Bêje di hevokan de ( têvî qertafên xwe ) serbixwe ne. Hemû perçeyên di gramerê de « qertaf » hatibin binavkirinê bi bêjeyan ve zeliqî tên nivîsandin. Ji ber ku di rastnivîsa qertafên sazîyê de gelemperî pirsgirêka rastnivîsandinê tune ye ( xênjî bikaranîna qertafa « –î » yê li pêş tîpa « y » yê ). Di vê mijarê de emê zêdetir li ser rastnivîsa qertafên tewandinê bisekinin. Di hevokan de bêje bi gorî fonksîyon û kêrhatinên xwe qertafan digirin û ji van qertafan re « qertafên tewavdinê » tên gotin. Bi tenê û serbixwe wateyên wan tune ne. Di navbera bêjeyan de pêwendîyê çê dikin û wateyê didin kombêje û hevokan. Rastnivîsa qertafan wek jêrîn tê şîrovekirin.
- Qertafên tewandinê yên ku bi navên taybet ve ;
Di hinek zimanan de paşqertaf ji navên taybet ( serenav ) bi alîkarîya nîşana dabirê ( apostrof ) cuda tên nivîsandin. Lê belê di zimanê me de qertafên tewandinê, çi hevenav çi serenav be bi hemû navan ve zeliqî tên nivîsandin.
Bagerê kurê Perîxanê ( xûşka min ) di lîstikê de hergav lingê xwe diçerîxîne.
Erziroma rengîn xweş bajar e, lê belê…
Kelekela behra Wanê ye.
- Karanîna qertaf û tîpa « –î » yê li pêş tîpa kewandinê « y » yê
Ji ber ku bikaranînên ji pisporîyê û ji zanistîya ziman dûr nivîs hatine nivîsandin, pirsgirêkên ranstnivîsa zimanê Kurmancî gellek in. Sazîya hevokan de û bikaranîna bêje û qertafan de şaşî û çewtîyên balkêş he ne. Ji van şaşî û çewtîyan yek jî bikaranîna « î » yê li pêş « y » yê ye.
Li pê tîpa « î » yê tîpa kelijandinê « y » bê bikaranîn gelo çima tîpa « î » yê tê guherandin û dibe « i » ? Di vê qadê de meriv rastê tu qeyde û pêşnîyarek meqbûl û maqûl nayê. Hevnegirtîyek balkêş ew e ku em him dibêjin zimanê me fonetîk e him jî dengên ji devên me derdikevin em diguherînin!
Hevoka « Îro delalîye dilê min hatîyê » meriv wek « Îro delaliye dilê min hatiyê » biguherîne û tam bi gorî fonetîka tîpa « i » yê berîya « y » yê bixwîne tew li zimanê merivan dikeve û di bilêvkirinê de pirsgirêk û dijwarî çê dibe.
Di nivîsan de li pêş tîpa « y » yê « î » tê guherandin dibe « i » û dibêjin ku « ji ber ku tîpa ‘ y ’ yê nîvbidenge divê tîpa ‘ î ’ yê li pêş ‘ y ’ yê bibe ‘ i ’ ». Lê miqabil fonetîkên van her du tîpan ji hev cuda ne û ev pêşnîyara hanê ne lirê ye. Dema ku tîpa « î » yê bê windakirin û guherandin di sazîya bêjeyan de alozî derdikeve holê û ahenga xwendinê jî neçê dibe. Ji xwe fonetîka « i û y » yê li ber hevdu-eger ku meriv baş bilêv bike-li hev nayên û herikandina xwendinê xirab dibe.
Bêjeyên « agah-dar, deng+saz, gund…» bi qertafa sazîyê « -î » yê nû ve « agah-dar-î, deng+saz-î, gund-î…» ji bo wateyek dinê hatibin sazkirin, bi alîkarîya qertafa sazîyê « -î » yê bêjeyên nû ( bi sazî û wateyên xwe yên nû ) tên hole. Qertafa « -î » yê dibe perçeyek bingehîn ya bêjeya ku hatîye sazkirin û guherandina wî ya bi tîpa « i » yê, ji ber ku bi « î » yê bêjeyek nû hatîye sazkirin, li vaca rêzimanê nayê. Jixwe tîpa « y » yê bi vatinîya kelijandinê li pê « î » yê tê. Wextê meriv bêjeyên ku bi qertafa sazîyê « -î » yê dawî dibin di hevokan de bikar bîne û berîya tîpa kelijandinê bi tîpa « i » yê biguherîne, di bilêvkirinê de wek li jorîn hatîye ziman, aheng û herikandina gotinê de tew çê dibe û di vê qeyde û guherandinê de tu sedemek zanistî û mafdar jî tune ye.
Rast | Çewt |
Sipas ji bo agah-dar-î-y-a te.
Rê û rêzikên deng+saz-î-y-ê dişopînim. Gund-î-y-an li me xistin. Ç-î-ya li ser ç-î-ya. Gun-î -y-a biçine. Rov-î-y-ê reş. D-î-yarkirin |
sipas ji bo agah-dar-i-y-a te.
rê û rêzikên deng+saz-i-y-ê dişopînim. gund-i -y-an li me xistin. ç-i-ya li ser ç-i-ya. gun-i-y-a biçine. rov-i-y-ê reş. d-i-yarkirin |
Di tabloya jorîn de jî tê dîtin ku, axaftinê de gotina bi « i » yê li guhê merivan xweş nayê. Em « -îy- » yê bêjeyan biguherînin bikin « -iy- », di guherandinê de him sazîya bêjeyan xirab dibe him jî di xwendina wan de dijwarî û şaşî çê dibin.
Qertafa « -î » yê qertafa sazîyê ye û di Kurmancîyê de ji navan, nav û rengdêran çê dike. Her wiha ji hemû qertafan zêdetir tê bikaranîn. Meriv dikare xal bi xal di bêjeyan de neguherandina vê qertafê wek jêrîn bîne ziman :
- Meriv divê bîrneke ku Kurmancî zimanek fonetîk e. Di qeydeyên fonetîkê de deng çawa ji devên merivan derbikeve pewiste ku wisa bê nivîsandin. Eger ev rêzika hanê neyê cî sazî û bilêvkirina bêjeyan de pirsgirêk çê dibe.
- Ji bo hinek rewşên awarte de dibe ku bê qebûlkirin lê belê bikaranînek gelemperî de ji ber ku sazîyên bêjeyan xirab dibe guherandina « î » yê li rêzik qeydeyên rêzimanê nayê.
- Di hinek bêjeyan de « -îy » bi tenê « -y » bê bilêvkirin, ji gotina « -iy » yê xweştir, wek di mînakan de tê dîtin, li guhê merivan tê ( hatîye, ketîye… wek hatye, ketye… ).
- Dîsa meriv dikare hinek mînakan ji zimanê bîyanî bide. Bêjeyên « tension, station, promotion, portion…» di bilêvkirinê de fonetîkên wan wiha dibin : « tansîyon, stas ( î ) yon, promos ( î ) yon, porsîyon…». Eger bêjeyan de berîya qertafa « -tion » ê tîpek bêdeng he be « por-tion—por-sîyon » tê bilêvkirin û eger bêjeyan de berîya « -tion » ê tîpek bideng jî he be wek « promo-tion—promo-syon » tê bilêvkirin. Di van mînakan de wer xûya ye ku bi gorî tîpên bideng û bêdeng « î û y » yan bi hev re tên gotin yan jî « î » dikeve « y » bi tenê tê gotin û nivîsandin.
Di encamê de tîpa « î » yê bi çi awayî dibe bila bibe divê wekxweyî bê nivîsandin. Tîpa « î » yê çi qertaf be « serma-h-î, gund-î, Kurd-î… » û di dawîya qertafan de be « heval-tî, kirîv-atî… » çi jî di bêjeyên serbixwe de be « sî, pî, çirpî, hurmî… » berîya kîjan deng û tîpê dibe bila bibe ji ber ku zimanê xwe re em dibêjin « zimanê me zimanek fonetîk e » pewiste ku wekxweyî bê nivîsandin. Alfabeya me de çend diftong hebin û hinek deng bê tîp bimînin jî ( çh, kh, ph, th, xw ) her tîp bi dengek û her deng bi tîpek tê dîyarkirin. Dengên hemû tîpan –nêzik û dûrê hev bin jî– ji hev cuda ne. Di gotin û nivîsê de guherandina dengan û tîpan bi gorî rêzik û qeydeyên zimanê me zanistî nîn e.
Lê belê nivîs û pirtûkên heta îro hatine nivîsandinê de « -î » ya li ber tîpa kelijandinê « y » yê wek « -i » hatîye bikaranîn û her wiha îro jî tê bikaranîn.
Ez bi gorî rêzik û qeydeyên rêzimanî û vaca zimanê me pêşnîyar dikim ku divê « -îy » ji ber ku fonetîk û herikandina xwendina zimanê me xirab nebe wek xweyî bê nivîsandin û xwendin her wiha wek « -iy » neyê nivîsandin û xwendin.
- Qertafên demên lêkeran
Hemû qertafên tewandina lêkeran wek di minakên di tabloyên tewandina lêkeran de hatine dayîn bi rayên lêkeran ve zeliqî tên nivîsandin.
- Qertafên lêkera alîkar « bûn û bûyîn »
Lêkera alîkar; ji bo meriv peywira lêkeran li navan û bêjeyên bar bike, li dû navan ( bi kîjan demê dibe bila bibe ) û li dû demên hevedudanî yên lêkeran tê bikaranîn.
- Nav û bêjeyên wek navan dike pêveber û lêker.
Ez mamoste bûme.
Ez mamoste bûm.
Ez mamoste me.
Ez ê mamoste bim.
Ez mamoste bibûma.
Ez mamoste bibama.
Ez mamoste bibûyama.
- Ji bo sazkirina hinek demên hevedudanî tê bikaranîn û bi rayên lêkeran ve zeliqî tên bikaranîn.
Ez çûbûm
Ez çûbim
Ez çûbûma
Ez çûbûyama
Min xwaribû
Min xwari ( bi ) ba
Min xwaribûya…