Bi van qertafan, ji bêjeyan bêje tên sazkirin û bêjeyên nû bidest dikevin. Di zimanê me de ji bo bêje bên sazkirin, li paş bêjeyan qertafên sazîyê tên bikaranîn. Qertafên sazîyê wek qertafên tewandinê bi serên xwe bê watene. Wextê bi bêjeyan ve tên bikaranîn, wateyên ( girêdayî koka bêjeyan ) nû dide bêjeyan û bi wan jî bêjeyên nû ( bi wateyeyek nû ) tên sazkirin.
Di Kurmancî de pêşqertafên sazîyê tune ne. Perçeyên ku pêşqertafên sazîyê hatine hesibandin di şîrovekirina wan de tê dîtinê ku bi tenê serê xwe wateyên wan he ne û ji ber vê yekê meriv nikare van perçeyan wek qertafên sazîyê bihesibîne. Di dahûrandina hemû perçeyên rêzimanî yên ku wek pêşqertaf hatine hesibandin de meriv dikare bibêje van perçeyên hanê bêje ne û bikaranîna bêjeyek din ve bêjeyên hevedudanî saz kirine. Dîsa wextê meriv li ferhengê mêze dike van perçeyên ku wek pêşqertaf hatine hesibandin, serbixwe jî bên bikaranîn wateyên wan he ne û meriv nikare ji van perçeyên hanê re bibêje pêşqertaf in.
Di Kurmancî de bi tenê pêşqertafên tewandinê he ne û yên sazîyê tune ne.
Bi gelemperî ji qertafên sazîyê re, ji ber ku di dawîya bêjeyan de cî digirin, meriv dikare bibêje paşqertaf. Li pê bêjeyan tên bikaranîn û ji bêjeyan bêjeyên nû çê dikin. Qertafên sazîyê wateyên bêjeyên ku pê ve bên zeliqandin û lehikandinê, didin guhertin. Bi wateyên nû bêje bi van qertafan tên çêkirin. Lê belê bêjeyên ku nû saz dibin wateyên wan girêdayê perçeya ( ra-kok ) herî piçûk e. Wek mînak :
Ger-în
Ger-and-in
Ger-în-ek
Ger-în-ek-î
Ger-ok
Wek di mînakan de jî tê dîtin hemû perçeyên ku bi qertafên sazîyê hatine çêkirin, wateyên wan girêdayê kok û raya ( perçeya herî piçûk ya bi wate « ger » ) bêjeyê ne. Qertafên sazîyê hergav li pê bêjeyan tên û li pê wan jî qertafên tewandinê tên bikaranîn. Ji bejeyên ku qertafên sazîyê girtibin re « bêjeyên afirandî û yên çêkirî » tên gotin. Gelemperî bi du beşan tên beşandin.
1.Qertafên Sazîyê yen ku Navan Çêdikin
2.Qertafên Sazîyê yen ku Lêkeran Çêdikin
Qertafên sazîyê li paş bêjeyan tên bikaranîn û bi distûrek alfabetîk, bi kurtasî wek tabloya jêrîn meriv dikare rêz bike.
-a
Ax-a
Bez-a
Zan-a
Xwend-a
-ahî
Ewr-ahî
Serm-ahî
Sor-ahî
Tev-ahî
-ak
Civ-ak
Ron-ak
Şib-ak
-al
Gop-al
Hev-al
Kend-al
Teng-al
-an
Bad-an
Gul-an
Kêş-an
Zîl-an
-and
Cemid-and
Êş-and
Ger-and
Veger-and
-ane
Abid-ane
Ger-ane
Mêr-ane
Roj-ane
-anî
Bûk-anî
Mêr-an
Pir-anî
Xirp-anî
-anok
Çîv-anok
Qers-anok
Tişt-anok
Xişt-anok
-ar
Got-ar
Kevn-ar
Nivîs-ar
Xew-ar
-asî
Kêm-asî
Kurt-asî
Teng-asî
-at
Tamîr-at
Xêr-at
-atî ( -etî )
Kirîv-atî
Meriv-atî
Serok-atî
Însan-etî
-awer
Ceng-awer
Cin-awer
-awî
Ewr-awî
Gewr-awî
-ayet
Kes-ayet
Kurd-ayet
-ayî
Ewr-ayî
Nêzik-ayî
Reş-ayî
Tev-ayî
-bar
Dît-bar
Guher-bar
Rû-bar
Tewang-bar
-baz
Agir-baz
Can-baz
Rim-baz
Şûr-baz
-bend
Nal-bend
Saz-bend
Sol-bend
Xal-bend
-çe
Bax-çe
Nav-çe
Nû-çe
-dar
Agah-dar
Ders-dar
Evîn-dar
Şêwir-dar
-de
Hûr-de
Mayîn-de
Serhev-de
Sî-wan-de
-dek
Boran-dek
Gir-dek
Nîşan-dek
Veqetan-dek
-dêr
Av-dêr
Çav-dêr
Kar-dêr
Reng-dêr
-dîn
Ka-dîn
Mêr-dîn
-dok
Pey-dok
-e
Bihar-e
Bijart-e
Tir-ok-e
Xwend-e
-ek
Bad-ek
Bir-ek
Bizdon-ek
Xwest-ek
-el
Kom-el
-em
Hezar-em
Sê-y-em
Yek-em
Sed-em
-emenî
Çap-emenî
Teq-emenî
-emîn
Hezar-emîn
Sê-y-emîn
Yek-emîn
Sed-emîn
-en
Çîm-en
Rewş-en
Şîfah-en
-ende
Berf-ende
Gerîn-ende
Nimîn-ende
Zay-ende
-enîn
Naz-enîn
-er
Bû-y-er
Firoş-er
Kuj-er
Parêz-er
-erok
Nav-erok
-et
Îcab-et
Îcaz-et
Îşar-et
Xesar-et
-ev
Roj-ev
-ewar
Bend-ewar
Bext-ewar
Xwend-ewar
-ewarî
Jin-ewarî
Kurd-ewarî
-êr
Hilbij-êr
Şil-êr
Weşîn-êr
-gar
Parêz-gar
Rûni-gar
Yad-î-gar
-ge
Ban-ge
Pêşmêr-ge
-geh
Agir-geh
Der-geh
Parêz-geh
Zanîn-geh
-gele
Şêr-gele
Her-gele
-ger
Diran-ger
Parêz-ger
Pîşe-ger
Zêrîn-ger
-gêr
Agah-gêr
Amoj-gêr
Moşen-gêr
Salox-gêr
-gîn
Lez-gîn
Nav-gîn
Xem-gîn
Xwaz-gîn
-ij
Germ-ij
Kel-ij
Nerm-ij
-ik
Aş-ik
Nerm-ik
Pîr-ik
Qîz-ik
Zer-ik
-in
Afir-and-in
Ger-and-in
Qurif-and-in
Rahêl-and-in
-istan
Çol-istan
Dar-istan
Kurd-istan
Şar-istan
-ix
Germ-ix
Pel-ix
-î
Agah-î
Çîya-y-î
Hewce-y-î
Tal-otank-î
-în
An-în
Ger-în
Mezin-tir-în
Sor-tir-în
-înk
Dilop-înk
-îtî
Yek-îtî
-îyet
Mesûl-îyet
Qabil-îyet
Resm-îyet
Sebeb-îyet
-k
Ber+çav-k
Cil+dan-k
Kefçî+dan-k
Şekir+dan-k
-ka
Diz-î-ka
Hêdî-ka
Qest-î-ka
Zû-ka
-ke
Ewro-ke
Tiro-ke
Zaro-ke
-ker
Kar-ker
-kî
Dev-kî
Îşar-kî
Ker-kî
Nivîs-kî
-kok
Jin-kok
Keç-kok
Xweş-kok
-mend
Aqil-mend
Bawer-mend
Kar-mend
Taybet-mend
-n
Çû-n
Bû-n
Da-n
-ok
Bad-ok
Gez-ok
Xezal-ok
Xalxal-ok
-ole
Hişk-ole
Reş-ole
Reşik-ole
Zirt-ole
-onek
Bizd-onek
Ger-onek
Gird(t)-onek
Tirs-onek
-op
Sil-op
Dil-op
-otank
Reş-otankî
Sor-otankî
Tal-otankî
-pare
Ciger-pare
Yek-pare
-tir
Baş-tir
Bilind-tir
Mezin-tir
-tî
Bav-tî
Ker-tî
Mêr-tî
Xuda-tî
-ûk
Piç-ûk
Pirt-ûk
-van
Ajot-van
Şer-van
Tembûr-van
Xwende-van
-wan
Bêje-wan
Dar-wan
Kar-wan
Sî-wan
-war
Bende-war
Bexte-war
Xwende-war
-waz
Ban-ge-waz
Pêş-waz
Şaş-waz
-wî
Ba-w-î
Dayîre-w-î
Dinya-w-î
Sema-w-î
-wîst
Xoşe-wîst
-yar
Berpirs-î-yar
Bext-î-yar
Hest-î-yar
Zan-yar
-zar
Çim-en-zar
Şerm-e-zar
Teng-e-zar
- Di hinek rêzimanan de « ber, bext, gir, kar ( ker, kêr ), kir, mal, name, saz, xane… » wek qertafên sazîyê hatine hesibandin. Lê belê vana ne qertaf in bêje ne.
Dij+ber, kêm+ber
Bê+bext, bed+bext
Alî+gir, dev+gir
Alî+kar, ked+kar
Dest+mal, pêş+mal
Mal +kir, çê+kir
Destûr+name, ber+name
Kar+saz, derman+saz
Mey+xane, çay+xane
Mijara qertafên sazîyê di berhema min ya bi navê « Rêzimana Zerrîn » de berfirehî hatîye şîrovekirin. Bi taybetî ji alîyê hinek nivîskarên rêzimanan de, di sernivîsa sazîya lêkeran de, gellek şaşî û tevlihevî hatîye çêkirin. Di nivîsek xweyê dinê de heta ji destê min bê ezê ji we xwendevanên hêja re li ber çavan rabixînim.
Nasır KEMALOĞLU