Digel ku ji ger û geştê pir hez dikim cara pêşî ye li ser gerekê dinivîsim. Dema em hê li Rojhilat bûn, di navbera xwe de dipeyivîn ku divê em li ser vê gerê û bi taybetî li ser hestên xwe binivîsin. Çawa ku em ji sînorê Rojhilat derbasî Bakur bûn, min peyama Abdullah Keskin a çend roj berê dît ku dipirsî ma ez li Rojhilat im. Di dewama diyalogê de got divê tu binivîsînî. Piştî ku min bendewariya wî jî dît (berê jî hin hevalan digotin divê binivîsim, Ferzan Şêr hê deh sal berê gotibû), bêtir motîve bûm binivîsim da ku ew hestên min/me û tiştên em bûn şahid tenê bi min/me re nemîne.
Sedema serdana me ya Rojhilat vexwendina bo rêwresma Xelata Qelema Hejar bû. Ligel wergirên xelatê, yên serî lê dabûn jî vexwendibûn: Abdurrahman Adak, Berken Bereh, ez, Hayrullah Acar û Mihemed Ronî. 26ê Gulanê serê sibê ji Diyarbekirê derketim, ji ser riya Bismilê Hayrullah Acar, ji Batmanê Berken Bereh rahiştê û çûn Wanê. Li wir em du sê saetan bûn mêvanê Xalid Sadinî; me ji ji Wanê jî Mihemed Ronî rahiştê û ber bi deriyê Serayê yê nod kîlometre wêdetir ve çûn.
Deriyê Serayê, berovajî deriyê Xabûra ber bi Başûr ve pir xalî bû û pir hêsan bû derbasbûna wê. Me qet wext derbas nekir li wir.
Rêwitiya ber bi Sinê ve
Çawa ku em derbasî aliyê Rojhilat bûn texsiya ku mazûbanên me eyar kiribûn, amade bû. Lê diyar bû peymana navbera mazûbanan û şîrketa texsiyê nehatibû bicîanîn û şîrketê em dewrî taşeronekî xwe kiribûn. Ajovanê me Evdilmecîd kurmancîaxêvekî ji gundekî Raziya li ser sînor bû. Dema em bi rê ketin, dinya hê tarî nebûbû. Me bi kêf li dora xwe temaşe dikir û wêne digirtin; wî jî ji aliyekî ve rêbertiya me dikir, yek bi yek navê gund û bajarokên li ser riya me û taybetiyên wan digot. Ew deverên dema hê kêfa me li cî bû, min tomar kirine: Razî, Hebeş, Mexîn, Zerî, Çiyayê Kundak, Stêran, Babakan, Yezdikan, Qeretepe. Ji van Qeretepe balkêş bû, ehlê wê azerî bûne lê di heman demê de jî sunî bûne, yanê azeriyên neşiî; li gor gotina kak Evdilmecîd, loma xwe bêtir bi kurdan ve girê didin, bi kurdî dipeyivin, cil û bergê kurdan lixwe dikin.
Piştî ku tarî ket erdê û ajovanê me di ser lezbiran (kasîs) re carê em çend metreyan difirand, ew hewesa min a nîşegirtinê jî nema. Em ketin heyra canê xwe. Lezbir gelek bûn û him bilind him bê şikil bûn; bi ser de şifêrê me ew ti carî nedidîtin û bi hemû leza xwe di ser wan re derbas dibû; em li hewa dixistin. Li ser riyan lewhe û îşaret pir kêm bûn û rê tarî bû (paşê hevalên rojhilatî gotin ku li aliyê farisan rê ewqas ne xirab in, li herêma Kurdistanê nexasim xirab in rê.) Qey ji ber vê jî bû ku ew lezbir ji me ve pir zêde xuya dikirin. Leza wî jî bi me pir zêde dihat û gelek caran me hîs dikir ku dike li seyareya pêş me biqelibe. Digel ku riyeke 9-10 saet li ber me bû, ê min ne xema min bû ku em ê kengî bigihêjin ciyê xwe, min digot bila bi silametî be bes e!
Ya xirabtir, şifêrê me rê jî baş nizanibû. Dema em digihiştin nav bajarên mîna Miyandûaw, Urmiyê şifêrê me nikaribû ji nav bajêr derkeve, çend caran ji çend kesan pirsî, em carna paş ve vedigeriyan, diketin riyeke din; nizanibû navîgasyona (wî jê re digot, nîşandêr) xwe jî veke, pêşî ji me dipirsî bê em nîşandêra xwe vekin, heta me fam kir çi dibêje, îjar înterneta me tunebû. Axir, li ciyekî daket bi kesekî ji ehlê wir da vekirin û wê nîvê şevê em li ser wan riyan winda nebûn. Ji ber stresa xwe nedixwest em li ti deverê bisekinin û em xwarin bixwin. Her carê got li filan bajarî em bixwin wê baştir be û bi vî awayî em xapandin. Me dît em nikarin serî pê re derxin, me ancax hinek meywe stendin û xistin ber dilê xwe.
Evdilmecîd, ji aliyekî ve wek sempatîzanê PKKê dipeyivî û bi serbilindî qala gêrilayên ji malbata xwe dikir, ji aliyekî ve digot sîtvansê bûye, vêga malnişîn e. Me paşê pirsî bê sîtvansê çi ye, gotin li wir ev cerdevanên birutbe ne. Bi israr ji me pirsî ka em nêzîkî kîjan partiyê (bi qewlê wî, qebîle) ne, bersiveke tetmînkar wernegirt ji me.
Axir dema em bi melê sibê re gihiştin nav Sinê, êdî ji hal ketibû; bi zorê deng jê derdiket. Telefona wî di destê Ronî de bû û ji nîşanderê wî rê nîşanî şifêr dida. Herçiqas digot xewa wî nayê jî em çawa li nav bajêr sekinîn û li benda mîhmandarê xwe Îbrehîm Şadman (Îbrehîm û hevala xwe Sergul di heman demê de xebatkarên birêvebirina Xelatê jî bûn, bi me re pir westiyan) sekinîbûn, ew wê gavê di xew re çû. Piştî Îbrehîm hat û divê me bida dû seyareya wî, şifêrê me yî xewarî nikaribû ji ciyê xwe bileqe. Navbera me û Îbrehîm her diçû zêde dibû û me bi delka zor didayê ku bilezîne heta ku em çûne otêlê. Nizanim me çiqas şikirand ku em saxî gihiştin otêlê.
Li nav Sinê, bajarê huner û edebiyatê
Roja pêşî nîvro Elî Destmalî û hevala xwe Farîba Xan, Dr. Tewfîq Mîrahmedî (paşê Edalet Xanim jî tevlî me bû) Îbrehîm û Sergul Xan em li nav bajêr gerandin: avahiyên dîrokî yên mîna Mala Kurd (muzeya etnografyayê), xaniyê ku Mestûre Xan demekê lê jiyaye, Mizgefta Darul Îhsan ku Nalî, Mewlewî, Mestûre Xan lê xwendine. Taybetiyeke mizgefta dîrokî ya Darul Îhsan ew bûye ku dema Şoreşa Îslamî di şerê bi dewleta Îranê re ev der bûye binkeya propagandaya aliyên nêzîkî dewleta Îranê. Ji ber nebûna medyayê û derfetên ragihandinê, xutbeyên dewletê yên li vê mizgeftê roleke girîng lîstine di têkçûna hêzên kurd de.
Û kargeha peykersaziyê ya birayên Hadî Ziyaodînî û birayê wî Mehdî ya di nav mala Mestûre Xan de. Hadî Ziyaodînî navdartirîn peykersazê kurd e ku li gelek qadên Sinê mirov dikare peykerên wî yên navdarên kurd bibîne. Hemû bajar bi peykerên herdu birayan xemilandî ne. Ji yê Mestûre Xan bigre heta yê Şêrko Bêkes, Siyabend û Xecê, şervana jin a Kobaniyê, navdartirîn çiyagerê kurd Mihemed Ewraz ku di temenekî ciwan de koça dawî kiriye. Peykerê wî yî herî dawî û navdar mezintirîn peykerê li temama Îranê, “Berevanî û Berxwedana Kurdan” e ku bilindahiya wî 22 metre ye; ji çiyayê Awyerê li bajarê Sinê dinêre û trajediya bomberankirina Serdeşt û Helebceyê di bîra kurdan de zindî dihêle wek abîdeyeke bîra hevpar. Li çiyayê Awyerê ku wek devereke seyrangeh û mesîreyê hatiye dirustkirin û bajarê Sinê ji her aliyî ve jê xuya dike, ligel vî peykerî li dor panzdeh bustên şairên kurd jî li pey hev rêz dibin. Li serê çiyayekî, bi şev, di nav wan bustên şaîran ên bi ronahiyê xemilandî, li jêr ronahiya bajêr, dîmeneke bêhempa pêşkêş dikir. Piştî ewqas peykerên li nav bajêr û li çiyayê Awyerê mirov dikare bi rihetî bibêje ku Sine bajarê peykeran e; jixwe em dizanin gelek muzikjen, şair û nivîskar û sînemager jî derketine ji vî bajarî. Ewçax bajarê peykeran têr nake, yê huner û edebiyatê bixwe ye. Digotin bajarê evînê ye jî, lê me bixwe ev tecrube nekir, nikarim pesend bikim.
Serînixumandin
Malûm, dema Îran tê gotin, pêşî serînixumandina jinan tê bîra mirov. Dema deh sal berê, di meha Tîrmehê de çûbûm Sinê, ji ber germa havînê min tevî desmalê îşligên dirêj bi xwe re biribûn ku di ser pantor re li xwe bikim. Ji ber ku, bi qasî min dizanibû, şertên lixwekirinê hinekî sist bûbûn, û wê demê jî li bajaran jin bi vî hawî jî derdiketin derve. Lê mazûbanê min Tewfîq Mîrahmadî hinekî aciz bû ku tiştekî dirêjtir li xwe nakim, ditirsiya ku pirsgirêk derxin ji bo min jî ji bo wan jî. Wê demê xanima wî Edalet Xan piştgiriya min kiribe jî, vê carê min nexwest aciziyeke wiha çêbibe û bi tedbîr çûm. Min ebayekî reş î mîna yê parêzeran stend, jixwe ne havîn bû û germayeke zêde tunebû.
Vê carê îjar dema min destmala xwe ya dirêj li ser û dora stûyê xwe digerand, Mîrahmadî jî tê de tinazê xwe bi min kirin ku çima xwe ewqas dinixumînim. Gotin piştî Jîna Emînî, ji bilî mekanên fermî, li sûk û kolanan nikaribûn midaxeleyî lixwekirina jinan bikin. Jinên serqot jî hebûn û jixwe hema hema li kesî, mîna min, ebayên dirêj tunebû. Li ba wan min miteasib, heta bi qewlê mamoste Hayrullah, mîna Maria Theresa xuya dikir. Pêşî êvarî li Awyerê min ebayê xwe derxist, a rast bi min dan derxistin, heta desmala xwe jî danî dema me wêne digirt. Roja duyemîn li eywana Zanîngeha Kurdistanê ku rêwresim pêk dihat jî min zêde guh nedida girêdana desmalê û carna porê min bi temamî vekirîbû. Roja yekemîn, dema em nû diketin kampusa Zanîngehê karmendekî li ber derî ez hişyar kirim û di nav heman rojê de jî dema ji eywanê derdiketim, jineke karmenda Zanîngehê bi nezaket ez hişyar kirim ku porê xwe binixumînim. Lê roja duyemîn a rêwresmê di nav kampusê de bi pêşniyaza mazûbanên xwe min eba danî û tenê porê min nixumandî bû, li ser pantor îşligekî ne zêde dirêj hebû. Hişyariya sêyemîn jî di riya vegerê de hat dema polêsan dikira li pasaportên me binêriya. Rojên piştî rêwresmê yên li Kirmanşan û Hewramanê hema hema min qet serê xwe nenixumand û eba jî lixwe nekir, tenê pantor ku ew jî ne fireh bû, û tîşortek li min bû. Tabî ev bi handana heval û rêberê me Mezher bû. Wî got, “dev jê berde li Kurdistanê nikarin midaxele bikin. Ev awayekî berxwedanê ye.” Bi vî awayî ez jî tevlî berxwedana jinên Rojhilat bûm û heta min desmala xwe da ber bê jî, herçiqas li nav teht û kevirên xalî yên Bêstûnê be jî.
Di nav bernameya rêwresmê de nebûna jinan
Roja berî rêwresmê ji me re (Berken Bereh, Abdurrahman Adak, Hayrullah Acar û ez) hat gotin ku axaftina me jî heye roja pêşî. Ev ji bo min û hevalên din jî surprîzeke nexweş bû; em hîn nebûne ku ev tişt roja dawî bê gotin. Jê re amadekariyek lazim e û ez bixwe hîn nebûme hema her li kû be bikaribim li hemberî girseyekê ji nişka ve biaxivim. Lê nexasim dema Sergul Xanimê got jinek jî hebe pir baş dibe, ji bo xatirê jinbûnê min serê xwe tewand. Bû sibe em li derveyî eywana rêwresmê di navbera piştî axaftinên vekirinê de, kaxizek belav dikirin, min jî yek rahiştê bêyî ku bizanibim çi ye. Paşê lê hay bûm ku bernameya rêwresmê ye. Di nav axaftvanan de ez tunebûm, di rûniştinên din de jî qet jin tunebûn; tenê moderatorên du rûniştinan jin bûn. Navê Bereh Bereh, Abdurrahman Adak û Hayrullah Acar hebû wek axiver. Îjar vê carê ji ber nebûna navê jinan aciz bûm. Min ji Îbrehîm re got ku vê carê ez dixwazim biaxivim. Îbrehîm bi rayedarên organîzasyonê re peyivî lê ji ber ku wan bixwe berê nav diyar kirine (û helbet qet navê jinekê nehatiye bîra wan an nexwestine bibînin) û ew nav hatine pesendkirin, nedibû vêga navê min lê zêde bikin. Baş e, ji aliyekî ve ez ji barê axaftineke ji nişka ve xilas bûbûm, lê ji bo nebûna jinan min tiştek ji wan re negota nedibû.
Piştî ku herdu rûniştinên wê rojê qediyan, di navberê de li berpirsekî geriyam ku aciziya xwe îfade bikim. Sergul û Îbrehîm ez bi Mecîd Rûhanî re dan naskirin. Rûhanî mirovekî navsere ye ku bixwe jî Hejar nas kiriye û piştî mirina wî wek mîratgirê wî hatiye naskirin; hemû xebatên wî kom kirine û li ser wan xebitiye û dane çapkirin û gelek xebatên din. Heta deh sal berê mazûbanê min CDyek bi dengê wî ya helbestên Hejar diyarî min kiribû. Helbet di vê Xelatê de jî serkêş bû. Ya din, Abdurrahman Adak, dema ne bi me re bû çûbû saziyeke çandî ya bi navê Raje. Li wir bi rêbertiya Rûhanî berhemên Hejar dihatin xwendin û şîrovekirin. Beşdar hemû kesên sivîl bûne, wek jin, mêr, ciwan, navsere ku herî kêm 30-40 kes bûne. Heta niha hemû berhemên wî bi hev re xwendine û nirxandine. Ji çepikên berî û piştî axaftina wî ya li eywanê, diyar bû mirovekî zêde zêde dihat hezkirin û hurmeteke mezin hebû jê re; ji zimanê laşê wî diyar bû ku mirovekî pir nerm, nazik û bi orf û adet e. Di navberê de dema jinên heyranên wî dixwestin destê wî maçî bikin, destê xwe direvand û wî desmala wan maçî dikir. Maçkirina desmala jinan adeteke mêrên nazik bûye li wir.
Îjar wek serkêşê vê organîzasyonê min jê re gazinên xwe kirin ji ber nebûna jinan. Tenê bi nezaket destê xwe bir ser çav û serê xwe ku bi maneya “rexneyên te ser çav û serê min.” Û wek ku qesta min ez bixwe bim, got em Bakuriyan nas nakin; min got dikarin ji kesên dizane bipirsin û ma qey li Rojhilat jineke xwedî fikir û gotin, bikaribe derkeve ser wê dikê tunebû? Kurdistan û çanda kurdî ne milkê mêran e, yê jinan e jî… Wî got, “hûnê sibê jinan bibînin,” bi maneya ku jinên xelatgir hene. Bû sibe, di dawiya rêwresmê de xelat hatin dayin. Di yekemîn kategorî, Xebatên Hêjayî Teqdîrkirinê (di qadên cuda yên mîna roman, helbest, werger, folklor, sînema de) ji nav 32 kesên xelatgir tenê 6 jê jin bûn. Di kategoriya duyemîn, Xelata Taybet de ku dan 6 kesan, qet jin tunebû. Cebar Cemal Xerîb bi Kewtinî Asmanekan; Ismaîl Şems bi Koy Berhemekan; Abdurrahman Adak bi Teşeyên Nezmê; Selahedîn Payanyanî bi Ferhengî Zarekî Mukiryan; Elî rehmetî bi Ferhengî Şar û Gundekanî Xurasan xelata taybet wergirtin.
Atmosfera eywana rêwresmê
Mixabin ne surprîz bû ku rêwresmê di wexta xwe de dest pê nekir. Hinekî dereng dest pê kir û eywan devîdevî tijî bû, em nikaribûn têkevin hundir, lê baş e ku tijî bû, em ji sirûda wan a neteweyî xilas bûn. Lêbelê roja dawî em li ber neketin û ketin tora sirûda wan. Min bala xwe dayê gelek kes jê ranebûn ser piyan, helbet ne piranî bû lê ne pir kêm jî bûn. Baş e ku hejmara jinên li eywanê berevajî yên li ser dikê, ne kêm bû. Axir ji ber derengbûna ketina hundir em ji axaftinên destpêkê zêde fermî jî xilas bûn. Axaftinên me guhdarî kirin bi rastî têra xwe kurdperwer bûn ku mirov hêvî nedikir li saziyeke dewletê bibihîze. Ji bilî çend nûnerên mîna wezîrên çandê û perwerdehiyê, hemû axaftin bir kurdî bûn. Nexasim yekî bi libasên olî û oldar bi referansên ji Qur’anê zimanê kurdî û kurdayetî berz dikir û ya balkêş, hemû berhemên Ferhad Pîrbal xwendibûn û jê referans dida. Yekî dîroknas ê ji Kirmanşanê ne tenê îranî, hemû mirovayetî bi kurdan dida destpêkirin. Gotinên kurd û Kurdistan li pey hev rêz dibûn, jixwe tê zanîn ku gotina Kurdistanê li Îranê ti carî nebûye peyveke krîmînal û em li parêzgeha Kurdistanê li Zanîngeha Kurdistanê bûn.
Xelata Qelema Hejar bi serkêşiya rewşenbîrên kurd ên Sineyê, beşa kurdî ya Zanîngeha Kurdistanê û Înstûtiya Lêkolînên Kurdî ya Zanîngehê û Seher TVya dewletê hatibû birêkxistin, yanê di bin banê saziyên dewletê de bû û diyar dibû ku gelek misref lê hatiye kirin û gelek ked hatibû dayin. Ev jî diyar bû ku ev stratejiyeke dewletê ye di têkiliyên xwe yên bi kurdan re. Êdî ew her çi be, ew atmosfera bicoş a li eywanê hêjayî dîtinê bû. Tiştekî baş jî ew bû ku him di axaftinan de, tercîhên muzîkê de, belavkirina xelatan de hewl dabûn cî bidin hemû zaravayan, soranî, kurmancî û hewramî. Nexasim hebûna kurdên Xorasanê girîng bû. Berê dihat gotin ku kurdên Xorasanê ji ber him mesafeya fizikî him ya zaravayî hatine îhmalkirin ji aliyê siyaseta kurd a li Rojhilat, xuya dibû ku hewlek heye ku ev mesafe bê kurtkirin.
Li bakur kengî dengê muzîkê bê, em amade ne govend bigrin. Li wir me nedît mezinan govend girtin, meger ev ne ji ber giranbûna wan bûye, Îranê qedexe an sînordar kiriye ku li mekanên fermî mezin govendê bigrin, loma ji ev zarokan re maye. Zarok her tim amade bûn govendê bigrin. Li eywanê di nav qoltixan de di ciyê xwe de radibûn govendê zarok. Tê zanîn ku dînamîkên asimîlasyona li Rojhilat û ya li nav me gelekî cuda ye. Li vir, nexasim li bajarên mezin, mesafeyek zêde ketiye navbera me û zimanê kurdî û bi giştî çanda me; li wir ne wisa ye, pir zehmet e ku dengê farisî têkeve guhê mirov. Loma zarok ji wê çanda kurdbûnê dûr mezin nabin nexasim li bajarekî mîna Sinê. Helbet bajarên ku farisî bêtir lê berbelav jî hene mîna Kirmanşan û Îlamê ku ew jî, tê gotin, hinekî girêdayî mezhebê ye; kurdên wan bajaran bêtir şiî ne. Lêbelê, ev jî dihat gotin ku di salên dawî de kurdewariya li wan bajaran jî xurttir dibe.
Kirmanşan
Piştî rêwresmê du roj aidî me bûn. Em bi rêbertî û şifêriya kak Mezher çûn Kirmanşan û Hewramana ku em giş bi heyranî li bendê bûn bibînin. Divê bêjim ku ev heyraniya me ya Hewremanê hinekî sivik hat dîtin ji aliyê hin mazûbanên me, ji ber paşxaneya wê ya siyasî. Dihat gotin ku çi dema Komara Kurdistanê be çi di dewrên din de be kurdên Hewramanê bêtir nêzîkî dewletê bûne û gelek kes jê bûne cerdevan. Di nav pêşmergeyan de hejmara hewramaniyan gelekî kêm bûne. Min ev şiband helwesta me ya bo hin bajarên me yên mîna Elezîz, Meletî an Erziromê ku piştî komarê tevgerên me yî siyasî lê xurt nebûne û niha têkiliya wan a bi kurdayetiyê re gelekî lawaz e. Wek ku kesek ji derve bixwaze ji dêvla Şirnex, Colemerg an Diyarbekirê pesnê Elezîz û Erziromê bide û bixwaze bêtir wan bajaran bibîne, yanê helwesta wan dihat famkirin. Lê helbet ev ne tekane nêrîn bû derbarê Hewremanê de. Mînak, li gor Mezher, ev tenê qlîşe bû û jixwe dema Komara Kurdistanê neteweperweriyeke ewqas xurt û berbelav tunebû, aîdiyeta xelkê bêtir eşîrî bû, mîna li ba me. Hukmê Komarê bixwe jî ancax li herêma Mukriyan hebû. Wekî din, kêmasî û şaşiyên rêxistinên siyasî jî çêbûne ku nikaribûne wan daxilî nav siyaseta xwe bikin. Dîsa jî di nav tevgera kurd de gelek şehîdên Hewremanî hebûne û diviyabû heqê wan neyê xwarin. Ev nêrîn û îzeheke maqûltir bû bi min. Tê famkirin ku çawa li ba me hin pêşdarazên bêbingeh an bêpeywend hebin derbarê hin bajaran de, li Rojhilat jî hebûn ev. Her wekî din, li wir jî hewldanên siyaseta serdest hene ku cudatiyên zaravayî û herêmî kûrtir bikin û bikin mijara îhtilafan.
Heman helwest ji bo Şehram Nazerî jî hebû. Em, bakurî, giş kêfxweş bûn ku konsera Nazerî jî heye di bernameyê de. Ê wan ne xema wan bû, ji ber ku Nazerî pêşî bi muzîka farisî hatiye naskirin, paşê li kurdî vegeriyaye. Li ba wan kurdekî bi muzîka farisî hatiye naskirin ne hêja bû. Û bi ser de sûcekî wî din jî hebûye, li Başûr dema sirûda Ey Reqîb hatiye xwendin, ji tirsa îraniyan ranebûye ser piyan. Lê stranên wî “Êy Kurdistan ger tu nebî giyan û jînim bo çi ye” û “ez kevok im”a me ji min re bû surprîzek xweş, ji ber ku min cara pêşî ji wî guhdarî kirin.
Kirmanşan mezintirîn bajarê kurd ê Rojhilat e; Sine dûre tê. Em giş ji atmosfera Sinê gelekî kêfxweş bûn û her carê me di nav xwe de ew der wek paytextê Kurdistana yekgirtî îlan dikir. Yekî ji mazûbanên me bal kişand ku divê ne Sine, Kirmanşan be paytext. Ji ber ku Kirmanşan nefta wê hebû, hinterlanda bajêr fireh bû, bajar ew potansiyela wê hebû ku bikaribe mezintir bibe. Li Sinê ev herdu jî tunebûn. Tevî van, Kirmanşan ji aliyê dîrokî ve bajarekî qedîmtir bû. Sine bi nisbet bajarekî nû bû li gor gotina wî. Bi van gotinan hinek guman ket ser hewesa me ya bo paytextbûna Sinê, lê tişt nabe, Kurdistana yekgirtî çêbibe bila Sine feda be jê re.
Helbet derfet tunebû em zêde wext derbas bikin li nav Kirmanşanê û loma mirov çi bêje wê kêm bimîne. Kolanên wê yî mezin ên em tê re derbas bûn, dora wan bi darên mezin xemilandî bûn û şînahiya nav bajêr têra xwe hebû, li bajaran herî zêde bala xwe didim vê. Ya din kolanên wê zêde fireh bûn digel ku ne li taxên nû yên bajêr bûn, yanê diyar dibû plansaziya bajêr bi dûrbînî hatiye kirin hê gelek sal berê. Li ba me û bajarên tirkan jî kolanên ewqas fireh bi giştî îşaretî bajarvaniya nû dikin.
Li Kirmanşanê yekemîn devera turîstîk û dîrokî Taqosan e ku di nav bajêr de maye. Bi peykerên xwe yî li ser tehtan hatine nexşandin navdar e. Peyker aidî serdema Sasanî ne û heta îro pir baş hatine parastin. Deryaçeyeke piçûk û kemberên avê jî nîşaneyên kaniyên avê ne ku zemanekî gelekî zêdetir bûne û deryaçeya wê piçûk jî nîşana hebûna kaniyên wê zemanekî ye.
