Kovara Muzîka Kurdî: ‘Ziryab’a 2’yan Derket

Kovara muzîkê Ziryab bi hejmara xwe ya 2’yan li pêşberî xwendevanan e.

Di hejmara rêbendan-reşemî-adar-avrêlê de ligel stranbêj Ciwan Haco, Abbas Ahmed, Mizgîn Tahîr, Sakîna Teyna, Jan Axîn, Erdogan Emir, Hamûdêyê Efrînî, û bi lêkolîner Zeyneb Yaş re hevpeyvîn kirine.

Haco di hevpeyvînê de dibêje, “Xwezî ez li welatê bav û kalan bûma û ev stranên min tunebûna.” Haco ji bo pêşeroja muzîka kurdî jî pêşniyareke bi vî rengî dike: “Ji îro pê ve, ji bo karên dîjîtal divê mirov aktîv be; ji sê an jî çar heyvan carekê stranekê derxe û li ser platformên dîjîtal parve bike, armanca min ev e bi rastî.”

‘Ziryabî têla pêncan li ûdê zêde kir’

Ji gotaran Îrfan Guler li ser hunermend Ziryab bi sernavê “Dahênerê gîtar û flamenkoyê, şoreşgerê zerafet, bedewî û estetîkê: Ziryab” nivîsa xwe pêşkêş kiriye. Guler wisa nivîsiye: “Ziryab zêdetirî deh hezar stranan ji ber dizane. Li wir dibistana muzîkê vedike. Ew yekemîn konserwatuara li Ewropayê ye. Heta dema Ziryabî ûd çartêl bû. Ziryab têla pencan lê zêde dike. Li gorî otorîteyan, wê demê her têlek taybetmendiyeke bedena mirovan sembolîze dikir. Têla ku Ziryab li ûdê zêde kiriye bi rengê sor bû û ‘ruh’ sembolîze dike.”

Demîrtaş jî nivîsiye

Hevserokê berê yê HDP’ê, siyasetmedar Selahattîn Demîrtaş jî bi nivîsek di kovarê de cih girtiye. Demîrtaş bi navê “Noteya Şoreşê” gotara xwe pêşkêş kiriye. Demîrtaş wisa nivîsiye: “Muzîk an jî wêjeya kurdan bi tu awayî rasterast bi xizmetkirina siyaseta kurdan re ne peywirdar e. Huner û wêje bi pêşveçûna xwe ya azadane ya di qada xwe ya resen de jixwe dibin beşeke vî têkoşîna man û nemanê”

Gelek kesî ked daye kovarê

Di kovarê de ji bilî hevpeyvÎnan gotar, danasîn, portre, nûçeyên li ser muzîkê, nûçeya li ser albumên bijarte û her wiha playlîst jî hatiye weşandin. Kesên wekî Harûn Elkî, Welat Ramînazad, Burçak Çollu (Werger Aydin Rengîn), Gunay Koçhan (Werger Yûnis Das), Besîme Şen, Gokçe Selîm, Serdar Ozturk, Berfîn Aktay, Îbrahîm Sarisu, Mem Ararat, Lîlan Badîneg, Ozan Irmak, Ozan Irmak, Tofan Sûnbûl, Hussain Hajj bi nivîsên xwe ked dane kovarê.

Ji bo têkilî û xwestinê:

Navnîşan: Guzeltepe Mah. Figen Sk. 25/6 Eyupsultan / İstanbul 

Tel: 0538 922 2002

e-mail: kovaraziryab@gmail.com – http://www.ziryabmusic.com

Diyarname

Derbar Çand Name

Check Also

ÇAND MA li benda pirtûkan e

Çand Ma parçeyeke nû ya xebata Ma Musicê ye û ciheke nû vekiriye. Çand MA’yê …

Leave a Reply