Cejna Newroz û Bakurê Kurdistanê

Di baweriya min de Cejna Newrozê ji naveroka xwe hatiye valakirin û bi zanebûn, ew jî diyar dibe di nîşakirina bêtirî rojekê wek Cejna Newrozê ku her bajarek rojek jê re hatiye nîşankirin, da ku şahiyan bikin û Newrozê pîroz bikin û vejînin, ev tê wê watê ku gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê ne bihev re lê cuda û her bajarek bi tena xwe cejnê dike, berevajî beşên din ên Kurdistanê ku hemû gel di hemû bajarên xwe de di heman rojê de an ku di 21ê adarê de cejnê dike. Hingî zelal diyar dibe ku Newroz cejna gelê Kurd e û xwedî taybetmendiyek e, lewra di baweriya min de, pêwîste gelê me yê Kurd li Bakurê Kurdistanê li vê  xwedî derkeve, jiber ku ev pîlanek e bi zanebûn ji aliyê testhiladaran ve hatiye hûnandin, da ku naveroka Cejna Newrozê ji wata wê ya sereke were valakirin .

Ya dîtir gereke karekî hevbeş di navbera hemû partî û rêxistinên kurd de û li seranserî Bakurê Kurdistanê de bê destpêkirin da ku 21ê adarê bibe (Bêhnvedan-Rawestan)” Betlan”e , û ev  karekî pîroz e da ku cejna Newrozê bibe cejnek netewî û di yek rojê de bê vejandin û pîrozkirin mîna hemû cejnan.

Keko Osman / Keko3osman@gmail.com
Nîşe: Ev nîvîs cara pêşî di dîroka newroza 2016an de hatiye weşandin.

Derbar Çand Name

Check Also

Sopranoya Kurd Pervîn Çakar, Opera an muzîk

Konserên Pervîn Çakarê li Stockholma Swêdê Sopranoya navdar a cîhanê Pervîn Çakar li Stockholmê ye …

Leave a Reply