Dûre Bêstûn tê wek devera ku mirov teqez divê bibîne, nexasim yên ji dîrokê hez dikin. Bêstûn çiyayekî mîna tehtekî bilind î yek parçe ye (loma bê-stûn gotine jê re) li nav deştekê û ne zêde mezin e; li ser wî tehtê mezin hemû şaristaniyan hatine peyker û nivîsên xwe lê neqişandine û nivîsandine, ji ahamenîşan, sasaniyan bigre heta helenîzmê û islamiyetê, ji farisiya kevn bigre heta zimanê elamî, akadî, aramî. Ev der wek mekana efsaneya Ferhad û Şirîn jî tê zanîn, ew çiyayê ku ji Ferhad hatiye xwestin ku qul bike û avê tê re bîne. Li vir kak Mezher ji me re behsa Ferhadê Duyemîn kir. Ferhadê Duyemîn an Xalo Husên Kohkan (1930-2016) berî mirina xwe 21 sal terka gundê xwe kiriye û li çiyayekî navçeya Pavehê ya bi ser Kirmanşanê ve di tehtên çiyayî de ji xwe re xaniyekî heft odeyî (nizanim 1+1 an 2 çima têra wî nekiriye!) û gora xwe kolaye û heta mirina xwe di wî xanî de jiyaye.
Hewreman
Piştî Kirmanşanê şikefta Qurî Qela ku ya nêzîkî Ciwanro, di nav dewama çiyayên Zagrosê de û heta niha mezintirîn şikefta ku min dîtiye, û çaya di çaydanên li ser agirê êzingan, axir em gihiştin Hewremanê. Jixwe piraniya herêma Hewremanê bi ser parêzgeha Kirmanşanê ve ye û dewama wê diçe heta Başûr. Ji çiyayên bilind aliyê Başûr, Helebce û derdora wê xuya dikir.
Me nikaribû temama herêmê bibînin, lê nexasim bilindahiyên wê yî serê sibê hê di nav ewran de û sar me bi çavên xwe dîtin û ji çiyayên Bakur mihteşemtir bûn, bi ya min; min digot belkî ji derdora Hekariyê çiyayîtir tunebe li Kurdistanê lê ew ji yên Hekariyê wêdetir bûn. Deverên din î me dîtin Pawe, Textî Hewreman, Nodşe, Şimşêr, Hecîc, Kanî Bill bû. Herêmeke têra turîstîk e, li her derê em rastî qefleyên turîstan dihatin. Loma ehlê herêmî jî hîn bûye ticareta bi tûristan re û ligel otelên piçûk, xaniyên xwe jî wek pansiyon didin kirê. Em jî li Nodşê bi alîkariya Ismaîl Şems (serokê Înstîtuya Lêkolînên Kurd a li Tehranê, bixwe ji gundekî Hewremanê ye) bi şev di xaniyekî de man. Nodşe jî mîna bajarokên din î Hewremanê di nav newaleke kûr de, li berpala çiyayekî rêza xaniyan li ser hev rêz dibûn û ji darên meyweyan çav çavî nedidît; di ber xaniyê em lê diman ava kaniyekê diherikî, dengê xuşxuşa avê bû ku diyar e ji gelek kuçeyan re av diherike; li jêrî bajêr di kûrahiya newalê de çemê Sîrwanê diherikî û ji daran xuya nedikir. Divê mirov teqez payizî jî biçe wir, ahenga rengên payizî bi çavên xwe bibîne.
Yek bajarokên wê yî girîng Textî Hewreman e ku tê gotin kevintirîn bajarokê herêmê ye û wek paytextê herêmê bûye. Navê “Text” jî ji wir hatiye û girêdayî bajarokê Sewlawaya di navbera Sine û Merîwanê de ye. Di heman demê de warê Pîr Şalyar û daweta Pîr Şalyar e ku her sal di meha Sibatê de tê pîrozkirin. Tê gotin ku di sedsala 11. de milûkê Buharayê qîza xwe ya ker û lal dişîne ba Pir Şalyarê alim da ku ji derdê wê re dermanekî bibîne û ger dermanek dît û qîza wî rihet bû, wê bi wî re bizewicîne. Keçik rihet dibe lê vê carê Pîr Şalyarê munzewî qet hebûna wî tuneye ku dawetê çêbike. Xelkê Hewramanê ku hurmeteke wan mezin heye bo Pîr Şalyar, giş dibin yek û jê re daweteke miezem çêdikin. Hezar sal e, herçiqas şikil guhertibe jî, ew daweta bi navûdeng tê bibîranîn.
Gava din min gotibû xelkê Hewramanê ketine nav ticareta turîzmê lê li Textî Hewreman me dît ev hê baş rûneniştiye, baş e ku (?). Berî ku em têkevin nav Textî Hewremanê me xwest taştê bixwin û em li ber xwaringehekê sekinîn. Zilamekî ciwan, belkî li dor 30î, ne şaş bim, bivirek di dest de pişta wî xwar, dikira êzing hûr bikirina. Me jê pirsî ka çi heye di taştiya wan de û hingiv jî heye an na. Wî bêyî ku pişta xwe rast bike got belê heye. Me ev pirs lê zêde kir, “Hingiv ê Hewramanê ye?” Wî dîsa bêyî ku pişta xwe rast bike, çend çirkan sekinî wek ku bêbiryar be ku çi bersiv bide, gelo bibêje, “belê kakagiyan hingivê me yê Hewramanê ye, heqîqî ye, kerem kin” an a rast çi be wê bibêjê. Bi dengekî aram û bêbiryar got, “teqrîben.” Yanê, ne xwest malê xwe erzan bike ne jî xwest derew bike. Ji vê nîvdilpakiya wî dihat famkirin ku ew ruhê miteşebîs hê baş lê rûneniştiye. Em hîn bûne ku nexasim li deverên turîstik esnaf gazî bikin, ji bo we bikşînin nav mekana xwe ji destê wan çi tê bikin. Lê zilamê me qet negot “ka kerem kin” jî, halbûkî wê sibê em pênc kesên birçî derfeteke baş bûn ji bo esnafekî.
Piştî Hewramanê Merîwan. Lê divê qala baxçeyê gelyazan jî bikim ku berî ku em bigihêjin Merîwanê lê sekinîn. Me got ji dêvla ku em ji dezgeha wan a li kêleka rê bistînin, (wek bajariyên dinyanedîtî) em bi destê xwe ji daran bixwin û heqê wan bide. Em daketin, me xwe da naskirin û destûr xwest ji xwedî. Xwediyê ku mamosteyekî malnişîn bû li dor 55-60 salî, ji kêfa dikira bifirya ku bihîst em ji Bakur in. Du caran xwest bi zorê destê (mezinê me) Berken Bereh maçî bike; di derketinê de jî me bi zorê heqê gelyazên wî da. Hema di pey me re komeke mêrên belûçî jî hatin mîna me gelyazan bixwîn, bi cil û bergên xwe gazî dikirin belûçî ne. Cara pêşî bû min belûçî didîtin; li ser piyan kurd û belûçî dikarin çi bipeyivin, em li ser wan peyivîn û foto kişandin. Hevalên me ji ber ku bi farisî dizanîn, ne şaş bim sohbet bêtir bi farisî bû.
Merîwan wek dewama herêma Hewreman bajarekî di nav sînorên parêzgeha Kurdistanê de ye û jixwe Text jî ji aliyê îdarî ve girêdayî wir e. Dema me tunebû em li nav bajêr bigerin; em çûn ber gola wê Zirêbarê û li bin siya darên dora wê ku gelek kafe û xwaringeh lê ne, xwarin xwar.
Mezher em birin aliyê din î golê, Deretifê (newala tûyan) ku dikare bê gotin gundekî mezin e. Taybetiya wê derê hêlînên leglegan û geştyarên wê bû. Di nav darên li pişt gund bi dehan hêlîn hatine çêkirin û bûye warê leglegan. Ehlê wê yî heywanhez ligel leglegan rê li ber hejmareke zêde ya geştyaran jî vekiribû.
Li Rojhilat bi giştî hişmendiyeke hawirdorparêz heye û bi hêsanî mirov lê hay dibe. Li wir mirov kîjan parkê û bin siya daran bibîne malbat lê rûniştîne xwarin dixwin an wexta xwe derbas dikin. Bi qasî dizanim ew çanda derketina derve nav xwezayê û bi malbatî li Başûr jî pir populer e. Li deverên wiha pêşî bala xwe didimê ka li derdora wan gilêş û gemar heye an na, çiqas girîngî didin paqijiya derdora xwe. Deh sal berê jî lê hay bûbûm, vê carê jî me dît bê çiqas paqij dihêlin derdora xwe. Keza, nav bajaran jî têra xwe paqij bû, min tenê carekê dît yekî gemara xwe avêt derveyî seyareya xwe.
Û li Deretifê me kîjan zarok bidîta navên wan dipirsî, sê navên nû me peyda kirin: Geşîn, Kanya, Kanî. Navê kulîlka hanimeliya tirkî jî gulîyas.
Mîmarî
Mîmariya wan jî ji hin aliyan ve ji ya me cudatir e. Ê me, nexasim li bajarên germ ên mîna Riha, Mêrdîn û Diyarbekirê xaniyekî bêbalkon, heta ne mezin be ku mirov bikaribe havînan lê doşekan raxîne, ne ti xanî ye. Lê bajarên wir ên mîna Sine û Kirmanşanê ku germa Sinê bi qasî ya Diyarbekirê, ya Kirmanşanê jê zêdetir e jî, kêm balkon li ber çavan dikeve, yên hene jî pir piçûk in. Me tenê balkona Elî Destmalî û Farîba Xan dît ku çend mirov dikare bi rihetî tê de rûne. Nexasim apartmanên bilind ku li gor me pir kêm in, qet balkon xuya nakin. Dibêjim du sedemên vê hene, yek, ceryan pir erzan e û dikarin bê minetî klîmayên xwe bişixulînin. Ne mecbûr in li balkonan razên havînî. Du, miteasibiya mecbûrî nahêle mirov li derveyî hundirê mala xwe rihet be.
Tişta din jî xaniyên ji ew tuxleyên ziravtir û (belkî) girantir ên zerik in. Di zaroktiya xwe de, li Kurdistanê nizanim, li Izmîrê sorê wan hebû. Aniha li wir jî nemane. Li Ewropayê jî pir li ber çav dikevin ku, bi min, rengê wan î sor estetîktir xuya dikin nexasim di nav şînahiya daran de. Li Rojhilat hema hemû avahiyên dîrokî ji wan tuxleyan hatine çêkirin, yên modern jî ne kêm in. Şiklê avahiyê her çawa be jî, bi min, ew tuxle ji beton gelekî estetîktir û ekonomîktir jî xuya dike. Belkî lêkirina wan hinekî zehmettir be, lê ne sewax ne jî îzolasyonê dixwaze; li gor kiremîtên gewr an brîketên sor î tenik û kulkulî qewîtir jî xuya dikin. Nizanim çima ew li ba me jî nayên emilandin. Belkî avahiyên pir bilind ne lê yên heta çar-pênc qat jî dikare bi wan bê lêkirin.
