Têkîliya Îslam û Çanda Kurdan

Gelî xwendevanên hêja û ‘ezîz, ez heme îro jî bala we bikşînime ser mijarekî cûda û balkêş. Hin meriv rabûne dixwazin Kurda ji dînê Îslamê dûr bixînin. Tiştnê tewşo mewşo çê bikin. Tiştnên ne rast û durist milletê me ra dibêjin. Ez bawer im ev mijar pir girîng e. Eger ku kêmasiyên me jî hebîn lî me biborînin

Mijara min yê  îroyîn ser milletê Kurd û tekiliya dîne Îslamê e. Dînê Îslamê ji bo miletê Kurd tê çi watayê?

Pênc şert û mercên netewîbûnê hene. Ya yekemin divê binemalekî (qewm) wê hebe. Ya duyemîn divê erdnîgariya wê hebe. Ya sêyemîn divê dîroka wê hebe. Ya çaremin divê  zîmanê wê hebe. Ya pêncan jî divê kevneşopî û çanda wê hebe. Ev şert û merc gava hebin paşê meriv dikare ji wê civatê re bêje netew an jî millet.

Netew civata hevdu dide veqetandin ê û dide nasîn. Xwedê T’ala di Qur’ana ‘Ezîmûşan da wûha ‘emîr fermen dike û Sûreyê Hucurat, ayeta sêzdehan de wûha dîbêje:

“Gelî mirovan! Bêguman me hûn ji mêrekî û jinekî xuluqandine û me hûn kirine qewm û ‘eşîret da ku hûn (maf û huquqê) hev nasbikin. Bêguman li cem Xwedê  yê herî birûmet ew e ku ehlê teqwayê de pêşve çûne. Xwedê ‘Elîm e û Xebîr e.”

Dîn ji bo hebûna netew ne pêwîst e. Lê her milletek  dînekî wan jî  heye. Wek milletên Tirk, Fars, Îngîlîz, Uris û hwd. Kurd jî dinê da millete ke û dînê wan bêhtir Îslam e. Erdnîgariya wan, dîroka wan, zimanê wan, çand û kevneşopiyên wan hene.

Çiqasî jî her milletek bê dîn nabe jî.  Ji bo netew dîn ne hewce be. Lê gelo em çima dibêjin, hûn dînê Îslamê ji nav Kurda derxînin wê çanda Kurd rût û tazî bimîne. De wernê em ser vê mijarê hinekî bisekinin. Eger ku em Melayê Cizîrî,’Eliyê Findiqî, Melayê Batê, Ehmedê Xanî, Mela Xelîlê Sêrtî li wan alimên din ê  navdar ji nav Kurda derxînin gelo em ê çawa behsa edebiyata klasîkên  Kurda  bikin. Merwaniya, Şeddadiya, Eyyubiya wan dewlet û mîra ava kirine nav Kurda derînin ka ji bo dîroka Kurda çi dimîne?

Evdalê Zeynîkê, Ferzê, Resoyê Gopala, Huseynê Muşê, Şakirê Bedîh (Şakiro) van dengbêjên navdar û bê hempa hemiya stranên xwe de motîfê dîne îslamê pê kar anîne em van a nav Kurda derînin gelo ji bo mûzîka Kurdî paş ve çi dimîne?

Muhammed Qazî, Molle Mistefa, Şêx Ubedullahê Nêhrî, Şêx Seîdê Paloyî, Şêx Mehmud Berzencî hwd. Hûn van mirovên navdar û qehremanan, nav Kurda derînin gelo ji bo tekoşîn, cengewar û berxwedanan, paşve  çi dimîne?

Selamdayînê da em çi dibêjin “Esselamu eleykum” ev peyv dinî ye, Tiştkî baş bivînî dibêjî “MaşaEllah”,  Tiştekî şaş bikî “Xwedê te biexifirîne”, Şûxulekî bikî “ Xwedê saxî û silametiyê bide te, Xwedê alîkarê te be.” Ev gilî û gotinan hemî Îslamî ne ne wûsa ne?

Gava şîn hebin, milletê me çi dike? Ser nexweşan Qur’an tên xwendin, kefen kirin û defin, Nimêja meytê, ji piştî van tiştana sersaxî dayîna malbata mirî de Fatihe tê  xwendin, ji bo mirî dia têne kirin, vê gotinê “Xwedê rehma xwe lê bike” ev tiştana jî hemî bi dînê Îslamê ve girêdayînin. Ev tiştana bûne çenda me. Em vana nav Kurda derînin gelo dewsa van em ê bi çi karbînin? Şahiyan de jî ev tiştên bi vî cureyê pir in. Zewaca qîz ê kurikê de em çawa dest pê dikin’’  ‘Emrê Xwedê Şer’a Resulullah dewa qîzika te ji bo qurikê xwe dikin’’ dibêjin. Nikah jî li gor dînê Îslamê tê nikah kirin. Gava em vana nav Kurdan derînin, gelo çanda Kurda kevneşopiyên Kurda wê têkevine çi halî?

Ez zêde dirêj nekim û serê we jî  neêşînim, loma jî ez dibêjim. Eger hûn dînê Îslamê ji nav Kurda derînin çanda Kurda wê rût û tazî bimînin. An jî na? Bê guman Kurdê rût û tazî bimînin.

Selam û dia

M.Emin CAN

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply