Ziya Gokalp Nasbikin

Gokalp (bi tirkî: Ziya Gökalp), bi navê xwe yê dirêj Mehmet Ziya (jdb. 23ê adara 1876an li Amedê, m. 25ê çiriya pêşîn a 1924an li Stenbolê), damezrênerê ramyariya neteweyî ya Tirk, întelektûelê dawiya Osmanî û destpêka damezrandina Komara Tirkiyê de ye.

Bavê wî li Amedê di rojnameyekî herêmî de wekî karmend dixebitî. Di sala 1895î de diçe Stenbolê. Di ciwaniya xwe de fikrên wî yên Kurdewariyê hene ku ew di pirtûkên xwe de jî ravedike. Li Stenbolê dest bi karê Kurdewariyê dike û bi rewşenbîrên Kurd re têkiliyan datîne. Hevnasîna wî bi endamekî Jon Tirk re, jiyana wî diguherîne û wî dixe tevlîheviyan. Di nava ramanên Kurdewarî û Tirkewarî de diçe û tê. Heya bigire xwekuştinê jî diceribîne. Biryara xwe dide û dikeve nafa refên İttihat ve Terakki Cemiyeti û dest bi afirandina îdeolojiya Tirkîzm (Turancilik) dike.

Di sala 1898î de ji ber çalakiyên li dijî rewşenbîrên Balkanan tê girtin û salekê li girtîgehê dimîne. Sala 1900î de wî dûrdixînin Amedê. Heya sala 1908î karmendiyê dike. Li Amedê bi navê Peyman rojnameyekê dertîne û di nava eşîrên Kurdan de dest bi xebata birêxistina “bêwatexistina fikrên Kurdewariyê” dike. Rêxistina wî İttihat ve Terakki Cemiyeti wî wekî berpirsiyarê Kurdistanê destnîşan dike. Bi navê “Türk ocağı – Hozên Tirk” li bajarên Kurdistanê komeleyan dadimezirîne û propagandaya Tirkîzmê dike. Destdide ser hemî dokûmanterên Osmaniyan li Amedê û dokûmentên behs û pesna Kurdan dide winda dike. Wekî kadro yan tîmên taybetî bingeha pişavtina Kurdan dimeşîne. Bi alîkariya Ataturk li Enqereyê di zanîngehan dersê dide û bingeha gelek komele, kovar û rojnameyên înkara neteweyan dikin û pesnê Tirkîzmê didin diavêje…

 

Fuat Şerîfoglu

Derbar Çand Name

Check Also

JI EHMEDÊ SEDEF DU ROMANÊN JÎRÎ ÇÊKIRÎ

Ev roman, berî ku jîrên çêkiri bi her ewayî bikeve nav jiyana me di sala …

Leave a Reply