Veger
Vegera me ku ji Sinê 6ê sibê dest pê kir, (ji bo min) di 3ê sibeha din de qediya. Di vegerê de Abdurrahman Adak jî ku bi balafirê hatibû lê vê carê nikaribû bi balafirê vegere, bi me re hat. Loma texsiyek têr nedikir, em bi du texsiyan vegeriyan. Vê carê herdu şifêr jî têra xwe xwedan tecrube û di karê xwe de şareza bûn. Nexasim yê temenmezintir, Faîq, yekî têrxwende û zanapeyv, sohbeta wî xweş bû. Ji xwendina dîrokê hez dikir û kurdekî têra xwe dilsoz û neteweperwer bû. Bi minasebeta navê min, em peyveke nû jê hîn bûn, fexrfiroş/î. Yanê kesê ku pir pesnê xwe dide/xwepesinkirin. Dema yek pir pesnê xwe bide, jê re dibêjin “fexrfiroşî meke!” Navê min pir kêmpeyda bûye li ba wan, lê fexrfiroşî peyveke berbelav bûye. Nehat bîra min bipirsim lê dibe ku ji ber vê peyvê be ku navê Fexriye ne berbelav e li wir. Piştî demekê derbasî texsiya din bûm, şifêrê wê Hamid (?) ne ewqas sohbethez bû; me bêtir di nav xwe de sohbet dikir. Ew wek şifêrê ciwantir li pêşiya yê din diçû, ji ber ku wî bi nîşandêrê dikaribû çêtir rê derxîne. Aliyên nêzîkî sînor ji herduyan re jî xerîb bû, baş nas nedikirin. Heta Hamid cara pêşî bû dîdit û ji aliyekî videoya rê dikşand. Vegera me, qey ji ber ku him bi roj bû him jî şifêrên me şarezatir bûn, wan lezbirên di çûyînê de Evdilmecîd em di ser re difirandin, vê carê neketin bala me jî.
Aliyekî xweş ê vê rêwîtiyê ew bû me pênc kesan cara pêşî bi hev re ewqas wext derbas dikir. Digel ku em nêzîkî hev dijîn jî (yê herî dûr Ronî ye, Wan) ger bi tesadifî li deverna li hev rast neyên, derfet çênabe em bên ba hev û sohbet bikin. Tenê bi Ronî re me cara pêşî hev nas dikir. Ew ji Bargirî (Muradiye) ya Wanê bû, ciyê ku cara pêşî min lê mamostetî kiriye. Dema ez li lîseya wir mamoste bûme, ew jî xwendekar bûye. Ji bo mamosteyan tesadufên wisa xweş in hertim. Ger em derengmayînên Ronî, deqîqbûn û ecelekirina min nehesibînin, em komeke têra xwe lihevhatî bûn û gotinên me diket serê yên din; têra xwe bi kêf û henek û sohbetên cûrbicûr derbas bû hevrêtiya me, herçiqas yek du caran di mijarên siyasî de dengê me bilind bûbe jî ewqas normal e êdî. Di vê navê de, li Rojhilat û li Başûr jî bala min kişandiye ku mirov li gor me pir aram in. Mirov nabe şahid ku dengê xwe ji hev re bilind bikin an hêrs dibin, dinya jî xirab bibe ew dengê xwe zû bi zû bilind nakin. Û nebûna dengê qorneyên (bi qewlê wan, boqe) seyareyan helbet. Ew jî cudatiyek wan bû ji bo me. Ne şaş bim, yek an du caran dengê qorneyê hat me. Yek jê di riya vegerê de ji şifêrê me bû. Nizanim çima lê xistibû, lê dema me behs vekir, got liqornêxistin yek ji mezintirîn heqaretan e li ba wan. “Di trafîkê de yê li pêş me bi saetan jî bisekine, em ancax li bendê disekinin.”
Him wek tecrubekirina Rojhilat him wek hevrêtiya me bixwe tecrubeyeke xweş bû ku wê hertim di bîra me de bimîne. A rast, dilê min li wir ma. Xwezî derfet hebûya ku herî kêm salekê li Sinê bimama, him têkiliyên xwe yî bi wir re xurt bikira him soranî baş hîn bibûma û bi benzîna erzan têra xwe bajar bi bajar bigeriyama (depoyê seyara min li vir bi du hezaran tijî dibe, li wir tenê bi sed lîreyî). Ji aliyê şertên madî ve ti astengî tuneye a rast, pereyê li vir xerc dikim wê li wir jî têra min bike, tenêtiya li wir jî wê ji ya Diyarbekirê ne zêdetir be. Lêbelê, ji dewleta Îranê ditirsim. Bêjenebêje, jineke bi tenê ya ji Bakur wê bala wan bikşîne, hîç belî nabe çi bê serê min û vêga li ciyê xwe rûniştî me.
Nivîskar: Fexriya Adsay
Çavkanî: https://blog.kovarazarema.com/rojhilata-kurdistane-ditin-u-gotin-nabe-yek/
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…