Serêşandinek li ser arşîvên dijîtal

Lêgerîna li arşîvan wekî berê zehmet nebe jî, zehmetiyên wê gelek in. Mesela xwe gihandina qeydiyên Diter Christensen heta niha mimkûn nebû ji bo min ku muhtemel e di qeydiyên wî de kemançevanên ji Torê ji bo demeke salê berê xwe dabin Botan û Hekariya. Ez ê xwe lê bigirim û bibînim ka ev ê rojekê mimkûn bibe, yan jî xwe lê bigirim bê ma lêkolîner û etnomuzîkolog Argun Çakir wê karibe xwe bigihîne van qeydiyan. Li hin deveran jî xasma heger mirov li destxetan dipirse, divê mirov bi xwe biçe û li wan bigere. Lê bi bipêşketina dîjîtalkirinê re, niha derfeteke ji berê hêsantir li ber me ye. Hin arşîv, hin kitêbxane kitêb û belgeyên xwe dijîtal dikin û gelekan jê jî bê pirsgirêk li xelkê vedikin. Yek ji van jî Kitêbxaneya Neteweyî ya Fransayê ye.

Gava mirov here ser malpera kitêbxaneyê, li wir ji bo arşîva destxetan beşek heye (https://archivesetmanuscrits.bnf.fr/) û li wir mirov dikare elektronîk li belgeyan bigere.  Mesela bi dehan rûpelên destxet ên mirov dikare bibîne ku weke Ḥikāyāt hatine binavkirin. Hin ji van rûpelan bi zimanên weke Urdu yan jî hin zimanên Pakistanî ne. Lê hin ji wan jî bi Kurdî (Soranî) ne, lê rûpel hemû weke ku bi Kurdî bin, hatine tesnîfkirin û weke dema wê jî beriya 1822´yê hatiye nivîsîn. Ev rûpel bi hev ve nehatine girêdan ji ber wê em nizanin ka ew beşek ji kitêbeke mezintir in yan na. Ew ji arşîva konsolosê Fransî yê wê demê yê Misrê Jean-Louis Asselin de Cherville (1772-1822) hatine wergirtin û sala 1833´an ev ketine arşîva neteweyî ya Fransayê. Ji ber ku berhevkarê hanê 1822´yan miriye, weke dem jî, beriya 1822´yê ji bo nivîsîna metnan hatiye nivîsîn. Li ser her rûpel 7 rêz hatine nivîsîn û mezinahiya cihê nivîsê jî 11.5 santîmetro dirêj û 6.5 santîmetro jî fireh e. Heger bala we kişand û we got, ka em binihêrin kîjan ji wan bi rastî bi Kurdî ye, kîjan na, ez bi xwe jî dikarim dijîtala wan daxim û ji we re bişînim; ji ber ku ez bi xwe di xwendina destxetan de ne jêhatî me.

Lê di arşîvê de deng û dîmen jî peyda dibin. Weke performanseke sala 1995´an a Kamkaran li Parîsê li Theatre de Ville. Qeydî bi deng û dîmen e, 22´yê Gulana 1995´an hatiye kirin û bi navê “Muzîka Kurdî. Îran” hatiye sinifandin.

Lê mirov herwiha dikare xwe bigihîne xêzkirinên ji sedsalên bihurê jî. Mesela xêza Combat d´un Kurde et d´un Persan (Şerê Kurdekî û Farsekî) şerê du siwaran nîşan dide ji kitêba Voyage en Armenie et en Pers (Rêwîtiya li Ermenistan û Persiyayê; ev rêwîtiya Amédée Jaubert ya salên 1805 û 1806´an e ) hatiye girtin.

Yan jî destxetên bi Erebî û zimanî Suryanî jî bi dehan destxet hene ku behsa Kurdistanê dikin. Hin ji wan helbet tên zanîn, lê mirov dikare xwe bigihîne dîjtalkiriya orjînalan û ev dikare hin derfetên nû yên lêkolînê bidin. Wekî din dijîtalkirî nebin jî, mirov dikare weke mînak xwe bigihîne hin berhemên ku behsa Kurdan jî dikin, kurt in û bi têbîniyên weke “notes sur les Kurdes” hatine îşaretkirin. Mirov dikare wan jî rezerve bike û li cihêcih bixwîne. Bala we li ser muzîkê û bandên kevin e. Band jî li vir peyda dibin, weke yeke ji Başûrê Kurdistanê ya ji sala 1955´an, lê ew jî divê kesê dixwaze rezerve bike û li cihê cih lê guhdarî bike.

Axir ji bilî Kitîbxaneya Neteweyî ya Fransayê, gelek kitêbxane û arşîvên din jî xizmeta dijîtal didin û qet nebe xizmeta lêgerîna dijîtal didin. Mirov heger bixwaze dikare van arşîvan xweşik lêbikole û ji bo lêkolînên Kurdî katalogeke cihê amade bike ku wê lêkolînên siberojê hêsantir bikin.

Luqman Guldivê-Yenî Ozgur Polîtîka-09.03.2020, 

Derbar ziman

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply