Çend “BI” di kurdî da hene, û kengî bi serê xwe, kengî bi peyvê ve têne nivîsandin?
Bersiv:
Sê cureyên BI’yê hene:
1- BI’ya pêşgir û navgir ya qertafa demî: (dema bê, raweya fermanî…) Ev bi peyvê ve tê nivîsandin.
Mînak:
Ez ê bixwim.
Tu yê bixwî.
Zû bixwe.
Divê em bixwin.
2- BI’ya daçek. Ev bi serê xwe tê nivîsandin û peyva tê serê ditewîne.
Mînak:
Bi kêrê goşt hûr kir.
Bi darê ve hilgerîya banî.
Bi pêlavê hate hundirû.
3- BI’ya bêjesaz (rengdêrsaz). Ev bi peyvê ve tê nivîsandin.
Mînak:
Zilamê biaqil, bi fikar e.
Şêxoyê bidergistî, bi kêf e.
Filankesê birêz, bi rastî jî bi rêz e.
Têbinî:
Filankes birêz e. (Bi erka rengdêrê ye.)
Filankes bi rêz e. (Bi erka hokerê ye.)
Qasimê Xelîlî