În , 7 Gulan 2021

Tag Archives: rêziman

Rêzimaneke kurdî ji sala 1869

Nivîsara Samuel A. Rhea Brief Grammar and Vocabulary of the Kurdish Language of the Hakari District (Kurterêziman û ferhengoka zimanê kurdî yê devera Hekarî) yek ji berhemên pêşîn in ku li ser zimanê kurdî bi zimanekî ewropî, vê carê inglîzî, hatine nivîsîn. Nivîsar û ferhengok sala 1869 di Journal of the American Oriental Society (Kovara Civata Rojhilatî ya Amerîkayê) de …

Read More »

Çewtiya Rêzimaniyê

Nivîseke xweş li ser Rojnamegeriya Kurdî ya li Azebêcanê ku hatiye weşandin, bê ku navê xwedî bidim, dê li ser hin çewtiyên rêzimaniya wê rawestim. Nivîs weha ye: 1) “Di Azarbeycanê de dîroka rojnamegeriya kurdî di sala 1931an destpê dike.” “Di Azarbeycanê de”: Carekê daçeka DI û DEyî ji bo cih, nayê bikaranîn. Çênabe bê gotin “Di Azarbeycanê de”, lê …

Read More »

Peyvrêzî

Hevok (riste, cumle, sentence) ji peyvan (kelîmeyan) pêk tên. Di hevokekê de dikare yek, du, sê yan – wek prensîp – bêhejmar peyv hebin: 1) 1a) Çû. 1b) Were malê! 1c) Te kî dît? 1d) Bila ew jî sibê bi te re bên bajarî. Anku hevok dikare kurt, dirêj yan navînî be. Anku mirov dikare hema-hema bi dûvdilî (keyfî, ixtiyarî, …

Read More »

Tesîra analojiyê li ser şiklê peyvan

Di zimannasiyê de, bi taybetî di dengnasiyê de, mebest ji analojiyê anku wekhevkirinê ew e ku hin peyvên bi maneya xwe yan jî karê xwe wek hev, nêzîkî hev dibin. Ev nêzîkbûna wan hin caran dijî qeyd û bendên giştî yên dengnasî ye. Anku eger mirov li gor qeyd û bendên giştî yên dengnasî biçe, hingê guherînên ku di wan …

Read More »

Girîngiya Zimanê Dayikê

Ev gotar di bin sê beşan de hatiye dabeşkirin. 1-Girîngî û Hînbûna Zimanê Dayikê 2-Hinek Taybetmendiyên Zimanê Zarokan 3- Ji bo Gotinên Zarokan Mînak   1-Girîngî û Hînbûna Zimanê Dayikê Hînbûna zimên ji aliyê zarokan ve çawa çêdibe û ji aliyê mezinan ve çawa tê hînkirin? Zarok, bi dengên derûdora xwe destpê hînbûna axaftinê dibin. Perwerdehiya dê û bavan yanê …

Read More »

MIJARA ‘îy’ û ‘iy’, ‘êy’ û ‘iy’

Pir kes vê mijara bikarnehanîna ‘îy‘ û ‘êy‘ wek qaydeyeke giştî û misoger dibînin û bê îstîsna tetbîq dikin, her weha yên ku ew qas tund li mijarê nanêrin jî rexne dikin, gazinan ji wan dikin. Lê di rastîya xwe de ew bi xwe di nav nakokîyekê de ne. Ji ber ku di bilêvkirina qels de dengê î dikeve, nabe i û di …

Read More »

Dengên Kurdî yên ku bê Nasname mane – 3

KÎ ÇI PÊŞNÎYAR KIRÎYE ? Alfabe bingeh û sazûmana zimanê nivîsandinê ye. Di sazkirina alfabê de rêzika herî girîng« pratîkî û fêmbarî » ye. Eger pêkan be deng ( fonem ) bi tîpek ( grafem ) bê dîyarkirin baştir e. Lê pêkan nebe deng bi du û ji duyan zêdetir tîpan tên nîşankirin. Her dengek bi tîpek bê dîyarkirin hêsanî û kêrhatîyê …

Read More »

Peyvsazî Bi Lihevanîna Dengî-Wateyî

Di zimannasiyê de lihevanîna dengî-wateyî (phono-semantic matching)[1] tê maneya wergirtina hin peyvên biyanî û eyarkirina wan li ber peyvên xwemalî heçku ew peyvên xwemalî bin. Bo nimûne, peyva bombebaran û hevwateya wê bombedûman[2] di kurdî de tên xebitandin heçku ew ji peyvên “bombe+baran” yan “bombe+dûman” bin. Lê di rastiyê de ev peyv ji fransî bombardement (bixwîne: bombardman) hatiye wergirtin lê …

Read More »

Dengên Kurdî yên ku bê Nasname mane – 2

Di alfabeya me ya rojane de dengên ku bi tîpên « ç k p t » yê hatine nîşandan bi du rengan tên karanîn. Lê miqabil ji van rengên dengan re tîp nehatine diyarkirin. Dengên ku bê tîp mane wekî rengên dengan hatine dîtin û ji wan re tu çareserîyek pêk nehatîye. Gelo alfabeyek fonetîk li Kurdî tê ? Ji bo kîjan …

Read More »

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di warê zimanzaniya kurdî da bi taybetî vala ye lêkolînên liser rêzmana dîrokî ya kurdiyê ye. Pirraniya lêkolînan bi piştgermiya jêderên ne kurdî yên mîna nivîs û kevir-niviştên Pehlevî an zimanên dî yên ziman-malbata Hindûewropayî hatine kirin. Di vê lêkolînê da, bizav hatiye kirin ku bi …

Read More »