Rojekê ji rojan…

Rojekî ez çûme dikana yekî cildirû, sala 2012an de, dem havîn, dinê ne germe ez ê ji xwe re bona havînê cilên tenik şal û şapik bidime dirûnê. Wexta ez çûm dikana cildirûyekî min dît ku mirovekî qama wî ne pir dirêj û nejî pir kin, yanê yekî qam navîn li ber maseyekî şalvarekî bi utîyê kirçimên wî rastdike.

Mirovekî bi reh (rûdandirêj) bû kulihekî kesk li sere wî bû tim û timtêla wî dişibîya wek sofîyên terîqetên tirkan ji xwe ew jî tirk bû. Min lê silavkir û wî jî bersiva silava min da û got (Aleykumeselam baba)

Min li rewş û timtêla wî nihêrî û min li gotinê wî nihêrî min di dile xwe de ji xwe re got ev mirovekî kamil nîne. Radyoyekî di dikana wî hebû û hem jî vekîrîbû kesekî di radyoyê de diaxivî wer bi ce’zûtî têde di derheqê dergahekî de xeberdida.
Mirovê cildirû ji min re got (Baba hoş geldin) bavo tu bi xêr hatî, min jêra got ez ne bavê te me, tu çima ji min re dibêjî jî bavo?

Sofî ji min re got ew ji edeba meye, mirovên maqûl û serî li ser xwe be em ji bona hurmetê ji wî kesî re dibêjin (baba) wê demê gelek be’ecîya min ji sofî çû û min got sofî ne tu heqaretê li dayîka xwe dikî, tu dayîka xwe gunehkar dikî weleh haya min ji dayîka te tuneye.

Sofî wek ji kerê de bikeve, lê tu tiştek bersiva min neda û tenê got tu mirovekî gelek tinazkarî, û wî got keremke ka xizmeta te çiye, min turikê naylonê (poşet)ê destê xwe vekir û jêre got ez dixwezim şapik û sakoyekî havînê ji xwe re bidime dirûnê.

Cildirû got başe, we caw ji dest min girt û li ser maseya xwe raxist û hilda mêzroya xwe qama min pîva nav û navmil, û çîp û herdû mil.
Di vê navberê de ji min re got ezbenî gelo tu ji kêjan terîqetê digrî an tu ji kîjan şêxî hestikî.?

Min jêre got; Ez qet ji terîqet, dergahan û ji şêxên xwedî terîqet û dergah û dezgahan hez nakim, got çima, ma mirov bê terîqet û bê şêj çawa dikare dînê xwe hînbibe û nasbike.

Min got; Sofî ma Xwedê, Pêxember û Qurana Kerîm ne bese, rêya rast û heqîqetê jî ew e û emr û fermanên Xwedê û rêya Quranê û sunet û jîyana Pêxember besî me ye.

Sofî got; (Baba sen doğru söyliyorsun da) bavo tu rast dibêjî, lê de ka îro êdî Pêxember tuneye tenê warisên wî şêxên mezinê wek (Hoce efendi hezretleri) hene, min got ew kî ye got ev kesê niha di radyoyê de diaxive ew e (Cübeli Ahmet Hoca)

Min got; Sofî ez ji wî re dibêjim zupelî ehmeq xoce, çav li sere wî firehbûn lê nezanî ku bi çikarî û çi bersiva min bide. Got (hakaret yapma hakikatı gor) heqeretê meke, heqîqetê bibîne!

Zivirî ser min got, te qet xwendîye, min got qasê ku ez qiseyên te bibersivînim min xwendîye, sofî gote min, de başe, xoce wexta tu bi terîqet û şêxên terîqetan bawer nakî ka ez ji tera minakekî bidim,
(Hocam diyelimki sen ve eşin evde kavga etiniz öyleyse çağır bakalım Peygamber gelir mi?) Mamoste de ka îro te û xanima xwe we di mal de şer û pevçûnî kir de ka tu yê wê wextê gazî Pêxember bikî, ew ê were têkeve navbera we û we bi hawakî li hev bide rûniştandinê.
Wexta sofî ev gotinana got. Xwedê dê ez ê ‘eqil bavêjim ji deste vî sofîyê ehmaq çi şêxê xwe û terîqeta wî di ser emr û fermanê Xwedê û Resûlê Xwedê û Qurana pîroz re digre.
Min gotê; Sofî wexta ku tu û jina xwe hûn şerkin an pevçûyînekî bikeve navbera we qey tu gazî şêxê xwekî ewê şêxê te ji bo te were, got (elbete gelir) got lê wê çawa neyeê, min got belê belê ewê were.

Min got; Sofî ger ku jina te bedewbe wê şêxê te yê teqez were! (Evet karın güzelse elbette şeyhin gelir)

Min turê xwe girt û ez ji dikana wî sofîyê ehmaq derketim…

Dîsa min careke din Şêx Ebdurrehmanê Axtepî di bîra xwe anî û ji bo sebra dile xwe min van gotinên wî.

Eger sed sal di çelada bimînim
Her roj sed mar û dûpişka bibînim

Zivistana li ser avê bimînim
Havîna pez kûvî biçêrînim

Li hevraza berrê aşa bikşînim
Ne wek carek yekê ‘ehmaq’ bibînim.

Şêx Ebdurrehmanê Axtepî

 

Seyfedînê Welekorî (Seyfettîn Temel)

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply