Bo gotina berê bivir, bi gotina nû jî motora darbir dema têkeve nav daristanê çiqas zerarê dide darên wê, eynen welê hin gotinên zimanê tirkî yên di demên dawî de ketine nav zimanê me de ewqasî zerarê didin zimanê me. Ya ji wê xirabtir û xambaxtir jî ewe ko haya me ji zerera ku ew dibe sedem jî nîne. Herweha ew gotinên biyanî yên ku dikevin nav Kurdiyê de ji bilî xirabkirin û tevlîhevkirina zimanê me hin gotin û biwêjên me jî bi xwe re dibin.
Ji ber vê çendê bar dikeve ser milê her kesî, xasma dikeve ser milê wan kesên ku serê xwe bo pirsgirêka zimên diêşînin, ku zimanê Kurdî ji van peyvan paqij bikin, da paşeroja vî zimanê nekeve xetereyê.
Yek ji wan gotinan lêkera “..ez dikarim ?”a Kurdî ya ku ji wergera “…bîlîr mîyîm”a tirkî hatiye ketiye nav me Kurdan. Ev gotin di nav axaftina rojane de pir tê bikaranîn. Hema bêje rabûn yan jî rakirina wê ne gengaz e.
Wek mînak, dema yek dixwaze ji civatekê rabe û ji wir here holê dibêje: “Ez dikarim rabim ?”; dema bixwaze tiştekî bixwe, “Ez dikarim bixwim?”, gava bixwaze tiştekî bibêje dîsa eynî welê: “Ez dikarim bibêjim?” hwd.
Di giyanê Kurdiya zelal de de bikaranîna gotineke bi vî rengî tune ye. Di dema zaroktiya me de jî qet em rastî wêya nedihatin. Ji ber ku wê demê di nav gel de axaftina tirkî gelik şerm bû. Hela yekî di nav axaftina xwe de bi şaşî jî be cî bidaba peyveke tirkî ew dibû sedem ku ew peyv hettanî dawiya temenê wî jê ra bibaya leqeb. Ji ber wê çendê dema yek nû ji leşkeriyê dihat, li axafita xwe gelik miqate bû ku peyveke tirkî di nav axaftina wî de dernekeve. Lewra haya wî jê hebû ku di nav wan kesên ku hatibûn serdana wî de yên li ber devî wî sekinîn ku peyvek tirkî derkeve da di nav gund de belav bike, hebûn.
Lê sed heyf û mixabin, îro axaftina zimanê tirkî welê bûye adet heta yên Kurdî-axêf mane hindikayê de. Tirkîaxaftinê deynin alîkî Kurdî-axêj jî bi zanîn ya binezanîn peyvên tirkî diêxin nav Kurdiya xwe. Ya mala zimanê Kurdî xirab dike ji xwe ev e.
Mijara me “ez dikarim” Kurdi ya dikeve şûna “bîlîr mîyîm” tirkî ye. Me got di dema berê de ev gotin nebû. Erê nebû, li şûna wê destûrxwestin hebû. Wek mînak yekî bixwestaba di civatekê de rûnişta li şûna gotina niha ya şaş ya “ez dikarim rûnim”ê destûr dixwest: “Ezbenî destûra te/hewe heye ku ez rûnim.” Eger bixwestaba rabûya jî dîsa bi eynî nezaketê destûr dixwest: “Ezbenî destûra te/hewe heye ez rabim.”, “Gelo destûra te/hewe heye ez bibêjim”, “destûra te/hewe heye ez bixwim.” Hwd. Di hemû karên xwe yên ku kirina wan bi yekî din re têkildar de teqez destûr dihate xwestin, “ez dikarim” a îro di serê wan de jî derbas nedibû.
Bi rastî eger mirov li ser vê lêkerê hûr bifikire mirov dê zanibe ku bikaranîna wê ya weke pirs şaş e, ji pirsê wêdetir, rastiyekê îfade dike: Ez dikarim bixwim, ez dikarim herim, ez dikarim rûnim hwd. Mirov bixwe karîn ya jî nekarina xwe zane, hewce nake ku ji yê pêşberî xwe pirs ke.
Ji xwe em ferz bikin yekî wê demê mîna îro ji dêl destûrxwestinê de “ez dikarim” pêşkêşî yê pêşberî xwe kiriba wê demê berteka yê pêşber jî de dijwar bûya: “Tu dikarî, dikarî, tu çima ji min re dibêjî..” Yan jî wê jê re gotiba: “Ma min ji te pirsiyar kiriye ku tu dikarî, an nikarî?”
Her weha di bersivdayînê de jî heman gotin tê bikaranîn. Yan li ser pirsa “dikarim”ê yan jî rasterast bêyî pirs tê gotin. Ango, dema yek bixwaze yê bêşberî xwe ji cem xwe bişîne, yan jî karekî din pê bide kirin, “tu dikariyê” bikar tîne. “Tu dikarî rûnî, tu dikarî bixwî, tu dikarî biçî hwd. Diyare ko ev gotinên han rasterast wergerên lêkerên tirkî yên weke “oturabîlîrsînîz”, “yîyebîlîrsînîz” û “gîdebîlîrsînîz”ê ye.
Zimanê me bixwe têra me heye û gelik dewlemend e jî; hewceyiya wî nîne ku mirov ji derve hin peyvan bîne û bixe nav de
Belê “dikarim”a şaş li cem me Kurdan belav bûye û destûrxwestina ku nîşaneya dilnizmî û camêriyê bû bi xwe re bir.
Dilbikul
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…
Li ser “têra me heye”.Şîrove bike.