eKovara Çandnameyê ya 7an DERKET!

Xwendevanên hêja û birûmet;

Kovara Çandnameyê bi jimara xwe ya heftemîn dibêjê merheba, ev merheba li kovargeriya kurdî pîroz be. Dîsa kovara me bi mijarên curbicur û rengînbûna xwe bûye keşkuleke kelepora modern û ya klasîk. Em ji hemû nivîskarên xwe re sipasîyên xwe dişînin. Di nav bazarek ewqas kesat de bi dildarî piştgiriyê didin kovara me û em sipasîyên xwe ji hemû şopînerên xwe re dişînin ku di vê bazarê de berhemên me biqîmet dikin.

Bi hinceta weşîna jimara heftem ya Çandnameyê, em Newroza derbasabûyî ya sala 2024an bi taybetî li gelên Kurdistanê û bi giştî li tev gelên cîhanê pîroz dikin. Hêvîya me ew e ku ev Newroz wek ku bi xwe re biharê tînê, mizgîniya azadî û aramiyê jî bi xwe re bînê û bixêr û berekettir be. Lê belê meha adarê ne tenê meha Newrozê ye heman demê meha komkujiya Helepçeyê ye jî. Bi vê sedêmê şehîdên Helepçe bibîr tînîn û lanetê li sersebep û zaliman tînîn.

Di vê jimarê da hevalên ku bi nivîs, lêkolîn û helbestên xwe piştgirî dan me:

Dilazad A.R.T bi nivîsa xwe ya bi navê “Ziman û Helbest û Nivîskar”, Lokman Polat bi xebata xwe ya bi navê “Sê Gav û Sê Darek”, Rûken Paril bi nivîsa xwe “Veger e”, Qasim Bozan bi listik û drama “Zembilfroş”, Melayê Zêlî bi helbesta “Mahsa Amînî”, Şerîf Çelebî bi lêkolîna “Esasên Perwerdehiyê”, Azad Geşbûn bi helbesta “Evîna Nîvcomayî”, Emînê Botî bi xebata “Têna Kevi̇rê Beri̇yê”, Dilciwan bi nivîsa “Edep û Terbiye Ûcdan e”,  Dilazad A.R.T bi helbesta “Qesîdeya Ehlê Heqîqatê”, wergera Yücel Aslan ya ku ji helbesta Serdar Epözdemir ya bi navê “Mîrat e”, Paşa Amedî bi nivîsa “Avdest Ji Ku Hatiye” cihê xwe di kovarê de girtine.

Em spasîyan li nivîskarên xwe dikin ji bo ku keda xwe bi me û xwendevanên me re parvekirine.

Bi hêvîya gelek jimarên din niha bi xatirê we. Newroza we pîroz be.

Edîtoryaya Çandnameyê

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Helbest | Rewşa Zana û Nezan

Bîr, bi zanistîyê ronî ye L’ba hişronî şev wek rojê ye   Heger hişê te …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *