
Biçin! Em biçin Em ê biçin Em diçin
Hun biçin Hun ê biçin Hun diçin
Ew biçin Ew ê biçin Ew diçin
Ez bawer dikim ku di vê tabloyê de rewş zelal xuya dibe û girîngîya zanîna fermanî dîyar dibe.
– Ra (kok) ç ye.
– Fermanî, Bilanî û Dema Pêşî pêşpirtika bi bi kar tînin.
– Li gora kes/cînavan lêkera alîkar a BÛN wek paşpirtik tê bikaranîn (im, î, e, in).
– Ji bo Dema Pêşî em tenê ê li Bilanî zêde dikin.
– Ji bo Dema Nuha em bi’ya Bilanî bi di diguherînin (biçim dibe diçim).
Îcar ku ra/kok (ji bo vê lêkerê ç), serê meriv tevlihev bike, meriv yekser Fermanî digire (biçe), ji bo Bilanî li gora kes/cînavanim/î/e/in bi kar tîne, ji bo Dema Pêşî ê lê zêde dike, ji bo Dema Nuha bi radike, di dixe şûna wê (biçim dike diçim).
Vêca ku em werin ser Hekanî, dema ku em beşeke hevokekê dikin şertê beşa din a hevokê, bi gotineke din du hevok tevok/komekekê pêk bînin û yek şertê ya din be, wê gavê rewşa Hekanî pêk tê. Ev rewş li ser Bilanî ava dibe, tenê peyvahek/heke/heger lê tê zêdekirin. Gelek caran em ku jî ji bo vê yekê bi kar tînin.
Bilanî Hekanî
Ez biçim Heke ez biçim
Tu biçî Heke tu biçî û hwd.
Ji alîyê wateyê ve jî Bilanî daxwazekê, xwestekekê dîyar dike, Hekanî tiştekî/kirinekê bi şertekî ve girê dide:
Dereng e, ez biçim. Heke dereng be, ez ê biçim.
Em bixwin, bila sar nebe. Heke sar be, em naxwin.
Bila germ bin, me sar e. Heke germ bin, em ê vexwin.
Em sîwanê bi xwe re bibin, baran ê bibare. Heke baran bibare, em ê sîwanê bi kar bînin.
Bila nuha jê re nebêjin, hîna zû ye. Heke nuha jê re bibêjin, dibe ku pir aciz bibe.
Ez bawer dikim ku ji alîyê wateyê ve cudatî dîyar e. Li vir tenê tiştek dimîne, ew jî ev e ku em carinan bêyî ku hek/heke/hegerbi kar bînin, tenê bi derblêdanê (kirpandin, emphasis, stress), hevokeke Bilanî wek hevokeke Hekanî bi kar tînin. Ew ji naverokê jî dîyar dibe:
Ez biçim, ew ê meraq bikin. (Bilanî)
Ez biçim, ez ê jê re bibêjim. (Hekanî) Heke ez biçim ez ê jê re bibêjim.
Hêvî dikim ku bi vê analîzê mijar çenekî zelal bûbe. Bi van ve girêdayî tiştekî ne zelal hebe, hun kanin dîsa bipirsin, bi kêfxweşî rave dikim.
Her hebin
Baran RIZGAR